spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîz berê wan dide kurdan!

Li Tirkiyeyê, ji ber pêkanînên antidemokratîk krîzeke kûr a aborî û siyasî heye. Dethilata AKP-MHP’ê hebûna van krîzan qebûl nake. Wekî ku li welat rewşeke bi vî rengî tunebe tevdigerin û daxuyaniyan didin lê pêkanînên ku di her warî de vê rewşê radixin ber çavan pir zelal holê ne. Mînakên herî şênber jî daketina nirxê pereyê tirk û avabûna partiyên siyasî yên nû ne.

Destpêkê AKP di nav xwe de dabeş bû. Serokwezîrê AKP’ê Ahmet Davûtoglû dawiya sala 2019’an ji ber partiya xwe veqetiya û bi navê Partiya Pêşerojê partiyeke nû ava kir. Piştî Davûtoglû di destpêka sala 2020’an de Alî Babacan ku bi salan wezîrtiya AKP’ê kir jî ji partiya xwe veqetiya û bi navê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê partiyeke nû ava kir.

Davutoglû û Bahçelî

Hem Davûtoglû hem jî Babacan di rojên dawîn de rexneyên tund li AKP’ê dikin û li dijî gelek polîtîkayên ku bi hev re afirandibûn dertên lê tişta balkêş her du lîder jî ji bo dengê kurdan dilîzîn û polîtîkayên ku li dijî kurdan tên meşandin rexne dikin. Li gorî partiyên heyî pir bi pêş de diçin û angaşt dikin ku muxatabê çareseriya pirsgrêka kurdî ne û qala perwerdeya bi kurdî dikin.

Herî dawî Davûtoglû hat Amedê û angaşt kir ku ew dixwaze pirsgirêka kurdî çareser bike û dê dawî li pêkanîna tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên kurdan bîne. Ji ber van daxuyaniyên wî, serokê  giştî yê partiya nijadperest MHP’ê Dewlet Bahçelî bi awayekî tund rexne li Davûtoglû kirin û got ku Davûtoglû bi devê PKK’ê axiviye û dijberiya xwe ya li dijî perwerdeya kurdî anî ziman.

Babacan û Erdogan

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan jî di ser aboriyê de AKP’ê kir hedefa xwe û got ku ji bo çareseriya krîza aborî siyasî divê AKP’ê ji desthilatê biçe. Ji ber van daxuyaniyên xwe Babacan ket hedefa serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ku di zexmkirina faşîzmê de bi israr e. Erdogan bi zimanekî kuşpene got Babacan nikare dersên aboriyê bide wan.

Ji ber van rexneyên tund ên li hemberî hev ku rê li ber nîqaşa têkçûna dethilata wan vedike, Erdogan û Bahçelî bang li Seroka Giştî yaÎYÎ Partiyê Meral Akşener kirin ku ji sefê muxalefetê veqete û tev li bloka wan a faşîst bibe. Akşener, bi şert bersiv da wan û berovajiyê banga wan bi Babacan re, hevdîtinek kir û bi qesta CHP’ê got ku ew kesên ku bi wan re derketine rê li nîvê rê nahêle.

Mûharrem Înce

Di vê pêvajoya ku muxalefeta Tirkiyeyê rojeva Tirkiyeyê diyar dike de dengê parçebûnekê mîna AKP’ê ji CHP’ê jî hat. Namzetê CHP’ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce nîşanên veqetandina xwe ya ji CHP’ê û avakirina tevgereke din da. Piştî ku gelek senaryo li ser vê helwesta wî hatin nivîsandin Mûharem Înce derket pêşberî kamereyan û gelek rexne li partiya xwe kir.

Înce piştrast kir ku ew tevgerek ava dike û di vê der barê de got ku ji ber ku ew sekna partiya xwe ya li dijî faşîzma AKP’ê bes nabîne dertê rê. Mûharrem Înce jî mîna Davûtoglû û Babacan ji bo kurdan peyam dan. Înce, tifaqa hilbijartinên herêmî bi bîr xist û got ku partiya wî CHP bi dengê kurdan şaredariyên bajarên mezin bi dest xistine lê tenezulê nekirine ku spasiyekê li kurdan bikin.