24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ku komplo bi ser ketibûya…

Hêzên Navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi armanca planên xwe yên nû têxin meriyetê Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Piştî li ser gefên hêzên navdewletî Rejîma Sûriyeyê Ocalan ji Sûriyeyê derxist, di 15’e sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. 23 sal di ser komploya navdewletî re derbas bûn. Beriya komployê gelek caran Ocalan hewl da ku pirsgirêkê bi rêya diyalog û muzakereyan çareser bike. Lê Tirkiyeyê û hêzên navdewletî gelek caran plan kirin ku suîkastan pêk bînin. An jî dîl bigirin. Lê heta 98’an hemû hewldanên Tirkiyeyê û hêzên navdewletî vala derketin.

Pêvajoya beriya komployê:

Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî, hilbijartina yekemîn piştî sala 1983’an  pêk hat. Di vê hilbijartinê de Partiya ANAP’ê ku Turgut Ozal serokê wê bû, bi ser ket. Turgut Ozal wê demê bû serokwezîrê Tirkiyeyê. 9-10 meh şûnde PKK’yê di 15’ê Tebaxa 1984’an de çalakî li dar xistin û pêvajoya  şerê çekdarî da destpêkirin. Tevgera kurd ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dest bi şerê çekdarî kir. Ozal ku nû bûbû Serokwezîr ji bo tevgera kurd a çekdarî têk bibe serî li hemû rê û rêbazan da. OHAL îlan kir. Walîtiya Herêma OHAL’ê ava kir. Ozal li dijî PKK’yê şerekî pir dijwar meşand. Şerê Ozal ê li dijî PKK’yê heta sala 1989-1990’î berdewam kir. Lê hêza PKK’yê her ku çû mezin û zêde bû. Serhildanên nû yên gel dest pê kirin. Gel ji gundan meşiyan navçeyan. Wê demê li cîhanê jî rûpelên nû vedibûn. Ji ber geşedanên li cîhanê, têkçûna bloka Sovyetê û dagirkirina Kuveyt, Ozal vê carê bi Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan re dest bi hewldanên lihevkirinê kir. Di sala 1992’an de li başûrê Kurdistanê rêveberiya Federe ya Kurdistanê hate avakirin. Ozal dît ku bi şerê 8-9 salan encamê nastîne. Bi polîtîkayên tundiyê encamê nastîne. Dît ku her diçe PKK bêtir bi hêz dibe. Gel piştgiriyê dide wan.

Ozal bi qanala Celal Talabanî kete nava lêgerîna çareseriyê  

Di salên 1990’î de Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê bi Serokkomarê wê demê Turgut Ozal re li hin çareseriyan geriya. Li ser hewldanên Ocalan, Ozal jî ji bo çareseriyê ewil bi qanala Serokê YNK’yê Celal Talabanî re xwest rêyekê veke. Dîsa xwest bi rêya Rojnameger Cengiz Çandar qanala duyemîn rê veke. Çandar wê demê xwe gîhandibû Ocalan. Qanala 3’emîn jî parlamenterên HEP’ê bû. Bi rêya parlamenterên HEP’ê Ozal xwestibû xwe bigîne Ocalan. Ozal wê demê peyama ‘Em êdî beşek girîng ên di nava dewletê de bawer dikin ku ev pirsgirêk bi rêbaza tundiyê çareser nabe. Ev jî bi rêbaza agirbestê pêk tê. Eger PKK bersivê bide vê yekê, em ê berê xwe bidin rêbazên siyasî’ dabû. Abdullah Ocalan jî li ser wê fikrê bû. Newroza 1992’an bi serhildan û xwînê derbas bûbû. Bi taybetî li Cizîr û Nisêbînê di pîrozbahiyên Newrozê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di Tebaxa 1992’an de dewletê Şirnex hilweşandibû. Abdulah Ocalan qîmet dida diyalogê. Di 17’ê adara 1993’an de ji bo mehekê agirbest îlan kir. Wê deme parlamenterên HEP’ê li meclisê bûn. Vê agirbestê bandorek mezin li ser Tirkiyeyê kir. Mîmarê vê yekê Ocalan û Serokkomarê wê demê Ozal bû.” Ocalan wê demê ji bo hêza çareseriyê bide di 16’ê nîsana 1993’an de agirbest bê dem dirêj kir.

