19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kovîd-19 li Kurdistanê zêde dibe

Li gorî malpera “Worldometer”ê li seranserê cîhanê hejmara kesên bi nexweşiya Kovîd-19’ê ketine bûye zêdeyî 24 milyon. Her wiha zêdeyî 800 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Hejmara kesên ji vê nexweşiyê pak jî bûne gihaye derdora 13 milyonî.

Nexweşiya bi Kovîd-19’ê hîn jî bi dijwarî li gelek deverên cîhanê belav dibe. Di vê dema dawî de bandora vê nexweşiyê li hemû Kurditanê û bi taybetî li Bakur gelekî zêde bûye. Her wiha li rojavayê Kurdistanê ku ji destpêka belavbûna vê nexweşiyê de, hin tedbîrên baş girtin. Bi van dedbîran dikaribûn heta demekê xwe ji vê nexweşiyê biparêzin lê di vê meha dawî de ev nexweşî bi rengekî berbiçav li vê derê jî belav dibe.

Bîlançoya Rojava

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexweşekî din ê bi vîrûsa koronayê mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê bi vîrûsê ketibû miriye. Temenê wî 58 e û ji Dêrika herêma Cizîrê ye.

Mistefa da zanîn ku 31 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (20 mêr û 11 jin) ji van herêman in;

-Hesekê 7, Qamişlo 14, Rimêlan; 2, Girkê Legê; 1, Dêrikê; 3, Tirbespiyê; 3, Dêrazorê; 1.

Hejmara giştî ya nexweşên vîrûsa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 425 e. Ji vana heta niha 27 kesan canê xwe ji dest daye û 75 kes jî baş bûne.

Bîlançoya Tirkiyeyê

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa koronayê yên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine heta dema amadekirina vê nûçeyê li Tirkiyeyê di rojekê de 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 502 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 261 hezar û 194 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû zêdeyî 6 hezaran.

Li Başûr jî nexweşî zêde bûye

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên der barê nexweşiya Kovîd-19’ê de aşkera kir. Li gorî zanyariyên hatine aşkerakirin li Herêma Kurdistanê di rojekê de nexweşî li 677 kesên din peyda bûye û 18 kes jî mirine. Her wiha 312 nexweş baş bûne û test ji bo 4 hezar û 928 kesan hatiye kirin.

Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 25 hezar û 929 kes nexweş ketine; 948 kes bi Kovîd-19’ê mirine; hejmara nexweşên baş bûne 15 hezar û 494 e.

Di dema dawî de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî hejmara nexweşan zêde dibe û yek ji bajarên ku herî zêde ev nexweşî lê belav bûye Êlih ye.

Li Êlihê nexweşî zêde bû

Li nexweşxaneyên Êlihê ji ber pêketiyên koronayê cih nema. Tê gotin rojane testa 350 kesî pozîtîf derdikeve. Pêketiyên koronayê yên dixwazin biçin nexweşxaneyan jî ambûlans wan nabin. Ev dibe cihê nîqaşê. Hevserokê SES’ê Denîz Topkan got, hefteya borî 7 kesên di dora lênêrîna awarte de bûn mirin.

Ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê pergala tenduristiyê li Êlihê teviziye. Ji ber tedbîr nayên girtin li Êlihê her roja pêketiyên nû zêde dibin. Li Êlihê test pir hindik tên kirin. Piştî bertek nîşanî hindikbûna testan hat dayîn, niha rojane hejmara testan derxistine 700’î. Nîvê testan pozîtîf derdikevin. Heta niha li Êlihê testa 15 hezar kesan pozîtîf derketiye û 40 kes di bin çavdêriya komên fîlyasyonê de ne.

Ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê li Nexweşxaneya Herêmê ya Dewletê ya Êlihê ku wek nexweşxaneya pandemiyê xizmetê dide, cih nemaye. Welatiyên bi koronayê dikevin jî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û welatî bi zehmetiyan re rûbirû dimînin.

Nîvê testan pozîtîv derdikevin

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku li Êlihê testên ku rojane tên kirin nîvê wan pozîtîf derdikevin. Topkan da zanîn ku rayedarên saziyên fermî helwesta “em dizanin” nîşan didin û heta niha midûriyeta tenduristiyê û walîtî li xwe mikûr nehatiye û ev jî cidîbûna rewşê nîşan dide. Topkan destnîşan kir ku komên fîlasyonê li Êlihê çavdêrî li 40 hezar kesî dikin. Li bajêr 3 hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê hene, testên 700 kesan pozîtîf derketine. Topkan da zanîn ku hejmara pêketiyan her roja zêde dibe, pergala tenduristiyê têrê nake û divê rayedar hîn bêtir derfetên xwe bixin dewrê.

Li Êlihê 7 kes mirin

Topkan destnîşan kir ku hefteya borî li Êlihê 7 kesên bi koronayê ketibûn û di dora lênêrîna awarte de bûn jiyana xwe ji dest dane û ji ber ev yek metirsiyê çêdike, xelk jî ji vê yekê nerazîbûna xwe tîne ziman.

Li Bakur rewşa girtiyan

Di rojên dawî de bi zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re, ji nû ve hemû nêrîn veguherîn ser girtîgehan. Ji destpêka pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, li girtîgehan di bin navê bergiriyan de mafê hevdîtina vekirî û girtî, qadên hevpar ên spor, atolye û  pirtûkxaneyê hatin qedexekirin û ji bo qawîşan amûrên paqijiyê yên pêwîst an qet nayê dayîn, an jî pir kêm tên dayîn. Endama Lijneya Rêveberiya CÎSST’ê Berîvan Korkût, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku ew nizanin çiqas girtî bi şewbê ketine û der barê vê yekê de agahiyeke zelal tune ye. Korkût, da zanîn ku ji destpêka pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, li girtîgehan mafê tenduristiyê ji holê hatiye rakirin û got: “Ev rewş ji bo girtiyan dibe sedama pirsgirêkên cidî.” Her wiha da xuyakirin ku Serokatiya Malên Ragirtin û Cezayê (CTE) di 25’ê hezîranê de daxuyaniyek da û wiha got: “CTE di vê daxuyaniya xwe de gotibû 91 girtî bi şewbê ketine lê min ji vê hejmarê bawer nekir. Divê wezareta dadê, dem bi dem der barê rewşa girtiyan de daxuyanî bide. Divê der barê şert û mercên girtîgehan û rewşa  girtiyan de, bi awayekî bi rêk û pêk daxuyanî bên dayîn.

Hejmara nexweşan herî zêde li DYA’yê ye

Li cîhanê welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, DYA ye. Li DYA’yê hejmara pêketiyan derketiye 5 milyon û 956 hezar û 36’an. 182 hezar û 412 kes jî mirine. Piştî DYA’yê welatên ku hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir e wiha ye: “Brezîlya (3 milyon û 674 hezar û 176), Hindistan (3 milyon û 235 hezar û 735), Rûsya (970 hezar û 865), Afrîkaya Başûr (613 hezar û 17), Perû (607 hezar û 382), Meksîka (568 hezar û 621), Kolombiya (562 hezar û 128), Îspanya (423 hezar û 224), Şîlî (400 hezar û 985), Îran (363 hezar û 363), Arjantîn (359 hezar û 638), Îngilistan (327 hezar û 798), Erebistana Siûdî (309 hezar û 768), Bangladeş (299 hezar û 628), Pakistan (294 hezar û 193), Tirkiye (261 hezar û 194) û Îtalya (261 hezar û 174).”