Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Korona û yekrêziya kurdî

Mem Avba

Rojeva tevahiya cîhanê nexweşiya Korona ye ku êdî weke keraseteke mirovî tê pênasekirin. Cara yekem e ku nexweşiyeke wiha dibe pirsgirêka tevahiya mirovahiyê. Mirovahî bi yekdestî niha li dijî vê kerasetê, di nav têkoşîn û hewldanên derketina ji vê reş-êşiyê. Tevahiya cîhanê mijar û rojevên xwe yên siyasî, aborî, bazirganî hwd dane aliyekî, li dora rojeva Koranayê di nav nîqaş û lêgerînan de ne. Ango vê nexweşiya bêyom tevahiya rojeva mirovahiyê dagir kiriye.

Di demeke wiha de ku her kesî nakokiyên xwe dane aliyekî û li dijî vê kerasetê têdikoşin de, pêwistiya yekrêziya Kurdî ji her demê zêdetir derdikeve holê. Niha ji her gavê çêtir pêwistiya alî û enî, hêz û saziyên Kurd ên çar beşên welêt heye ku li hev kom bin, têkilî deynin, tifaq û danûstandinên xwe zêdetir bikin. Nexasim hêz û aliyên siyasî divê vê bi awayekî ciddî, bêyî ku ti hincet û sebeban derînin pêş, di çarçoveya çarenûsa neteweyî-mirovî de bêne ba hev û planeke giştî ya çareseriyê deynin pêşiya xwe.

Lewre ji niha de nexweşiya Korona bêyî mijarên siyasî û îdeolojîk û mirovî binêre, li çar aliyên Kurdistan û herêmê di asteke metirsîdar de pêş dikeve. Ji ber siyaseta dewletên serdest a Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û zilhêzan ku her tim civaka me di jêrdestî û rajêriya xwe de girtine û wisa nêz bûne, sîstemeke tenduristî ya têkûz çênebûye û van hêzan nehiştiye ev derfet jî derkeve holê. Ev nêzikatiya sîstema desthilatdar a li ser civaka me, ji her demê zêdetir di vê dema ku vê nexweşiyê eman ji xelkê standiye, bandora xwe li ser gelê me zêdetir dike.

Ji ber van sedemên me behs kirî, erk û berpirsyariya exlaqî, mirovî, çandî, tenduristî, siyasî û bîrdozî dikeve ser milê hêzên pêşeng ên di nav civaka me de xwedî gotin, angaşt û bandor in. Çi li Bakur, li Başûr, çi li Rojhilat û Rojava û çi jî li derveyî welêt ev erk li ser milê van derdorên navborî ye.

Weke tê zanîn ji bo ev nexweşî ji ser Çînê re derbasî Îranê, Rojhilatê Kurdistanê bû, bandoreke mezin li gelê me yê Rojhilat kiriye. Herî zêde jî civaka me ya bê derfet û bê parastin bi vê kerasetê rû bi rû dimîne. Ev nexeşî tenê bi Rojhilatê welêt re jî sînordar nemaye û ji ber hevsînoriya bi Başûrê welêt re, heman awayî civaka me ya Başûr pê re rû bi rû dimîne. Dîsa bi heman awayî ji ber hevsînorî û danûstandinên bakurê welêt ên bi Başûr û Rojhilatê welêt re nexweşî lê bi bandor dibe û her ku diçe civakê bêzar, bê mecal dihêle. Ji bo ku ev demeke dirêj e Rojavayê welêt bi êrîşên dagirkeran re rû bi rû ye û hatiye dorpêçkirin ne xwedî derfet û mecaleke tibbi-tenduristî ye ku bizane ev nexweşî di heye yan na, yan jî di kîjan astê de ye. Ango ne diyar e ka ev beşa welêt jî dê kengê weke beşên dîtir bi vê nexweşiyê re rû bi rû bimînin.

