spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovara zanist û erdnîgariyê: Parzemîn

Komeke ji zanyar, mamoste û wergêran pêk tê, ji sala 2010’an vir ve bi zimanê kurdî (kurmancî, kirmanckî) xebatên li ser zanist, erdnîgarî û teknolojiyê dike. Komê bi kovara bi navê Zanko ya bi awayê PDF li ser înternetê, dest bi karê xwe kiriye. Piştî çend hejmaran navê kovarê guherandine kirine Parzemîn.

Berpirsê malper û medyaya civakî ya Parzemînê Weysel Karabulut diyar dike ku armanca xebatên wan a sereke, belavkirina hişmendiya zanistê ya bi zimanê kurdî ye û dibêje: “Em dibêjin ‘divê tu hevokeke li ser rûyê dinyayê nemîne ya kurdiya wê nehatibe gotin.’ Sê armancên me hene: Yek ziman, du zanyarî û ya sisêyan jî standardîzekirina hevoksaziya zanistî ye. Helbet em dixwazin zanist û erdnîgariyê yên ji bo pêşeroja mirovahiyê jêneger in, bi gelê me bêhtir bidin hezkirin û karibin hişmendiyeke çêtir li ser parastina xweza û jîngehê ava bikin.”

Weysel Karabulut destnîşan dike ku di warên edebiyat, çand, huner û gelek mijarên din de kovar û xebatên curbicur hene lêbelê li ser zanist û teknolojiyê gelek hindik in; ji lewra wan xwestiye vê valahiya zimanê kurdî dabigirin. Karbulut her wiha amaje pê dike ku hema bêje xebatên zanistî û teknolojiyê bi hemû zimanên serdest ên diyayê tên kirin, loma girîng e bi zimanê kurdî jî ev xebat bên kirin.

Karabulut ji bo globalbûnê jî dibêje, zimanê kurdî birçî û bendewarê globalbûnê ye û wiha didomîne: “Belkî em nikaribin bibin pireke tekûz lêbelê em dikarin bibin stûneke vê pira zanyariyê. Em di her warî de xebatên xwe bê berdêl dikin. Globalîzm ji bo zimanan mecbûrî ye û helbet em jî dixwazin bibin kevirekî biçûk ê vê hewldanê.”

Têkiliya kovara Parzemînê bi kovara National Geographicê re jî heye û wê mafê bikaranîna naverok û daneyan jî bi awayê fermî bi dest xistiye. Karablut bi lêv ku ew bi hêvî ne, wê dikaribin di demên pêş de kovara Parzemînê wek “National Geographic Kurdî” derbixin û didomîne: “Tevî ku statûyeke zimanê kurdî ya fermî tune ye jî, National Geographicê destûra bi kurdî da. Ev bi serê xwe ji bo zimanê kurdî serkeftinek e. Gava aliyê fînansî jî çareser bibe em bawer in dê kovara National Geographic bi kurdî jî derkeve.”

Weysel Karabulut der barê plansazî û xebatên wan ên ji bo pêşerojê de jî dide zanîn ku ew hewl didin belgfîlmên kurt û dirêj bikin kurdî û ev tişt dibêje: “Em hewl didin dublaja wan belgefîlman bikin da ku bibin çavkaniyeke dûvedirêj a zanistî ya bi zimanê kurdî. Em dixwazin belgefîlmên kêrhatî yên alema zanistê bikin kurdî. Ji daxwazekê wêdetir xebat tên kirin û xebatên me didomin.”

Karabulut herî dawî diyar dike ku ew dixwazin xebatên wan bibin çavkaniya herî hêsan a ji bo xebat û lêkolînan û her wiha pêşniyar û rexneyên ji bo kovarê tên kirin jî motîvasyona wan a kar zêde dike û ew pê kêfxweş dibin.

Kovara Parzemînê heta niha bi awayê kaxiz tenê hejmarek çap bûye û tevî hejmara çapkirî heta niha 6 hejmarên kovarê derketine. Kovar li ser malpera Parzemîn Solutionê (parzemin.com) jî belav dibe û yên bixwazin dikarin li ser vê malperê xwe bigihînin kovarê û wê daxînin. Her wiha bi awayekî çalak li ser hesabên tevnên medyaya civakî jî xebatên kovarê bi rêk û pêk tên parvekirin.  