19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Komîteya Wêjeyê ya Rojava dest pê kir

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê bi dirûşma “Wêje.. hizir, hebûn û berxwedan e” dest bi konferansa yekemîn kir.

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), akademîsyen, komîte û yektiyên rewşenbîran ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşdarî konfransê bûn. Hatibû plankirin ku nivîskar û wêjevanên ji beşên din ên Kurdistanê û Ewropayê jî tev lî konfransê bûbana, lê belê ji ber zehmetiyên rêwîtiyê nekarîn beşdar bibin. Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi vê konferansê hewl dide sîwanekê ji bo nivîskar û wêjevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike û xebatên wêjeyî di bin sîwana xwe de bike ye.

Endamên komîteyê hola konfrans, bi wêneyên nivîskar û wêjevanên kurd ên wekî Celadet Bedirxan, Mûsa Enter, Hisên Çawîş û pankertên li ser girîngiya wêjeyê, heye hatin vekirin. Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger lidarxistina konferansê pîroz kir û wiha got: “Aloziya ji aliyê hêzên desthildar ve li herêmê tê birêvebirin, ji bo lawazkirina baweriya civakê ye. Desthildar ji miletê xwedî îrade ditirsin. Li hember êrişên dagirkeran ên dixwazin civakê parçe bikin, ev 10 sal in di Şoreşa Rojava de têkoşîn tê meşandin.”

Divê nivîskarên kurd dîroka rast binivîsin

Ceger, polîtikayên desthilatdaran ên li dijî wêjeya kurdî jî rexne kir û got: “Hêzên desthilatdar naxwazin wêjevan rastiyan binivîsin. Divê li beramberî vê rewşê wêjevan dîroka gelê xwe bi rastî binivîse da ku karibin mîratekê bihêlin, nivîs mîrata ji civakê re ye, li gorî wan civak vîna xwe ava dike. Divê wêjevan dûrî mezheb, ol û siyasetê, heqîqetê derxin.”

Zelal Ceger diyar kir ku di Şoreşa Rojava de êdî wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serbestî dikarin hest û ramanên xwe bînin ziman û wiha lê zêde kir: “Wêjevan dikare rastiya desthildariyê, aloziya aborî, azadiya jinan û zihniyeta ku hîn nehatiye guhertin, binivîse.”

Konfrans piştî axaftinên destpêkê, ji çapemeniyê re girtî dewam kir.