Çawa ku vê nexweşiyê hiştiye tevahiya cîhanê çarenûsa xwe bike yek û têkoşîneke hevpar bike, gelê Kurd, hêz û rêxistinên wê jî divê bi heman awayî çarenûsa xwe bike yek. Jixwe ji bilî wê jî ti çareyek nîne. Lewre ji niha de rû bi rûmayîna bi vê nexweşiyê ya her çar beşên welêt, neçar dike ku Kurd bêyî nakokî û cudatiyan bên ba hev û bi yekrêzî li dijî vê kerasetê têbikoşin. Ti hêviya civaka me ji desthilatdar û serdestan nîne ku tiştekî bike. Di vê rewşê de jî gelê Kurd dimîne ber rehma dagirker û mêtîngeran.

Her çiqas li Rojhilatê Kurdistanê yekeyên xweşbexş ên civakê çêbibin ku alîkariya mirovî bigihînin malbatan; li Başûrê welêt karsazên Kurd ên bihistiyar hatibin ba hev ku bikarin alîkariya civakê bikin; dîsa li beşên dîtir ên welêt qedexeya çûn û hatinê hatibe ragihandin jî, ji encamên derketî holê nîşan didin ku bi vî awayî pêşî li vê nexweşiyê nikare bête girtin. Her diçe li derdorên berfirehtir bandor dike û dibe sedema mirin û têkçûna sazûmaniya civakî. Ji bo wê jî di asta neteweyî de planeke berfirehtir a hevgirtin û tifaqa navxweyî ya Kurdî pêwîst e.

Ji ber polîtîkayên serdest û dagirkeran ku hem rasterast êrîş kirî, hem jî bi destê çeteyan li dijî civaka me şer kirî, li Kurdistan û herêmê hilweşîneke mezin a civakî pêk hatiye. Ji Rojava heta Bakur û Rojhilat û heta Şengalê ji gelek deveran xelkê me neçar maye koçber bibe û niha li Başûrê welêt di kampan de di mercên dijwar de dijî. Ev jî nîşan dide ku heke nexweşiya korona di nav civaka me de zêde bibe û li van deran bandor bike, dê bibe sedema felaketeke civakî, neteweyî û mirovî!

Di demeke wiha de ku metirsiyeke mezin li ser civaka me heyî, li Başûrê welêt geşedanên sosret pêk tên. Ango di navbera du hêzên Kurdî de (PDK û YNK) nakokî û rageşiyeke bêwate û bêwext rû daye. Mijar her çiqas weke mijareke ‘ewlehî-asayişî’ bixuyê jî, ev her du hêzên sereke yên Kurdî li ser kontrolkirina rêyên herêma Qendîlê di nav rageşiyeke metirsîdar de ne. Lê belê ev rojeveke sunnî ye. Lewre jixwe niha herêma qendîlê ji aliyê hêzeke Kurdî ya dîtir ve (PKK-gerîla) tê parastin û pirsgirêkeke wê ya ewlehî jî nîne. Dîsa hin alî û derdor ji bo vê aramanca xwe pêk bînin, diçin bi dewleta Tirk re rûdinin û hevdîtinên nepenî û sergirtî pêk tînin. Dewleta Tirk dixwaze hêzên Kurdî bîne pêşberî hev û nakokiyan kûr bike.

Ev jî diyar dike ku ji bo hêzên dagirker ên Kurdistanê ti rewşên keraset û felaket ferq nake û çi dibe bila bibe dev ji neyartiya gelê Kurd bernade. Li pey plangerî û fitneyên ku hêzên Kurdî bîne beranberê hev, bide şerkirin. Lewma jî civaka me di van mercên ewqas metirsîdar de bi kerasetên mezintir re rû bi rû   bihêle!

Em bawer in ku alî û eniyên Kurdî jî van komplo planên xêrnexwaz û neyarane dibînin. Lewma ji her demê zêdetir pêwistiya gelê me heye ku rêxistin, sazî û dezgehên Kurdî yên pêşeng û xwedî bandor nakokiyên xwe deynin alîkî bên ba hev, ji pirsgirêkên gel re bibin bersiv. Divê rojeva hêzên Kurdî ew be ka dê çawa li dijî vê nexweşiya korona civaka xwe ji her aliyî ve biparêzin û yekrêziya xwe pêk bînin.