Duşem, Tirmeh 26, 2021

Konfederasyona Naîrî û Ûrartûyan

Piştî Şaristaniya Qasîdan ji holê rabû, beşeke civaka kurd bêparastin man. Hinek ketin bindestê Asûran û hinek jî vekişiyan çiya û deverên ji Asûran dûr. Lê Asûr her ku diçû bi hêz dibû. Bela xwe ji Kurdan venedikir. Gelek caran êrîş birin ser eşîrên Kurdan. Wan dîl digire û dibe dike kole û li bazaran difiroşe. Mal û milkên wan talan dike. Eşîrên kurdan dibînin ku bi tena serê xwe nikarin xwe li dijî êrîşên Asûran biparêzin. Neçar dimînin ku li dijî êrîşên Asûrê tifaqa xwe ava bikin. Li hîma tifaqê konfederasyonekê ava dikin. Di lêkolînên arkeolojîk de di tabletên Asûran de ji wan re gotine Naîrî. Ango welatê rûbaran. Naîrî ji çiyayên Zagrosê heta zozanên Serhedê belav bûne. Beriya Zayinê ji sedsala 9 emîn şûn ve Ermen jî kom bi kom ji Anatolyayê ber bi Kurdistanê ve tên û li herêma serhedê bi cih dibin. Ew jî mîna Kurdan ji Asûran bêzar dibin û ji neçariyê tevilê Federasyona Naîriyan dibin. Qralê Asûran Tîklat Palazar di tabletekê de dibêje wî di dema sefera berî zayînê 1128’an de 23 qral ango serokeşîrên kurdan dîl girtine û bi dehan bajar talan kirine. Naîrî bi zimanê Hûrrî û Ermenî axivîne. Qralên wan jî dorveger ji serokên eşîrên Kurdan dihatin hilbijartin. Paytextê wan Ararat e. Li gorî Qralê Asûran Tîglathpîleser Federasyona Naîriyan ji Qerejdaxê heta Torosan û Serhedê ye. Asûrî berî zayînê di sala 981’an êrîşî Naîriyan dikin, Mêrdîn û Amedê dagir dikin.Asûriyan pîr û kalên Kurdan rihet bernedidan lê Kurdan jî ew rihet nedihiştin. Li dijî wan gelek serhildan li darxistine. Şer û pevçûnên wan demek dirêj dom kirine. Mixabin ji ber ku Naîrî her tim di bin êrîşan de bûne nekarîne di aliyê mîmarî, wêje û çandî de pêş bikevin. Êrîşên Asûran heta berî zayînê 682’yan dom kirine. Li gorî tabletên Asûran jinên Kurd û Ermen jî di şerên dawî de cih girtine. Li hemberî êrîşan Kurd û Ermenan konfederasyonek mezintir û navendîtir ava kirine. Konfederasyona Naîriyan berî zayînê di 900’an de vegeriyaye dewleta Ûrartû. Paytextê xwe veguhestine Tûşbayê. Ango Wanê. Mîna Naîriyan bi zimanê Hûrrî û Ermenî axivîne.Ûrartûyan di demek kin de artêşa xwe xurt kirine. Ji Behra Hazarê heta Mûsil û Helebê sînorên xwe fireh kirin. Qralên wan ên tên zanîn Arame, Lûtîprî, Sardûriyê 1’emîn Îşpûînî, Menûa, Argiştiyê 1’emîn, Sardûriyê 2’yemîn, Rûsayê 1’emîn, Argiştiyê 2’yemîn, Rûsayê 2’yemîn, Sardûriyê 3’yemîn, Erîmena, Rûsayê 3’yemîn, Sardûriyê 4’emîn û Rûsayê 4’emîn in. Keleha Wanê ji hêla Ûrartûyan ve hatiye çêkirin. Sardûriyê 1’emîn keleh daye çêkirin û hemû karûbarên kirine li ser kîtabeyekê anîne ziman. Di warê Çandinî, zaantkarî û hunerê de gelek pêş ketine. Ji bo vê coyên avê yên di cîhanê de bi nav û deng çêkirine. Li hemberî êrîşên Asûran dewleta Manne a Kurdan jî tev li xwe kirine û gihiştiye hêzek mezin. Di aliyê parastinê de çekên nû yên şer çêkirine. Bi vî awayî hemû êrîşên Asûran têkbirin e. Di aliyê mîmarî de jî gelek pêş ketine. Gelek keleh, qesr û perestgeh avakirine. Niha jî zêdeyî 30 bermahiyên kelehan hene. Malên pir paceyî û bi şaneşîn ên çargoşe çêkirine. Xwedayên wan ên herî mezin Xaldî, Teîşeba û Şivînî ne. Ji ola Hûrrî-Mîtaniyan bawer dikin. Gelek madenên mîna hesin, paxir û çinî bikar anîne. Mertal, şûr, xencer, tîr, mîxfer, firaq, qoşxane, sembolên heywanan, zînên hespan ji van madenan çêkirine. Her wiha eşyayên ji seramîkê jî çêkirine. Nivîsa mîxî li gorî zimanê xwe sade kirine û bi zimanê xwe nivîsandine. Gelek tablet û qeyd li pey xwe hiştine. Konferderasyona Medan beriya Zayinê 612 yan de Asûrî têkbirin aştî û aramî li heremê serwer bû. Weke gelek eşîr û civakên din Ûrartûyî jî bi dildarî tevilê Konfederasyona Medan bûn.

Naveroka berêKoma Teatra Sarya Baran
Naveroka ya piştî vêHunergeha Welat