Friday, October 22, 2021

Komploya 9’ê Cotmehê ne komployeke jirêzê bû

Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Kurdistanê gelek rojevên ku mirov bikaribe binirxîne hene. Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma başûrê Kurdistanê, li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî, ji aliyê PDK’ê ve şehîdxistina gerîlayên HPG’ê, hilbijartinên Iraqê û kampanyaya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çend rojevên sereke yên derdikevin pêş in.

Ji ber ev mijar yekser bi civaka kurd û siyaseta herêmê ve girêdayî ne pêwîstî bi nirxandin û analîzeke berfireh a van mijaran heye. Di vê nivîsa xwe de em ê hewil bidin salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş ketiye binirxînin.
Dîroka mirovahiyê ji gelek komplo û bêbextiyên mezin re şahîdî kiriye. Lê komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Ocalan pêk hatiye ji komployên heya niha pêk hatine pir cudatir bû. Di vê komploya ku di rûpêlên dîrokê de wek rûreşiya mirovahiyê tê pênasekirin de, cara ewil gelek hêzên navneteweyî yên ku qet nayên cem hev û heya niha qet bi awayekî hevbeş kar nekirine cih girtin. Ji Amerîkayê heya Rûsyayê, ji Israîlê heya Ewrûpayê, ji welatên Kafkasyayê heya Efrîqayê di vê komploya dîrokî de her yek ji wan xwedî rolekî bûn. Hêzên Komploger bi awayekî berfireh û hûrgilî erk û mîsyonê welatên ku di nav komployê de cih girtin diyar kiribûn.

Ji ber vê yekê komploya 9’ê Cotmehê ji gelek aliyan ve pir girîng e. Ev komplo di kesayeta Abdullah Ocalan de li dijî civak û neteweya kurd hatiye pêşxistin. Hêzên komploger bi vê komployê hewil dan ku îradeya gelê kurd ya bi peymanên navneteweyî hatiye înkarkirin, berdewam tune bikin. Lewma ev komploya dîrokî li dijî neteweyekê hatiye plankirin û pêşxistin.
Komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de, li Kenyayê bi radestkirina Abdullah Ocalan derbasî qonaxeke nû bû. Hêzên komploger bi dîlgirtina Ocalan armanc dikirin ku daxwaza azadiyê ya gelê kurd bi vê komployê têk bibin.

Ji sala 1999’an û vir ve ango ev 22 sal in Ocalan li girava Îmraliyê li dijî pergala înkar û îmhayê bi sekna xwe ya destanwarî li ber xwe dide. Hêzên navneteweyî ji bo dengê Ocalan negihêje cîhanê heya dawî çavê xwe ji pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê re girtine. Lewma mirov dikare bibêje pergala li Îmraliyê ji aliyê hêzên ku komplo pêk anîne ve tê birêvebirin. Dewleta tirk jî bûye nobedarê vê pergala ku bi her awayî li dijî zagonên navneteweyî ye.
Piştî komploya navneteweyî bi 9 mehan Ocalan di hevdîtina ku bi parêzerên xwe re kiribû de behsa komployê û plankirina wê dike û dibêje: “Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat birêvebirin. “
Di heman hevdîtinê de Reber Ocalan bal kişandibû ser rola NATO’yê jî û wiha gotibû. “Piştî ji Sûriyeyê derketim, înîsiyatîf ket destê NATO’yê û ya rast, çûna min a Yewnanistanê jî di bin kontrola hêzên NATO’yê de pêk hat.”
Serokwezîrê berê yê Tirk Bulent Ecevît, di 2005’an de rola Amerîkayê ya di komployê de îtîraf kir û got: “Bêyî Amerîkayê girtina Ocalan ne mimkûn bû. Amerîkayê Ocalan radestî me kir, lê sedema wê çi ye, ez nizanim.”

Di nav salên borî de berdevkekî Wezereta Karên Derve ya Israîlê û rayedarên Yewnenistanê jî rola xwe ya di komployê de îtîraf kirin. Hêzên komploger bi vê bêbextiya navneteweyî re careke din aşkere kirin ku ji derveyî nêrîn û erêkirina wan bi tu awayî destûr nadin ku li herêma Rojhilata Navîn tevgerên bi îradeya gelan pêş bikevin. Ji ber ku tevgera Azadiya Kurdistanê di pêşengiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de her ku diçû pêş diket û berfirehtir dibû; ji bo pêşî lê bigirin Ocalan kirin hedef.

Abdullah Ocalan bi pêşdîtin û sekna xwe, bi tedbîrên berfireh, pêşiya tasfiyeyê girt, komplo jî pûç kir. Tevgera Azadiyê jî tevî hemû êrîşên li dijî wê pêş dikevin di riya xwe ya ber bi azadiyê ve dimeşe û jer wiha hîn xurttir û bi hêztir bû.
Bi têkoşîna di Rêbertiya Ocalan de li Rojhilata Navîn şoreşa gelan pêk tê. Bi serkeftina vê şoreşê re komploya 9’ê Cotmehê wê bi temamî têk biçe. Tekçûna komployê tê wateya serketine îradeya gelên azad.