25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovareke din li kurdî zêde dibe

Komeke ciwanên kurd amadekariya xwe ya ji bo kovareke wêjeyî dikin. Der barê naveroka vê kovarê de li ser malperên civakî hin agahî ji aliyê komîteya amadekar ve hatin belavkirin.

Li gorî wan agahiyan Kovar dê bi navê HERD’ê û bi 2 zaravayên kurdî (kurmancî û kirmanckî/kirdkî) weşanê bike. Kovar ji çîrok, helbest, werger, rexne û nivîsên teorî pêk tê.

Xebatkarên kovarê jî ciwan û nivîskarên ji her herêma Kurdistanê ne. Tê plankirin ku ev kovar hejmara xwe ya yekemîn di meha adara 2021’ê de bi xwînerên xwe re parve bike.

Komîteya kovara HERD’ê ya weşanê ji van navên li jêr pêk tê:

Gulgeş Deryaspî, Mehsum Reşçelan, Gewher Fetah, Uxur Sermiyan, Bedriye Topaç, Suat Baran, Alî Aydin Çîçek, Omer Barasi û Firat Keklîk.  Her wiha li gorî nivîskar Deriyaspî ji ber nexweşiya pandemiyê dê kovar pêşî bi rengekî onlîne were weşandin. Tê payîn ku kovar bi cejna Newrozê re were weşandin.  AMED