25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji alîkariyan bêpar hişt

Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî beriya çend rojan der barê şandina alîkariyan ya ji bo Sûriyeyê de biryara xwe da. Konseyê biryara bi hejmara 2585 a derbaskirina alîkariyên insanî bo Sûriyeyê 6 mehên din dirêj kir. Dê li gorî şert û mercên berê berdewam bike. Li gorî vê biryarê dê sînorê bi Sûriyeyê re wekî berê bimînin û tenê ji bo 6 mehan ev biryar dirêj kirin. Di civînê de hinek hewldan hebûn ku hin deriyên din ên sînor werin vekirin da ku alîkariyên mirovî bigihên her deverên Sûriyeyê. Lê rejîmê û hevalbendên xwe bi taybetî Rûsya û Çînê qebûl nekirin ku deriyên din jî werin vekirin.

Ev biryar bi dilê rejîma Sûriyeyê jî bû. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad têkildarî biryarê wiha got: “Em ji bo hewldan û xebatên hevalbendên xwe yê rûs û çînî û hin welatên din ên endamê Konseya Ewlekariyê kêfxweş in û spasiya wan dikin. Hin welatên rojava dixwestin ku sînorên din jî vekin da ku bi rihetî alîkariya xwe bigihînin komên çekdar ên ku dixwazin axa me parçe bikin.”

Ji aliyekî din ve nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Besam Sabax jî ji bo hewldanên başkirina rewşa gelê Sûriyeyê û gihandina alîkariya ji bo deverên di bin kontrola wan de spasiya Rûsya û Çînê kir. Li gorî vê biryara Konseya Ewlekariyê dê 6 mehên din jî wekî berê ji aliyê Tirkiyeyê de tenê sînorê Bab El Hewa vekirî bimîne.

Lê Konseya Ewlekariyê bi vê yekê zirara herî mezin daye herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zêdeyî 4 milyon kes lê dijîn. Daxwaz gelê herêmê ya vekirina deriyekî sînor bi Iraqê re nehate perijandin û dîsa gelê wê herêmê man di bin rehma rejîmê û deverên di bin destê komên çete de.

Rûsya dixwest ku hemû alîkarî bi riya Şamê ne bi riya sînorê bi Tirkiyeyê re werin kirin û di encama bazarên bi Tirkiyeyê re dawî gihan vê biryarê ku yek ji deriyên sînor ên bi Tirkiyeyê re vekirî bimîne da ku alîkarî bigihên deverin di bin kontrola komên çekdar ên Idlibê û wan deverên din ên sînor.

Mixabin ku rayedarên rejîma Sûriyeyê û hevalbendên wan deriyê Bab El Hewa ku alîkariyê digihên deverên di bin kontrola El Nusra û komên çete de wekî taluke û gef nabînin lê deriyê bi sînorê Iraqê re û gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên ku herêma xwe ji destê DAIŞ’ê û komên çete rizgar kirin wekî gef û talukeyekê ji xwe re dibînin.

Bê guman ez nabêjim ku divê ew derî jî bihata girtin ji ber ku di encamê de sivîl jî li wir dijîn û hewcedariya wan bi alîkariyê heye lê heman tişt ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derbasbare, diviyabû ku deriyê bi sînorê Iraqê jî hatibûya vekirin.

Bi vê biryarê Neteweyên Yekbûyî bi rêya Konseya Ewlekariyê mohra xwe li bin zilmeke mezin li dijî zêdeyî 4 milyonan ji gelê Sûriyeyê da û di bin ambargoyeke zalim de hiştin. Di dawî de mirov dikare bêje ku di bin zexta Rûsyayê de helwesteke ne mirovî ji bo derbaskirin û parvekirina alîkariyên mirovî hatiye kirin.

Deriyên sînor

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2014’an de konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî biryara gihiştina alîkariyên insanî bi riya 4 deriyên sînorên Sûriye yên bi Urdun, Tirkiye û Iraqê re dabû. Piştî ku îro ew peyman bidawî bû, konseyê dîsa biryara dirêjkirina vê peymanê heta 6 mehên din jî da. Wiha alîkariyên mirovî dê wekî berê hem li herêmên di bin kntrola rejîmê de û hem li herêmên di bin kontrola komên çete ên li Idlibê de bigihên wan herêman. Tenê herêma di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de anku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji van alîkariyan bê par bimînin.