19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîza aborî siyasî ye

Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî nirxandin û gotin heke muxalefet bi hev re gav bavêjin dê li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk bên çareserkirin û ji tengasiyên heyî dê ji holê rabin

Di vê hefteyê de mijara herî zêde derket pêş krîza aborî û siyasî bû. Li ser polîtîkayên ku tên meşandin gelek nîqaş hatin kirin. Hat diyar kirin ku divê li gorî hewcedariyên civakê polîtîka bên afirandin. Her wiha divê muxalefet jî li gorî pêdiviyan demildest bikevin nav hewldanan. Nûnerên partiyên siyasî li ser rewşa siyasetê rawestiyan û gotin divê ji bo çareseriya pirsgirêkên sereke û yekitiya gelên li Tirkiyeyê hewldan û têkoşîneke hevpar bê dayîn. Di rojên dawiyê de jî li ser banga hilbijartina pêşwext jî gelek nîqaş hatin kirin. Siyasetmedaran bal kişand ser nixumandina rojevên esasî yên Tirkiyeyê jî.

‘Rojeva esasî tê guhertin’

Hevseroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren bal kişand ser geşedanên germ ên li Tirkiyeyê û got: “AKP bi rojevên cuda dixwaze xwe hêj li ser piyan bigire. Ew banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê di cih de dibînin û pişgiriyê didin.”

Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, destnîşan kir ku bêkarî û krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe û wiha axivî: “Ev ne bes, îktîdar dixwaze muxalefetê jî bifetisîne. Banga vê hilbijartina pêşwext banga bindest, kedkar û yên ji vê rewşê ne razî ne.”

Li Tirkiyeyê krîza aborî û siyasî

Hevserokê Partiya Pêşeroja Kesk a Çep (YSGP) Sînan Tûtal da zanîn ku piştî hilbijartina 31’ê adarê bloka AKP û MHP’ê rêjeyeke mezin deng winda kiriye û wiha bilêv kir: “Ev blok bi krîza aborî û siyasî re dihele. Wek kamyona ku nikare frên bigire ye. Berjêr dibe. Ew jî di ferqa vê yekê de ne. Ji bo aloziya heyî veşêrin  qeyûm û şerê Sûriyeyê xistin meriyetê.”

Dixwazin xwe xelas bikin

Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş jî da zanîn ku li cîhanê pêla raperîna kedkaran a cîhanê bilind dibe û wiha got: “Ji Rojhilata Navîn bigire heta Amerîkaya Latîn û ji Lubnanê heta Şîliyê li hemberî desthilatdariyê gel serî rakir. Li Tirkiyeyê jî krîzek heye û nerazîbûnek heye. AKP jî dixwaze xwe ji hemû tengasiyên xelas bike.”

‘Bila destkeftî bên parastin

Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî diyar kir ku îktîdar rejîma xwe ya siyasî li ser polîtîkayên zext, tundî, dijwarî, zayendperestî, pevçûnxwaz û şerxwaz ava kiriye û wiha axivî: “Kesên ku daxwaza mafê xwe dikin, aştiyê dixwazin û diparêzin bi êrîşan re rûbirû dimînin. Li dijî polîtîkayên heyî divê navendeke têkoşîna hevpar were avakirin.”