16’ê nîsana 1993’an de 2-3 roj beriya civîna çapemeniyê heyetek çûbû Şamê. Di nava heyeta Şamê de Hatîp Dîcle û Ahmet Turk jî hebûn. Peyam bi Ocalan re parve kirin. Di 16’ê nîsana 1993’an de Ocalan agirbesta mehekê dirêj kir û agirbesta bêdem îlan kir. Vê yekê destê Ocalan bêhtir bi hêz kir. Di 16’ê nîsana 1993’an de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay, Celal Talabanî û gelek siyasetmedar tev li civînê bûbûn. Di 17’ê nîsanê de heyet dê vegeriyana Tirkiyeyê. Celal Talabanî xwest xwarina nîvro bide heyetê. Piştî xwarinê Celal Talabanî radyoya Ereb guhdar kir got “Ey wax. Xeberek min a nexweş heye. Mixabin dibêjin Ozal miriye.”

Wê demê Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan jî gotibû ‘Bi gumanek mezin dewletê Ozal kuşt. Ji ber ev kevneşopiya Osmaniyan e. Tu carî dewletê tehamulî têkçûnê nekir.’ û fikarên xwe anibû ziman.

Ji ber Ozal bi helwestek aştiyane nêzîk bû, baskê kûr ê dewletê ev yek wekî têkçûn girt dest. Ozal bi awayekî gumanbar mir. Piştî 17’ê nîsanê li Tirkiyeyê pêvajoyeke pir xerab dest pê kir. Sala 1993’an bû saleke bixwîn. Li aliyekî Ozal xwest bi rêya aştiyê çareser bike. Li aliyê din hêza ku dixwest pirsgirêka kurd bi tundiyê çareser bike hebû. Di nava hêza tundî û şer de Suleyman Demîrel, Tansu Çiller û Dogan Guneş yên girêdayî NATO’yê hebûn. Vê hêzê di 24’ê çileya 1993’an de Ugur Mumcu qetil kir. Pişt re Adnan Kahvecî bi qezaya trafîkê kuştin. Dîsa Orgeneral Eşref Bîtlîs bi suîqastê kuştin. Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Madimakê komkujî pêk anîn û peyam dan civaka elewî. Di 4’ê îlona 1993’an de Mehmet Sincar bi suîqastê kuştin. Li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û bi deh hezaran mirov kuştin. 4 hezar gund şewitandin û 17 hezar mirov kuştin. Di 2’ê Adara 1994’an de parlamenterên DEP’ê ji meclisê derxistin. Heyeta ku Ozal ji bo hevdîtina Ocalan şandin Şamê, piştre şandin girtîgehê. Ocalan di 1995’an de dîsa yekalî agirbest îlan kir.”

Necmettîn Erbakan jî wekî Ozal bi rêyên cuda peyam ji Ocalan re şandin. Lê dewletê guh neda vê yekê. Di sala 1995’an de Partiya Refahê bû partiya yekem. Necmettin Erbakan jî wekî Ozal xwest bi rêbazên cuda peyamê ji Ocalan re bişîne. Lê di Gulana 1996’an de li dijî Ocalan suîqasteke pir mezin pêk anîn. Dîsa Erbakan jî di 28’ê Sibata 1997’an hat tasfiyekirin. Di sala 1997’an de îstîxbarata Israîlê peyam ji Ocalan re şandin. Ji Ocalan re gotin ‘PKK rêxistineke azadiyê ye. Dikarin bi her kesî re hevdîtin bikin. Çend roj şûn de Celal Talabanî Ocalan ziyaret kir. Got “Serok te çi got. DYA û Israîlî pir ji te hêrs bûne’ Wî jî got ‘Ji min xwest me bikin yedekê xwe. Em înîsiyatifa xwe dewrî wan bikin.’ Hewldanên komployê heta 1999’an berdewam kir.

