spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya veşarî: Hezar û 606 karker mirin

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilata heyî ked û jiyana mirovan her diçe erzantir dibe. Ji ber lewaziya rêxistiniya kareran û polîtîkayên deshilatê, karker ji gelek mafên xwe bê par mane. Her roj di gelek beşên kar ên cuda de karker ji ber xebata bê ewle dibin qurbaniyên karê dikin. Bi taybetî jî ev çend salên dawîn bêhiqûqî yên li hemberî karkeran zêdetir bûne.

Nirxê kedê tune be nirxê jiyana mirov jî tune ye. Her ku diçe saetên kar zêde dibin, destheqê kedê kêm dibe. Hatiye asteke ku wisa ku em dikarin bêjin mirov di şert û mercên koletiyê de dixebitin. Hemû kesên patron û serdest li ser ked û xwêdana karkeran xwe mezin dikin. Ev rewş bûye wek nexweşiyeke ji ber vîrûsê. Çawa ku vîrus di laşê mirov û zindîweran de hebûn û serweriya xwe ferz dikin, serdest, patron û sermayedar jî hebûna xwe li ser ked û xwêdana mirovan ferz dikin û wan dikin şert û mercên koletiyê.

Gelek qurbanî neketin qeydan

Li gorî dane û raporên sendîka û meclîsên karkeran ên hatine amadekirin, li Tirkiyeyê di meha mijdarê de 126 karker bûn qurbaniyên kar. Her wiha di 11 mehên sala 2019’an de bi tevahî hezar û 606 karker jiyan xwe ji dest dan. Bi sedan karkerên li derveyî qeydan jiyana xwe ji dest dan û neketin raporan jî.

Di sala 2019’an de di nav hezar û 606 karkeran de, 99 karkerên penaber û 67 karker jî zarok bûn. Ev jî nîşan dide ku hem mafên penaberan û hem jî mafên zarokan du qat tên binpêkirin. Hem keda wan tê xwarin hem jî mafên wan ê zaroktî û penaberiyê tên binpêkirin. Tenê ev hejmar nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê keda mirovan çiqas hatiye erzankirin.

Karkeran dawî li jiyana xwe anîn

Dîsa ji ber keda erzan û krîza aborî rêjeya xwekuştinê jî zêde bû. Li gor daneyên ÎSÎG’ê, di sala 2013’an de herî kêm 15, di sala 2014’an de 25, di sala 2015’an de 59, di sala 2016’an de 90, di sala 2017’an de 89, di sala 2018’an de 73 karkeran li cihê kar û derve dawî li jiyana xwe anîn. Di serdema desthilata AKP’ê ya di navbera salên 2002 û 2018’an de herî kêm 4 hezar 481 kesan dawî li jiyana xwe anîne.

Dîsa li tevahiya welatê Ewropayê bi giştî 3 hezar û 710 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2016’an de li Fransa 528 karker, li Îtalyayê 417, li Almanyayê 384, li Îspanyayê 271, li Romanyayê 229, li Îngilistanê 222, li Polonyayê 198, li Portekîzê 130 û li Avûsturyayê 100 kerkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên Ewropayê qeza zêde ne lê mirin kêm in. Lê li Tirkiyeyê hem qeza zêde ne û hem jî mirina karkeran zêde ye.