spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Rêveberiyên Demokratîk a HDP’ê bi dawî bû

Konferansa Rêveberiyên Demokratîk ên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li salona Konferansê ya Tesîsên Civakî ya TMMOB’ê pêk hat, bi dawî bû.

Konferansa Rêveberiyên Demokratîk ên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li salona Konferansê ya Tesîsên Civakî ya TMMOB’ê pêk hat, bi dawî bû. Ji bajarên herêmê nêzî 400’ delegasyon amade bûn. Beşdarên konferansê li salonê bi kurdî, erebî û tirkî pankartên “Hevserokatî Xeta me ya Sore”, “Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinê, Hilweşandina Pergala Qeyûm” û “Dem dama avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk û hilweşandina rejîma qeyûme” daliqandin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîzmê (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ûgûr, Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, ji SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali û Sezgîn Kartal, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û gelek kes beşdarî konferansê bûn.  Di konferansê de sînevîzyona ku xebatên şaredariyên HDP’ê dide nîşandan dan nîşandan.

Di konferansê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar,  siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axaftin kirin. Di konferansê de pirsgirêk niqaş kirin û li ser çareseriyê pêşniyarên xwe parve kirin. Dîsa li ser girîngiya nûnertiya wekhev û têkoşîna li dijî feraseta mêrane niqaş kirin.  Piştî civîn bi dawî bû, dê encamnameya ku bê amadekirin di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.