Di 17’ê îlona 1998’an de li DYA’yê têkildarî pirsgirêka kurd geşedanên nû pêş ketin. Wê rojê DYA di navbera KDP û YNK’yê de mutabaqatek çêkir. Xwestin li dijî Ocalan helwesta xwe aşkera bikin û PKK’yê tasfiye bikin. Beriya 9’ê Cotmehê Fermandarê Giştî yê Bejayê çû Hatayê û gef li Sûriyeyê xwar û got: “An hûnê Ocalan bidin me, an hûnê wî dersînor bikin. An jî em ê li dijî we şer îlan bikin.” Têkildarî vê pêvajoyê Cîgirê Serokdewletê Suriyeyê Abdulhadi Muhattan di bîranînên xwe de got ‘Piştî rewş pir cîddî bû, li dijî gefên Tirkiyeyê Husnu Mubarek, bi Hafiz Esad re hevdîtin kir. Got NATO bi biryar e. Eger Ocalan neyê teslîmkirin an jî neyê derxistin, dê teqez Tirkiye li dijî Sûriyeyê şer îlan bike.’ Piştî wê demê Abdulhadî Muhattan, bang li Ocalan dike. Muhattan di bîranînê xwe de dibêje ‘Ew mirovekî pir zane û jîr e.’ Min ji Ocalan pirsî û got ‘Tirkiye blof dike an jî cîddî ye?’. Ocalan jî got ‘Na Tirkiye blof  nake. Şerek li ber derî ye. Divê ez ji Sûriyeyê derkevim. Ji ber ku ez naxwazim tu dostên min ji ber min zerarê bibînin. 20 sal in em li herêmê ne. li Rojhilata Navîn in. Em li Sûriye û Lubnanê man. Ku ez ji Sûriyeyê derkevim ez dikarim rê li pêş vî şerî bigirim.’ Ji ber vê yekê Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket Ewropayê.

Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan piştî di 9’ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derxistin di 14/15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan têkildarî komployê got ‘Ev komplo bi temamî ji aliyê hêzên navneteweyî û kûrewî ve pêk hatiye. Rola Tirkiyeyê ya li vir rola gardiyanan e. Armanca vê yekê li Tirkiyeyê kurd û tirkan bînin beramberî hev. Ji ber vê yekê divê kes neyê lîstikan.’

Serokwezîrê wê demê Bulend Ecevît jî got ‘Emerîka çima Ocalan teslîmî me kir, min hêj fam nekiriye.’ Ocalan têkildarî kompyoyê got ‘Di vê komployê de min wekî şexs winda kir. Lê gelê kurd bi ser ket. Êdî têkbirin û tunekirina Tevgera Azadiyê û gelê kurd ne pêkan e.’

Xwestin Ocalan bi awayekî fîzîkî tasfiye bikin. Lê gelê kurd, li Ewropa, Tirkiye û her derê ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibatê li Ocalan xwedî derket û derketin kolanan. Nêzî 200 mirovan bi hişyariya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bedena xwe dan ber agir. Piştî di 15’ê Sibatê de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, li hemû bajarên Tirkiyeyê kurd rabûn ser piyan. Kurd li Ocalan xwedî derketin. Ji ber bertekên kurdan nekarîbûn fîzîka Ocalan tune bikin.

Heyetên dewletê ji salên 1993’an heta niha gelek caran bi Ocalan re hevdîtin kirin. Hin mutabaqat pêk anîn. Bi hevdîtinên li îmraliyê jî hin mutabakat pêk dihatin. Ev mutabaqat hemû kirin nivîskî û dosya. Îro dadgeh nexşerêya 10 sal berê dike hincet. Bi vê yekê dixwaze hemû mutabakaqên hatine kirin tune bihesibîne.

Piştî Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û di 15’ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê kirin, Ocalan dîsa her tim xwest bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike. Herî dawî dema di 3’ê Çileya 2013’an de heyet çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin, piştî hevditinê di 9’ê Çileya 2013’an de siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê qetil kirin. Ocalan wê demê dîsa gotibû ‘Hêj komplo berdewam dike’. Li gel hewldanên Ocalan ên çareseriyê dîsa gelek caran operasyonên siyasî û leşkerî li dijî gelê kurd pêş ketin. Niha hem operasyonên siyasî û leşkerî didomin, hem jî tecrîd didome û bi tu awayî bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin.

Ocalan: 9’ê Cotmehê, lîstoka du sed salan e

Nirxandina Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan a der barê komploya navdewletî de wiha ye:

Yê ku ev lîstok nivîsand Rojava bû, aktorê bingehîn Rojava ye. Rolê girtin û kuştinê jî dane Tirkiyê. Di dawiya sedsala 20’emîn de li hember vîna azadiya gelê kurd, di giştî cîhanê de plansaziya komplo û derbeyê gav bi gav kiryarî dibû.

Dema em fîlm bînin serî û lê bimeyzînin em ê bibînin ku ev plansazî di bingehê xwe de, ji salên 90’î ve dest pê kiriye û bingehê xwe ji Londrayê girtiye. Her wiha dê bê dîtin ku ev plansazî guncaw hate dîtin û di asta navnetewî de kete meriyetê. Milên vê plansaziyê yê Tirkiyeyê hinekî tê zanîn, lê milê wê yê Ewrûpa û ABD’ê bi zelalî nehatiye têgihiştin. Ger em milên wê yên navnetewî nebînin, dê nirxandinên me kêm û kurt bimînin.

