spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê ji bo Lîbayayê dicive

Îro Konseya Ewlekariyê civîneke taybet ji bo Lîbyayê pêk tîne. Civîn bi serokatiya wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û nûnerê taybet ê Konseya Ewlekariyê ji bo Lîbayayê Jan Kubiş tê lidarxistin.
Ji aliyê hikûmeta Lîbyayê ve dê Serokê Hikûmeta Yekitiya Niştimanî Abdulhemîd Dubeybe beşdar dibe, Wezîrê Karên Derve yê Çadê Muhemed Zên Şerîf, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas û Wezîrê Karên Derve yê Tunisê Osman El Cerendî, her wiha Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî tev li civînê dibin.
Ji aliyekî din ve beriya ku ev civîn li dar bikeve Rêveberiya Artêşa Lîbya ya Niştimanî bang li konseya serokatî û hikûmeta Lîbya ya Niştimanî kir ku li gorî nexşerêya ku hatiye danîn tevbigerin. Banga ji bo derxistina hemû komên çete jî dubare kir. Berdevkê Artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî der barê hêzên biyanî de jî wiha got: “Em qebûl nakin ku tu hêz an jî komên çete ji derveyî vê biryarê bên hiştin û teqez divê bê cudahî hemû hêzên leşkerî û komên çete ji Lîbayayê derkevin”.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran di civînên wiha de hikûmeta Tirkiyeyê dixwest ku leşkerên wan ji derveyî vê yekê werin hiştin û ew li Lîbyayê bimînin. Hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta ku peyman bi hikûmeta berê ya Ixwanan re çêkiriye hebûna leşkerên xwe li wir rewa nîşan dide. Lê herî dawî DYA’yê jî ji bo vekişandina hemû hêzan û yên artêşa tirk jî daxuyaniyek dabû ku divê hemû hêzên biyanî ji Lîbayayê derkevin.