Monday, September 27, 2021

Komkujiyeke etnîkî û polîtîk e

Adar Şaman

Piştî salên 1990’î bi hezaran gund, gome û bajarokên bakurê Kurdistanê di encama polîtîkayên hişmendiya tesfiyekirina vîna welatperwer de hatin wêrankirin û kurd neçarî koçberî û jiyana bajaran hatin kirin. Koçberiya di vê demê de çêbû ne ji ber sedemên xizaniyê bû; xelkê herêmê li gor berjewendiyên desthilata dewletê yên şerê taybet ji gund û malên wan dihatin derxistin û koçberkirin.
Ev polîtîka bû sedem ku bi hezaran herêm ji mirovan bên xalîkirin; gund, bax-bexçe û malên wan werin wêrankir in, zengînî û bedewiya xwezayî ya vê erdnîgariya ku dergûşa pêşdeçûna mirovahiyê ye, bê şewitandin. Herêma ku xwezaya wê bi dewlemendiya nebat û xwedîkirina sewalan dihat nasîn, îca bûye yek ji çolistana feqîr/zuha. Xweza bi tevahî di dorpêça bendav, talan, şewat û qirkirina sîstematîk a berjewendiyên desthilatdariyê de dinale. Em behsa dewlemendiya erdnîgariya Mezopotamyayê dikin…

Ev komkujiyeke etnîkî û polîtîk e

Kurdên ji salên 1990’î ve ji gundên xwe hatin koçberkirin berê xwe dane bajarên herêma Ege, Marmara, Deryaya Spî û hwd. Îro ev malbat ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê rastî lînçkirina nijadperestî tên û bi rêbazên hovanê bi komî tên qetilkirin. Li ser kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê-metropolan dijîn plana ji wir jî koçberkirin, kuştin û tepisandinê aşkera tê meşandin. Ev plan ne planek şexsî ye û tenê bi devereke re sînordar tê kirin; planê desthilat-dewletê li ser esasê hesabên siyasî, polîtîk, etnîkî, bêvînkirin û bêrûmetkirina civaka kurd tê meşandin. Komkujiya malbata Dedeogullari ya navçeya Meram a Konyayê, ji ber nasname ya xwe etnîkî hat qirkirin. Ji bo ku kurd bûn şeklê kuştina wan bi xwe jî dema ku mirov temaşe dike bi şewazek hovane tên kuştin. Ev hovitî hat plankirin û bi qirkirina tevahî ferdên malbata Dedeogullari bi encam bû. Ev komkujiyeke etnîkî û polîtîk e. Cinayet, plankirî pêk hat. Berdewama konsepta çongdanînê ya teslîmgirtina vîna gelê kurd e.

Çanda lînçê

Zilma bi plangerî ya li ser gelê kurd tê gerandin, bi çanda lînçkirinê ya sîstematîk re teşe digire. Qirkirinên komî yên dijî çand, ziman, bawerî û nasnameya etnîkî ya têkoşîna azadiyê ya neteweyî encamên bîrdoziya cihêkarî, nijadperest û dînperest de pêk tên. Binemaliya hişmendiya nijadperest xwe dispêre çanda lînçkirin e. Lînçkirin, yek ji nexweşiyên sedsala 21’emîn e. Wisa jî zihniyeta nijadperest, zayendperest ku bi her awayî di xizmeta desthilatdariyê de tê birêxistinkirin; îro bûye belaya herî mezin. Çanda lînçê yek ji kirêtiyên herî mezin ên desthilatdariya ‘mutlaq’ a ku xelk ji ber bêzar bûye. Siyaseta ji hev parçekirina gelan e. Bi vê parçebûnê gelan bi pêsîra hev didin. Lînç encama ponijandina rejîmên totolîter ên dij qanûnî û exlaqê civakê tevdigerin. Binyata desthilatdariyê bi êrîşkarî, kuştin û lînçkirine li ser pêyan dimîne. Li dijî demokrasî, yekitî û wekheviyê, mirovan teşwîqî lînçkirin û kuştine dikin. Vê yekê wekî marîfetê/nîmetê desthilatdariyê pênase dikin. Çanda lînçkirinê, ji bo ku rûmeta gelê kurd bin pê bibe bi plangerî lê bê hed û hesab dikin. Lînckirin, cureyek ji rêgezên qirkirina fîzîkî û çandî tê ferzkirin.

Di ruh de bibin yek

Ji hebûn û zimanê xwe biyanîbûyîn xizmeta nijadperestiyê dike. Hilbijartina rengê serkeftinê, terkkirina jiyana kavilbûyî ya ku di ruh, mejî û hestê meriv de berze bûye, ji nû ve ketina ferk û zanabûna xisleta xwe ye. Herçî xisleta kurd e jiyan di mejî, dil û ruh de hatiye kavilkirin. Ev ruhê kavilkirî car heye taqeta xweparastinê jî nîşan nede. Dibe ku mirov ji hêla fîzîkî ve ji welatê xwe dûr bijî lê nabe ku meriv ji çand û zimanê xwe biyanî bijî. Hêza xweparastinê ji hêza cewherî ya azweriyê tê. Parastin aqlê erzan qebûl nake. Divê kurd tu carî ji bo xwe jiyana erzan nepejirînin, di ruh de bibin yek.
Êdî li ber çavên desthilatdariyê komkujiyên organîze û vekirî li ser kurdan pêk tên. Çavberdana mal, milk û canê kurdan, bûye kiryarên jirêzê yên rojane. Jê wêdetir jî êşa herî giran û ji lînçê jî kambaxtir xwedî nederketina hev a kurdan e. Bi xeflet, bêxîretî û temaşekirine rê li ber çanda lînçkirin û komkujiyan nayê girtin. Li hember êrîşan, pêdivî bi yekitiya hêzê û xwe parastinê heye. Kurd êdî ne ew pariye ku bi hesanî bê cûtin/daqurtandin.

Krîza pergala desthilatdar, krîzeke fikrî, binyatî û bîrdozî ye. Ji lewra tevahî aloziyan bi xwe re diafirîne. Ev krîz aborî, civakî siyasî û exlaqî ne. Her ku diçe pirsgirêkan diafirîne; ji çareseriyê direve. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin bi xwe ye. Bobelata serê mirovahiyê ye. Desthilata AKP-MHP’ê hewl dide ku bi polîtîkaya tunehesibandin û qedandinê ya kurdên muxelîf temenê xwe dirêj bike. Lê xuyaye hinceteke desthilatdariyê ku xwe li ser pêyan bigire nemaye. Ya ji gelê kurd, demokrat, siyasetmedar, hunermend û welatperweran tê xwestin ew e ku eniya têkoşînê fireh bikin û vê pergala nexweş a cihêkar bidawî bikin.