Peymana Washington ya 17’ê îlona 1998’an nîşaneya vê yekê ye. Li gel ku di şert û mercên Ewrûpayê de gelek xeterî hebûn, bi têgeha siyasî, demokratîk û çandî kêm be jî hinekî bawerî bi hiqûqê hebû. Gava ez di 9’ê Cotmeha 1998’an derbasî Yewnanistanê bûm, min qet hêvî nedikir û nedihizirîm ku wê hikûmet ewqas ketî be. Di vê bingehê de serpêhatiya 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê dikir.

DYA (Dewletên Yekbûyî Amerîka), Brîtanya û Israîl wekî baskekî cuda disekinîn. Awrûpa hîna belav bû. Ji xwe di pirsgirêkên wiha girîng de ji polîtîkayeke hevbeş dûr bû. Brîtanya ev du sed sale jê re pêşengî dikir. Polîtîkaya li ser kurdan a ku dihat pêşxistin, bê Brîtanyayê nedihat hizirîn. Bi derketina Israîlê re êdî ev kontrol bi destê MOSAD’ê dihate meşandin. Bi Barzanî û Talabanî re gelek kurd bi pergalê ve hatibûn girêdan. Tenê tekoşîna PKK’ê pergala ku wan afirandibû xera dikir. Ji ber wê jî derketina PKK’ê ji bo xwe wek tehdîdeke mezin didîtin. Ji ber vê yekê ez berpirsyar hatim dîtin û ez di polîtîkayeke tecrîdê de hatim hebiskirin. Bi hevpeymana 1996’an re rolên operasyonî jî dan Tirkiyê. Me ev rewş baş hesab nekir, ev jî ji bo me wek kêmasiyekê bû. Dema ez li Romayê bûm, me hîna jî ew cidî nedigirtin. Ev yek çavkaniya xwe ji necidîdîtina hêza Israîlê digirt. Dê pişt re bihata fêmkirin ku, Israîlê Moskova di kefa destê xwe de digirt. Ev yek jî bi piştgiriya DYA’yê ya madî û dîplomatîk ve dimeşandin. Ji bo ku ez li Moskovayê bimînim krediya ÎMF ya 8 mîlyon dolar hate xerckirin.

Weke kesayet komploya ku li dijî min hate kirin bi piranî çavkaniya xwe ji Ewropayê digire. Bingehê vê yê du sed salî heye. Brîtanya û Fransa du sed sal e bi vê ve têkildar e. Piştî salên 90’î bi navbeniya hêzên başûr ve hinek rê hatin vekirin. Dixwestin vê lîstokê di salên 90’î de bidin meşandin. Lê min destûr neda vê yekê. Tu dibêjê qey DYA û Yewnanistan min diyarî Tirkiyeyê dikin. Dema vê yekê dikin jî ne bi peymaneke hevbeş, wekî pêsanekê diyar dikin. Ji Tirkiyê re dibêjin; “Hûn jî pirsgirêka Qibris û Egeyê çareser bikin”. Ne peyman û bazerek e jî. Wekî qutiyeke diyariyê didin. Ev pir tiştekî ketî ye. Helwesta DYA’yê bi vî rengî bû; “Tu dixwazî bikuje, dixwazî bide şixulandin, tu dizanî.” Lê ger tu pirsgirêka kurd li gorî me çareser bikî dê baş be. Helwesta Yewnanistanê jî yeka yek li ser kuştina min bû. DYA û Yewnanîstan dîsa di ser min re digotin; “Bila ew hevûdu bikujin, qetil bikin.” Almanya ev pêvajo hîna ji 1995’an ve dabû destpêkirin. Tevlibûna Almanyayê ji komployê re sînordar e. Berjewendiyên Brîtanyayê radestkirina Apo pêwîst dikir. Ji pênc şeş salan û vir ve ev yek dihate meşandin. Clinton rojane dida meşandin. Hevdîtina wî ya ku bi Hafiz Esad re kir, ji çar seaten, sê seat li ser min bû. Îsraîl û Tirkiyê di sala 1996’an de peymana leşkerî bi hev re kirin. Di vê bingehê de Sûriye tengezar kirin. Tawîz dan Sûriyeyê. Dûv re Yewnanistan xistin dewreyê.

