19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreyê pirsgirêkên YNK’ê çareser nekir

2 meh li ser 4’emîn Kongreya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan  (YNK) re derbaz bûn. Lê hêj jî pirsgirêkên navxweyî yên YNK’ê  nehatine çareserkirin. YNK’ê pergala hevserokatiyê erê kir, lê bi nerazîbûna hin rêveberan re rûbirû hat.

Di 21’ê qanuna 2019’an de li Silêmaniyeyê 4’emîn Kongreya YNK’ê hat lidarxistin. Kongreyê 4 rojan dom kir û endamên Desteya Bilind a Siyasî ku ji 8 kesan pêk tê hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiya giştî ya ku ji 121 endaman pêk tê, hat hilbijartin.

Divê piştî 15 rojan kongreya Meclîsa Rêveberiya YNK’ê biciviya û serok û sekreterên partiya xwe hilbijarta. Lê heta niha  YNK’ê tenê pergala hevserokatiyê erê kiriye. Pergala hevserokatiyê yekem car ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin. Li gorî Ocalan pergal temsîliyeta jin û mêran e. Lê li gorî îddayan YNK’ê 2 mêr kirine hevserok. Lê hêj  jî ev hilbijartin nehatiye zelalkirin û nayê zanîn wê kî bibin hevserok. Pergala hevserokatiyê, di nava YNK’ê de bû sedema nerazîbûnan. Li gorî agahiyan Berhem Salih û Kosret Resul pergala hevserokatiyê qebûl nakin. Li gorî wan divê YNK xwedî serok an jî sekreterek be.

Endamê Meclîsa Rêveberiya YNK’ê Mistefa Çawreş diyar kir ku hêj jî tu kes ji bo hevserokatiyê nehatiye diyarkirin, lê belê pergala hevserokatiyê hatiye pejirandin. Serokê Meclîsa Bilind a Siyasî ya YNK’ê Kosret Resul nameyek ji bo endamê Meclîsa Rêveber a YNK’ê Mistefa Çavreş şand. Resul di nameyê de nerazîbûna xwe anî ziman û daxwaza ragirtina civîna Meclîsa Rêveberiya Giştî ya YNK’ê kir. Ev jî nîşan dide ku kongreyê heta niha pirsgirêkên navxweyî yên YNK’ê çareser nekirine. SILÊMANÎ