spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara hiqûqê ‘AŞDAD’ derdikeve

Endamên Lijneya Zimanê Kurdî ya di bin banê Baroya Amedê de, dest bi weşandina kovara bi kurdî ya bi navê ‘Aşdad’ê dikin. Kovara hiqûqê ya kurdî dê sê mehan carekê derkeve. Hejmara yekemîn a kovarê dê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê derkeve. Der barê kovarê de seroka Lijneya Zimanê Kurdî parêzer Elîf Bîrkîlî û parêzer û nivîskar Şêxo Fîlîk axivîn.

Avakirina termînolojiya hiqûqê

Destpêkê parêzer Elîf Bîrkîlî axivî û diyar kir ku kovara hiqûqê pêdiviyek e ji bo zimanê kurdî û wiha got: “Fikra kovareke bi zimanê kurdî di çarçoveya civînên me yên ‘Lijneya Zimanê Kurdî’ de hat pêşniyarkirin. Di qada hiqûqê de weşanên zimanê kurdî bi sînor in. Lewra di vê qadê de avakirina termînolojiyê pêwîst e. Tê zanîn ku hiqûq her tim bi pêş ve diçe û dîsîplîneke wisa ye ku ji veguhastinê re vekiriye. Bi vî awayî wê ev xebat bibe parçeyeke pêşxistina zimanê kurdî.”

‘Em dixwazin di her qadê de hiqûqê derxin pêş’

Bîrkîlî destnîşan kir ku armanca wan a sereke, di qada hiqûqê de domdarkirina hebûna weşana bi zimanê kurdî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê têgeh û mijarên hiqûqê bi zimanê xwe nîqaş bikin û li ser van nîqaş û nirxandinan bi zimanê xwe hilberînin. Di heman demê de em dixwazin di her qada jiyanê yên mîna sînema, wêje, mîtolojî û hunerê de hebûna hiqûqê derxin pêş. Her wiha em ê bi hevpeyvînên hiqûqnasan re hem ked û xebatên di hêla hiqûqê de bidin nasîn hem jî geşedanên hiqûqî nîşan bidin.”

‘Kovarê xwe li me ferz kir’

Parêzer û nivîskar Şêxo Fîlîk jî bal kişand ser tunebûna termînolojiya hiqûqî ya bi zimanê kurdî û diyar kir ku ne wan kovareke bi vî rengî derxistiye, wek qaydeyekî xwezayê kovarê xwe li wan ferz kiriye. Fîlîk bi bîr xist, çawa ku xweza kêmanî, qusûr û valahiyên xwe ew bixwe dadigire, wan jî bi awayekî xwezayî pêdivî pê dîtiye ku birîna xwe ew bi destê xwe bikewînin, baş bikin.

Fîlîk destnîşan kir ku ji zû ve ye, komek parêzerên zimanhez gihîştine hev û serê xwe li ser vî karî êşandine bê ka çawa dikarin valahiya heyî dagirin. Fîlîk ragihand ku di warê danîna termînolojiya hiqûqê, nivîsînê û gelek mijarên din de wan zor û zehmetî jiyane lê dawiya dawî jî dest pê kirine.

Di berdewama axaftina xwe de Şêxo Fîlîk anî ziman ku armanca kovara ‘Aşdad’ê ya bingehîn avakirina termînolojiyê ye loma jî di hejmara pêşîn de mijara dosyaya kovarê destpêka hiqûqê ye.

Mijarên cihêreng di kovarê de hene

Fîlîk der barê kovarê de ev agahî parve kirin: “Kovar ji çend beşan pêk tê û her beşek xwe li armancekê digire. Sermeseleyê kovar bi “Atolyeya Nivîsê” qesta gihandina nivîskaran dike. Ango “Atolyeya Nivîsê” qada xweceribandinê ye ji bo parêzerên ku dixwazin bi kurdî binivîsin. Beşa “Jiyanname” jî qesta vejandina bîra me ya jibîrbûyî dike ku di wê beşê de di her hejmarekê de jiyana parêzer an jî parêzvanekî kurd wê bê dayîn ku him di oxira kurdî de him di oxira kurdayetiyê de him jî di oxira hiqûqê de ked daye. Beşa dosyeyê jî, ji hiqûqa Romayê heta hiqûqa navneteweyî, ji peymanên jinparêz heta qanûnên zarokparêz, ji heqê kêmîneyan heta heq û hiqûqa koçberan…”

Parêzer Fîlîk diyar kir ku wê di her hejmarekê de mijarek ji her alî ve bê nirxandin û zimanê kovarê ne zimanekî nêreza yê zayendparêz lê zimanekî xwezaparêz û jinparêz be.

‘Aşdad ferîşteha dadê ye’

Şêxo Fîlîk têkildarî wate û çavkaniya navê kovarê axivî û anî ziman ku  Aşdad bi waryantên wek Aşdad/Aşdat/Erşdat… di Avesteyê de derbas dibe û wek ‘ferîşteha dadê’ tê pênasekirin. Fîlîk bi bîr xist, çawa ku ‘Themîs’ di mîtolojiya Yewnanan de yezdana dadê ye; ‘Maat’ di mîtolojiya Misrê de yezdana dadê ye, xuya ye ‘Aşdad’ jî di mîtolojiya pêşiyên kurdan de temsîla dadê bûye.

Fîlîk herî dawî diyar kir ku yek ji nivîskarên kovarê Brahîm Qijikareş wê bi dahûrandineke etîmolojîk û nêrîneke felsefîk, bi rêzenivîseke bi navê “Hezar Dadistan û Yek Aşdad” peyva ’Aşdad’ê di kovarê de rave bike.