spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Konferansa Jinên Rojhilata Navîn ji hemû jinan re serkeftinek e’

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê di navbera 30-31’ê tîrmehê de bi dirûşma ‘Bi Yekitiya Jinan Em ê Şoreşa Demokratîk Pêk Bînin’ Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2’yemîn hat lidarxistin. Konferansa yekemîn 2013’an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatibû lidarxistin.

Di konferansê de nêzî 100 kesayet û delegeyên ji komeleyên jinan ên ji Kurdistan, Sûriyê, Lubnan, Iraq, Urdin, Sûdan, Misir, Filistîn, Afganistan, Cezaîr, Tunis, Tirkiye û Îranê li tev li konferansê bûn. Di konferansê de li ser geşedanên siyasî, nakokî û şerên li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku di radeya yekemîn de jin bûbûn qurban hatin nîqaşkirin. Li gel vê yekê jî jin çi qas di bin bandora van qeyranan de man, ji koçberiya bi zorê, firotina jinan, qetilkirin û penabertiya wan heta zêdebûna asta tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin.

Têkildarê mijarê berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed axivî û diyar kir ku armanc û dirûşmên konferansê erênî bûn û hevgirtina beşdaran di konferansê de diyar bû.

Ji bo hemû jinan

Berdevka Kongreyê Remziye Mihemed da zanîn ku nêzî 100 jinên ji tevahî welatên cuda yên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê beşdarî konferansê bûn. Lê gelek jinên filistînî, afganî û yên bakurê Kurdistanê ji ber rewşa ewlehî nikaribûn beşdarî konferansê bibin û wiha got: “Konferans ji tevahiya jinên beşdar bûyî û yên din re serkeftinek bi xwe re anî.”

Nîqaşên di konferansê de

Mihemed der barê nîqaşên di konferansê de hatine kirin ev tişt got: “Di roja yekê ya konferansê de li ser tecrûbeyên siyasî, çandî û civakî yên li hember tevahiya rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn nîqaşan dest pê kir. Ji wê zêdetir jî li ser sekna li hember zihniyeta mêrdestiyê ya li dijî jinan, destkeftiyên ku rê li ber şoreşa jinan vekirine, têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û rê û rêbazên parastina wan hat nîqaşkirin.”

Cihê şoreşa jinan

Remziye Mihemed da zanîn ku nîqaş li ser tecrûbeya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku wek ‘şoreşa jinan’ tê nasîn, hat kirin û ev tişt anî ziman: “Hin jinan têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebihîstibûn. Lê piştî konferansê biryara serdana herêmê kirin û xwestin şoreşa Rojava ji nêz ve nas bikin.”

Biryar û encam

Konferansa Jinên Rojhilata Navîn bi gelek biryar û encamnameyên girîng bi dawî bû. Komîteyeke di asta neteweyî ya ji jinên herêmê pêk dihat, hat avakirin. Ev komîte dê heta 6 mehan nêrîn, armanc û stratejiya xebatê diyar bike û nexşerêyekê ava bike.

Her wiha di biryar û encamnameyên konferansê hat gotin ku divê jin li hember tevahiya cureyên dagirkerî, qirkirin jinan, koçberkirina bi zorê, guhertina demografyayê, qetilkirina siyasetmedaran, belavbûna nezanî, xizantî, bêkarî, paşguhkirin, dûrxistin û hişmendiya mêrdistiyê; bi hemû alav û saziyên xwe li ber xwe bide.