18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komplo 22 sal in tê şermezarkirin

Bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û radestkirina Tirkiyeyê, komploya li dijî Ocalan dest pê kir û bi girtina Ocalan û tecrîdkirina li girava Îmraliyê ya 22 salan koplo didome.

Îsal jî komploya 15’ê Sibatê li gelek deveran bi çalakiyan hat şermezarkirin. Gelek partî û rêxistinên kurdan bi daxuyaniyan bertek nîşanî komployê dan. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dimînin bi heman armancê daxuyanî dan û komplo ku ji aliyê kurdan ve wek ‘roja reş’ tê pênasekirin şermezar kirin.

Parêzerê Ocalan Prz. Cengîz Yureklî têkildarî komployê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku ji ber tecrîdkirina Ocalan di qada siyasî, aborî, tenduristî û gelek qadên din ên jiyanê de qeyran kûr dibe û wiha got: “Bi tecrîdê dixwazin Ocalan teslîm bigirin. Lê sekna Ocalan a 22 salan ev polîtikayên tecrîdê pûç kiriye.” Yureklî helwesta DMME û CPT’ê ya li hemberî tecrîdê rexne kir û anî ziman ku ev saziyên navneteweyî rola xwe cih naynin û ev sazî tenê raporan amade dikin.

Jinên aktîvîst ên Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî komplo û tecrîda li ser Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û banga bidawîkirina tecrîdê kirin. Aktîvîsta TJA’yê Naşîde Toprak komploya li dijî Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku komplo di heman demê de êrişek li dijî desteftiyên azadîxwaz ên jinan e û ew ê li dijî vê li her qada jiyanê têbikoşin.

Di rojnameya Il Manîfestoyê ya Îtalyayê de bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan di rûpelekî de îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re hate dayîn’.