25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata KNK-Rojava dest pê kir

Komxebata ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava ve hate birêxistinkirin, piraniya partiyên kurdî yên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên civakî, sivîl, rêxistinên jin û rêxistinên ciwanan beşdar bûn.

Wê ji Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Hac Eyûb û mêvanên ji Heleb, Şehba û Kobanê jî beşdarî komxebatê bibin.

Komxebat li ser du beşên sereke tê birêxistinkirin; a yekemîn xeteriyên dewleta tirk a li ser Kurdistanê ye. Sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî û endama rêveberiya desteya rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesab vê beşê bi rê ve dibin.

Beşa duyemîn jî têkildarî helwesta kurdî ya di vê qonaxê de ye. Ev beş ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif û parêzer Fadil Mûsa ve dê were birêvebirin.

Li gorî komîteya amadekar, tê payîn ku komxebat bi gelek pêşniyaran bi dawî bibe û dê pêşkêşî hêzên kurdistanî bên kirin.