Rojnameya Heftane

Divê kurd xwe ji mêtingêriyê rizgar bikin

Di dîroka tevger û têkoşînên şoreşger û her weha yên neteweyî de yên paradigmaya  xwe di asta destpêkê de li ser bingeha azadiya jinê sazî kirine, ez bawer im ne zêde ne. Dîtina azadiya jinê wek temînata azadiya civakê û vê yekê him di asta…

Hişyariya pêla duyemîn

Li cîhanê vîrusa koronayê (Covid-19) hê jî belav dibe. Her çend heta niha dermanê vîrusê nehatibe dîtin û çareserî peyda nebûbe jî, gelek welat gav bi gav derbasî pêvajoyeke asayî dibin û…

Korona û  mirov

Dîyarî Asûr

Niha li hemû dinyayê û li erdnigariya  me ev çend meh in şerekî mezin heye. Ji ber vî şerê ha gelek mirov nexweş dikevin û gelekên wan jî dimirin. Tişta balkêş ev e ku ev şer ne ji wan şeran e ku me gelek car ji mezinên xwe bihîstine an ji pirtûkên dîrokî xwendine an jî bêyî ku “xem”a “me” be bes seyra wan kirine.

Aliyekî vî şerê ku niha weka bobeletekê li hemû dinê diqewime mirov e. Di vira de mirov di maneya xwe ya giştî de tê bikaranîn. Ango bêyî ku reng, netewe, ziman, ol, çand, zayend û hwd. cudatiyek di nav wana de hebe bi serê xwe, mirov. Aliyê din ê vî şerî jî “vîrus”ek e. Belê, we şaş sah nekir, vîruseke ku jê ra dibêjin korona. Ev peyva bi koka xwe ve latînî ye, piştre derbasî zimanên din ê cîhanê jî bûye û tê wateya “tac”ê. Îca em dikarin vê vîrusa ha bişibînin gurnîgamêşekê jî ku wexta cî ji xwe ra dibîne pir rehet bi laşê mirovan ve dizeliqe û malik li wan xerab dike. Laşê ku leqayî vê vîrusê tê ger laşekî berxwedêr be dikare jê bifilite yan na ji vê vîrusê xilasî gelekî zehmet e.

Ev vîrus, li vê cîhana ku xwedêgiravî bûbû “gundekî biçûk” û deriyê welatan ji hev re heta taqa piştê vekiribû (her çiqas hin derî ji bo hin kesan-penaber- tucar venebûbin jî) di carekê de kir ku deriyên wan ji hev re bên girtin û asê bibin di “mal”ên xwe de. Li vira xasma jî em bahsa wan kesan dikin ku welatan “bi rê ve dibin.” Û vê vîrusê cardin kir ku zimanê van kesên ku welatan bi rê ve dibin (ku ne diyar e bi rê ve dibin an jî dibin sedema gelên xwe ku ji aliyê  sincî ve bi çaplûka “herin”) kin bibe. Belê, zimanê van giregirên cîhanê di carekê de kin bû li ber vê dijminê(!) ku em wê wisa bi rehetî awayekî şênber bi çavê xwe nabînin. Dîsa vê vîrusê ji xeynî ku zimanê mirovan kin kir ew bi rewşa wan a “rastîn(!)” re rû bi rû hiştin (ew nexwazin jî). Bû neynikek ku mirov qama xwe ya rast bibîne, hay jê hebe ku bi qasî ew zen dike ne mezin e, ne qirase ye. Ew jî bes mirov e, heyineke îro heye sibê tune ye.

Di vê sedsala ku îcar nîqaşên dê “hişên çêkirî” (artificial intelligence) şûna mirovan bigirin û belkî jî di gelek waran de hewcedarî bi mirovan nemîne tê kirin de; gelo mirov hay jê heye ku ew xwezaya ku zen dike ji xwe re kiriye xulam belkî jî ne xulam be, dibe ku bi salan xwe pê xapandibe xwe pê aş kiribe? Gelo mirov tîne bîra xwe ku xwe-za zindî ye, bi hêz e, xwedî pergaleke bêhempa ye û kengî be jî dikare heyfa tadeyiyan lê bûyî hilîne? Gelo mirov bi xêrika vê vîrusê dikarin îca xwe ji asoyên xwe yên teng rizgar bikin û hay jê hebin ku wexta hin di “mal”ên xwe de bin û hin jî li “derve” bin di “şer” de bin esil ew çax kes ne di “mal”ên xwe de ye û her kes li “derve” ye an jî dê rojekê li “derve” bimîne?