23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîza li Afganistanê û faktora penabertiyê

Kurdistan Lezgiyeva

“Mafê parastinê yê her koma civakî pîroz e. Li hemberî her cure êrîşa li ser hebûna komekê û nirxên bi ser hebûna wê ve hebûna hêza parastinê, ji bilî mafekî dest jê nayê berdan, sedemeke hebûnê ye”.
Abdulla Ocalan

Rewşa Afganistan û herêmên cîran pir dînamîk e. Hejmareke girîng lîstikvanên hundur û derve pêşbîniya bûyerên dijwar dikin û xetereyên zêde yên pêvajoyên nekontrolkirî diafirînin. Di nav cîranên Afganistanê de, welatên Asyaya Navîn ji yên herî kêm stabîl in û ji şokên derveyî re di nav xetereyê de ne.

Asyaya Navîn herêmeke tevlihev e ku gelek deverên teqîner lê hene. Faktorên metirsiyê: Pirsgirêkên sînorî yên neçareserkirî yên di navbera Ozbekistan, Qirxizistan û Tacikistanê de, têkiliyên tevlihev ên etnîkî, zêdebûn-kêmbûna av û axê, diyardeyên ekstremîzma dînî, bazirganiya narkotîkê, tebeqekirina milkên girîng, qalîteya kêm a karûbarên civakî.
Di van 2 salên çûyî de, rewş ji ber bandora neyînî ya pandemiya Covît-19’an aloz bûye – girtina sînoran li koçbûna ber bi Rûsyayê xistiye û di heman demê de rêwîtiya îslamîstên radîkal li Rojhilata Navîn dijwar kiriye.

Bûyerên ewlekariyê yên herî balkêş li herêmê şerê navxweyî yê salên 1990’î li Tacikistanê, pevçûnên navetnîkî li Qirxizistan û Qazaxistanê û her wiha pevçûnên sînorî yên vê dawiyê di navbera Qirgizistan û Tacikistanê de li Geliyê Ferganayê pêk tê. Di heman demê de çalakiyên protestoyî yên dijî Çînê yên li Qazaxistan û Qirzizistanê jî balkêş in.
Yek ji encamên herî berbiçav ên krîza li Afganistanê herikîna hemwelatiyên afgan e ku dixwazin ji welêt derkevin. Çend sed kesî berê xwe dane Qirxizistanê, di nav wan de xwendekarên ku li gorî bernameyên Dewletên Yekbûyî di saziyên perwerdehiyê de xwendine jî hene. Belavkirin û bicihkirina mirovan ji hêla Wezareta Derveyî ve tê birêvebirin.

Varyanteke din jî ev e ku mirovên koçkirî bi kar bînin da ku agahdariya li ser axa mayîna xwe berhev bikin. Ji bo afganiyên ku wekî agahdarvan tevdigerin re ev ê ne zehmet be. Tenê 3-5 sal in mirov li bendê ne ku pêwendiyan bi cihekî nû yê rûniştinê re ava bikin. Piştgiriya darayî dikare armancê hêsan bike. Pêla penaberan dikare bibe sedema encamên cuda. Berî her tiştî, ev ê bi hêjmara pêlên koçberiyê ve girêdayî be.
Li welatên herêmê, di serî de Qazaxistan û Qirxizistan, dibe ku komek zêde ya mirovên dilsoz ên Dewletên Yekbûyî yên ku ji dil ji Talîbanê nefret dikin (rêxistin li Rûsyayê qedexe ye) xuya bike. Afganî dikarin wekî amûrekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên DY’yê li herêmê werin bikaranîn. Wekî din, komên xwendekar, çalakvan û parêzvanên xwedî tecrube dikarin beşdarî berhevkirina agahdariya veşartî bibin. Siyasetmedarên herêmî, karbidest û kesayetên giştî dê bi xwe têkiliyê daynin, nemaze ger hin afganî wekî belavkarên bexşan tevbigerin. Her wiha ger hejmara penaberan ji çend hezaran derbas bibe, dê encamên li vê herêmê zêdetir bibin.

Zêdetirî 3 mîlyon tacîkên etnîkî li Afganistanê dijîn (daneyên rastîn nayê zanîn, hêjmara dawî ya nifûsê zêdetirî 40 sal berê hate kirin), her wiha ji bo turkmen, ozbek, qirxizan jî wisa ye. Veguhastina hejmareke girîng a tacîk an ozbekan li welatên Asyaya Navîn dibe ku bibe sedema guhastina pêkhateya etnîkî ya welatan û hem jî çêkirina hêlînên zêde yên tengezariyê. Di rewşa herî xirab de ev dikare bibe sedema pevçûnên di navbera etnîkî de, dijwarbûna pevçûnên li ser sînor û ji nû ve dabeşkirina waran bi bandora komên sûcdar.
Ez ê varyanta ne mumkun jî destnîşan bikim -penaber dikarin hemwelatiya welatên Asyaya Navîn bistînin û wekî hemwelatiyên bêkêmasî digel hemû pirsgirêkên ku ji bo Federasyona Rûsyayê derdikevin biçin Rûsyayê.

Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê dest bi kampanyaya “Rûsya û Çîn di serketina Talîbanê de sûcdar in” kir. Armanca vê kampanyayê di serî de penaberên ji Afganistanê ne û pêdivî ye ku ji wan re “bi rengekî rast vebêjin” kî ji êşên wan sûcdar e. Ji ber ku yên dikin û yên ku qaşo şermezar dikin jî ji yek malê ne.

Dixwazim dîsa nivîsa xwe bi gotinên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi dawî bikim:
“Dema ku desthilatdarî bi tevahî civakê dixin, ev nayê wê maneyê ku gelekî bi hêz bûye. Di heman demê de tê wê maneyê ku gelekî neçar e, belengaz e, di pêvajoya jihevdeketinê de nêzî qonaxa dawî û leza dawî bûye. Jixwe diyardeya desthilatdariyê wexta bi modernîteya kapîtalîst tê avakirin nexweşiyek e û mirov dikare wê wisa bihesibîne ku gihiştiye asta rizînê. Bêhn pê ketiye, genî bûye. Bi gotina Bakunîn desthilatdarî ewçend riziyaye ku mirovê herî biexlaq û saxlem xwe pê bike dê nexweş bikeve”.