23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreya 4’emîn a xweseriya Şengalê destpê kir

4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku dê du rojan berdewam bike bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser Pira Gihandina Azadiyê Ye” destpêkir. Nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîe û Mesihiyên Şengalê jî beşdarê kongreyê bûne. Beriya kongreya giştî, li hemû meclîsên gundan di çarçoveya amadekariyên kongreyê de civîn hatin lidarxistin û delegeyên kongreyê hatin hilbijartin. Di encama van civînan de 250 delegeyên ku hatine hilbijartin beşdarî kongreya giştî bûn. Ji oldar û rûspîyan heya hunermend û rojnamevanan, ji tevgera jin û ciwanan heya karker û kedkaran hemû beşên civakê beşdarî kongreyê bûn. 50 mêvanên ji derdorên cûda yên civakî jî beşdarî kongreyê bûne. Di nav mêvanan de, Êzidiyên ku ji Ewropa û Rûsyayê hatine jî hene.