Ev pêvajo ji 1993’an û vir ve dest pê kiribû. Ji ber di sala 1993’an de me xwest bi Ozal re çareseriyeke aştiyane pêk bînin. Ev jî kar û planên hêzên komploger da guhertin. Ji vê dîrokê û şûn ve helwestên Yewnanistan û Brîtanya hate guhertin. Em jî ji 1993’an û vir ve ketin nav lêgerînên cuda.

Gava mirov derketina 9’ê Cotmeha 1998’an binirxîne, axa Rojhilata Navîn tê çi wateyê divê mirov pir xurt û ji dil çareser bike. Ez li Rojhilata Navîn nêzîkî 20 salan pratîkek jiyam û min dît. Gelek têkiliyên me çêbûn. Di asta girîngbûna dîrokê de pêşketin derketin holê. Di van xebatan de min bi çi zorî û zehmetiyan pêşketin afirandin, divê ev mil jî misoger bê fêmkirin. Plansaziya ku li ser kuştina min hatibû çêkirin, wê bi dizî li ser Tirkiyeyê bihata hiştin. Di dewletê de çetegerî pêş ketibû, ger ez hatibûma kuştin dê çi bûbûya? Wê Tirkiyeyê ji Yekitiya Ewropayê bihata avêtin, PKK bihata tunekirin û wê Tirkiye biketa tengezariyeke pir mezin. Heke komplo wekî ku hatibû plankirin pêş biketaya, ma wê Tirkiye serbixista? Na! Agahiya Çîler ji vê hebû. MHP tahma vê rantê kiribû. Çîler digot; “Min di sala 1993’an de, da destpêkirin.”. Wê bi vê re civak serûbinî hev bibûya. Dê ne bi sedan, bi sedhezaran kes bimira. Wê di encamê de kê bi ser biketa? Wê kesên hevkar pêncî salê din Tirkiye mijûl bikirana. Wê kesên çeteger û dizek li serê Tirkiyeyê bibûna bela. Dixwestin şerê kurd û tirkan sed salekî din jî dirêj bikin.

Du rê li pêşiya min hebûn. Yek ji van, berê xwe dana serê çiya bû û ev vebijarkek (seçenek) bû. Lê belê ji ber ez gelekî dereng mabûm, hem jî pîrozbûna hêzên çekdarî li milekî, min dît ku çûna min a serê çiyê wê encamên dijber bi xwe re bianiya. Vê yekê jî hêviyên min a serkeftin û çareseriyeke demkurt tune kir. Her wiha di çepergirtina hêzan de, ji çareseriya hêsan zêdetir, wê tenê di diyardeya “Bimire û bikuje” de asê bima. Çûna min a çiya dibe ku di aliyê teknîk û taktîk de rê ji sererastkirinan re vekiribaya. Lê wê rê ji çareseriyeke bingehîn re vekira ya na, ev yek bi guman bû. Çûn û hatinên min di nav van her du meylan de bû. Pîvanên xwînê û yên rewşenbîriyê di min de, di nav pevçûnekê de bûn. Têgeha çetegeriyê ya ku PKK’yê dijiya û pêşiya wê girtin êdî bê derfet bûbû, meyla min a di vî warî de xurtir dikir. Pir zêde dubarekirina şer, çerçoveya rantekî mezin û kesayetiyeke sexte derdixiste holê. Wekî ku ez dibûm du perçe. Di encam de derfeta çûna Atînayê û êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê rê ji derketina ku tê zanîn re vekir.

Ev komplo wekî perçeyekî ji plansaziya dagirkirina û mêtînkirina gelê me bû. Ev rewş ji Sumeriyan û vir ve dihate pêşxistin. Ev komplo ji komployên herî berfireh ên ku bi destê hevkarên ku xwe wekî dost diyar dikirin ve dihate meşandin. Komploya 9’ê Cotmehê-15’ê Sibatê ji encamê ku plan dikir gelekî dûr e. Ev komploya ku hemû xayîn û hevkarên sedsala 20’emîn di bin vîna emperyalîzmê de li hev kom kir, vala derxistin û ev dîrok kirina dîroka Mezopotamya û Anatoliya wekî erkekê li pêşiya gelê me û hemû hêzên berpirsyar disekine. Xwedî li vê erkê derketin, hem ji bo yekitiyeke xurt a welêt, hem jî ji bo yekitiya komara laîk û demokratîk helwesta herî rasteqîn e. Ev yek di heman demê de rêya aştiyeke bi rûmet xêz dike û hêviya biratî, wekhevî û azadiyê xurtir dike…