Friday, October 22, 2021

Korîtiya Jose Saramago

Dogan Hejar

Jose Saramago di pirtûka xwe ya bi navê ‘Korîtî’yê de, bi metafora korbûnê têkiliya cehaletê û pirsgirêkên civakî nîşan dide.

Pirtûk bi derketin û belavbûna şewba korîtiyê dest pê dike ku nivîskar mîna bibêje cehalet biperok (belavkar) e û kî çav li korekî dikeve ew jî kor dibe. Korên di romanê de berevajiyê nebînên jiyana rastî ne; ew tenê reş û spî dibînin.

Nivîskar bi vê korîtiya spîbînê ve rewşa mirovê hemdem vedibêje yê di nav ew çend agahiyên felsefî, dîrokî, zanistî û teknîkî de nezaniyê dijî.

Kesên bi şewba korîtiyê dikevin, ji hêla dewletê ve li cihekî tên komkirin.

Çend kes li wir hebin, xwarin û av li gor hejmara wan tê dayîn lê piştî demekê kesek bi awayekî demançeyekê bi dest dixe û bi wê dest datîne ser xwarinan.

Ew êdî dikare ji bo dayîna xwarinê mêr û jinan di xizmeta xwe de bixebitîne û jinan weke objeyên zayendî bi kar bîne.

Bi metafora demançe û kesê ew bi dest xistiye, nivîskar têkiliya cehaleta bi tevger bûye ku jê her cure xirabiyê dertê û desthiladariyê nîşanî me dide.

Korîtî bi tenê bi wargeha koran sînordar namîne û her diçe belavtir dibe heta ku tevahiya welat dike bin siya xwe.

Êdî navê din ê jiyanê dibe talan, dibe destavêtin, dibe zordarî û zilm…

Divê em bizanibin, di erebî de zilm hem bi wateya ‘zilmê’ ye hem jî bi wateya ‘tarîtiyê’ ye. Di kurdî de jî zilm ‘sîtem’ e dibe ku ew jî mîna peyva ‘siyah’ ji ‘sî’yê hatibe. Pêşiyên ereb û kurdan mîna ku bibêjin li cihê ku korbûn-tarîtî ango cehalet-nezanî hebe li wir zilm û sîtem jî heye û li cihê ku zilm û sîtem heye li wir nezanî û tarîtî jî heye.

Jose Saramago bi pirtûka xwe ya ‘Korîtî’yê, mîna ku pêşiyên kurd û ereb ên peyvên ‘sîtem’ û ‘zilm’ê dariştine,  pesend bike ku peywendiya korîtî û xirabiyê, nezanîn û sîtemê nîşanî me dide.

Naveroka berêJi min gotin
Naveroka ya piştî vêSalihê Nehsalî