19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara Kurdeçîrokê dest bi weşanê kir

Li bakurê Kurdistanê kovargeriya kurdî di dîroka ziman, wêje û siyaseta kurdî ya nêz de cihekî pir girîng digire. Di sed salên dawî de, tevî qedexekirin û bêderfetiyan, kovarên kurdî her hatine çapkirin û peywira xwe bi cih anîne. Dikare bê gotin ku kovargeriya kurdî bandoreke pir baş li ronakbîriya kurdî kiriye û heta hin ji wan bûne ekolên serdemên xwe ku hê jî li ser wan tê nîqaşkirin.

Ji kovara destpêkê ya kurdî, Rojî Kurdê (1913) heta Hawar (1932) û Tîrêjê (1979), ji Rewşenê (1992) heta Pîne (1999), Çirûsk (2007), Zirîng (2019), Psychology Kurdî (2006) û yek ji kovarên herî dawî kovara Aşdadê (2021), di gelek warên cihêreng de bi dehan kovar derketine û hê jî dertên. Kovara Kurdeçîrokê jî yek ji wan kovaran ne û roja Newroza îsal hejmara wê ya yekê derket.

Nîvîskar Mehmet Dîcle ku bi çîroknivîsiya xwe tê nasîn û her wiha edîtorê kovara Kurdeçîrokê ye, pirsên me yên têkildarî kovarê û çîrokan bersivandin.

‘Ziman bi çîrokan kemiliye’

Nivîskar Mehmet Dîcle pêşî behsa girîngiya çîrokan kir û anî ziman ku beriya hemû cureyên hunerê çîrok hebûye, ziman bi çîrokan kemiliye û wiha got: “Kilam bixwe jî çîrok bûne, rismên hatine xêzkirin jî her tim qala çîrokekê kirine ji me re. Bi sedan salan dîrok bixwe jî bi awayekî çîrokî hatiye vegotin. Loma jî çîrok hîmê herî qehîm ê ziman e û qodên neteweyan di çîrokên wan de veşarî ne. Her çiqas di roja me de çîroka nûjen ketibe dilqên cuda jî ew mesîlka herî xurt a hunerê ye.”

Bi çîroka Fûad Temo dest pê kir

Dîcle bal kişand ser çîrokên modern û çîrokên anonîm û destnîşan kir ku çîrok yek ji cureyên wêjeya modern in û di kurdî de ji ber navê xwe bi xebroşkan re ango bi çîrokên anonîm re tê tevlîhevkirin. Dîcle diyar kir ku ew xebroşkan nabêjin, berhevkariyê jî nakin û wiha domand: “Ne ku gotina xebroşkan tiştek biçûk e, ew disiplîneke din e. Ji ber ku civaka me hê jî ji nivîsandinê û xwendinê dûr e û wêjeya devkî hê jî cureya serdest e, cureyên wêjeya modern di bin siya tiştên devkî de mane. Çîroka modern ji sedsalî zêdetir e ku bi Fûad Temo dest pê kiriye (me jî bi çîroka wî dest bi kovara xwe kir) û di roja me de jî di nav wêjeya kurdî de bûye xwedî nasnameyek payebilind.”

Nivîskar Dîcle têkildarî kurteçîrokan jî axivî û anî ziman ku kurteçîrok damareke xurt a wêjeya kurdî ya modern in û gelek nivîskarên bi kurdî kurteçîrokan dinivîsin û her wiha gelek xwendevanên ji xwendina çîrokan hez dikin, çîrokên kurdî yên nûjen û yên cîhanê dişopînin hene.

Wergera çîrokên cîhanê

Dîcle destnîşan kir ku bi kovarê armanca wan a sereke xurtkirina çîrokên kurdî ye û ew dixwazin bi kovara xwe Kurdçîrokê cîhana çîrokan geş bikin û wiha pê de çû: “Em dixwazin hem bila çîroknivîsên kurd bi hêsanî çîrokên xwe bigihînin xwîneran, hem jî çîrokên cîhanê bi kurdî bên wergerandin ku ji bo zimanê me xurtir bibe û hem jî dikaribin wêjeya cîhanê bi kurdî bixwînin û bişopînin. Helbet yek ji armancên me yên demdirêj jî ew e ku ev kovar emirdirêj be û dikaribe ji bo çend nifşan bibe dibistana çîrokan.”

Di berdewam axaftina xwe de, Dîcle destnîşan kir ku çîrokên moder ên kurdî li gorî gelek çîrokên gelên din hê negihîştiye asta ku ew dixwazin û wiha got: “Em bawer in ku nivîskarên kurd ên nûhatî wê derfetên zimanê kurdî baş bi kar bînin, civata xwe baştir nas bikin û wêjeya cîhanê baş bişopînin û bi vî awayî çîrokên kurdî jî wê bigihîjin asteke pir bilindtir.”

Teoriya çîrokan û rexneya pirtûkan

Nivîskar û edîtorê kovarê Dîcle herî dawî diyar kir ku wê kovara wan bi awayê kaxid sê mehan carekê derbikeve û wiha got: “Wê di kovara me de hem çîrokên kurdî hem jî yên cîhanê hebin û her wiha nivîsên li ser teoriya çîrokan, rexneyên pirtûkan û hevpeyvîn jî hebin.”

Nûçe: Felat Niştiman

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê