spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer kî ne?

Omer Keskîn

Di 2015’an de qefîleya ku ez jî tê de, ji bo çûndina Sirûcê, bi çend otobûsan em ji Amedê derketin. Me ew wêne piştî gotina çend stranên kurdî kişand. Ez li dawiya dawî runiştibûm. Anonsa wênekişandinê dereng hatibû me loma min û hevalê kêleka xwe, me suhbeta xwe qut nekiriye û di wêneyê de jî baş derneketine.

Li milê rastê Alîcan Vural û Ezgîn Aydan Şalci rûdiniştin. Wextê kilamên kurdî dihatin gotin tenê bi çepikan piştevanî dikirin. Ezgî ji Samsunê, Alîcan jî ji Orduyê bû. Min her du jî nas nedikir. Kujeran bi planên xwe, bi qetliameke hov û wehşî em ji hev qut kirin.

Piştî teqînê li ser tora civakî hin tiştên ku Alîcan parve kiribûn ji aliyê mirovan ve li ser malperên din dihatin parvekirin.  “A ji tera hêza şoreşgerî ev e, xeyalê standina mont dikî, lê ku perê te tune be jî tu bi mont re, ji bo yadîgariyê, li dikanê gere wêne bikişînî.” Gotibû û montê ku nikare bistîne li xwe kiribû û wêneyê ku kişandibû avêtibê ser hesabê xwe. Piştî teqînê ev wênêyê Alîcan ji aliyê gelek kesan ve hat parvekirin.

Nivîskarê rojnameya Akîtê Hasan Karakaya “Restoranteke pir luks. Alîcan Vural li ser maseyeke xwarinê. Li pêşiya wî qedehek şerab. Ji bo Xwedê hûn bêjin mirovekî ku perê wî tune be dikare biçe restoranta luks? Gelo dikare li wê restorantê şerabeke biha vexwe? Gelo markaya şerabê çi bû? Petrus bû?” li gor mejiyê xwe digot gunehê xwe bi wan neyînin û bila dilê we bi wan neşewite, çimkî ew şerabê vedixwin û ew jî ji bo kuştina wan bes e!

Mirovên mejîkirêj tu exlaq û qaîdeyeke mirovahiyê bi wan re nîne. Ji ber wî jî bi saxan re şerekî bi exlaqî nakin. Ew ê çawa ji bo miriya helwesteke exlaqî bigirin. Em li benda tiştekî wisa bin ew şaşiya me ye.

Ne mimkin bû ku meriv hêrs nebûya li dijî van galegalan. Lê ez ji xwe pir hêrs bibûm. Ji ber ku min xwe giran girtibû. Çima min ji xêncî silavdayînê ew nedît û bi wan re nepeyivîm? Fikra min ew bû ku roj dirêj e û bê guman em ê pir caran hev bibînin. Min ji ku zanîbû ew ê me bi perçeyên bombeyekê ji hev biqetînin. Erê, min nizanibû, me nedizanî, lê yên ku dizanibûn hebûn; ku ew bombe dê wê rojê  li wê derê biteqe.

Di ketina navçeyê Sirûcê de, di qontrola polîsan de nasnameyê me hatin berhevkirin.  Em ji erebeyê derketin ku cixareyê bikişînin.  Polîsê ku di rewşa asayî de çente kontrol dike, wê rojê çend heb kîs xef kirin û ew hiştin.  Min di banga polîs de, anormaliyek hîs kir. Ji ber ku zincîra tûrikê vekir hema bi serê poz nêrî û girt. Min jî di dilê xwe da got ev ne tiştekî normal e, ji ber ku di rêwîtiya me ya nava  bajêr a normal de tûrikê me heta ji wan tê pirtî pirtî dikin.

Li ser rûyê polîsê ku tûrikan qontrol dikir kenekî ku te digot qey dibêje: “De ka herin, ew ê çi bê serê we, hûn ê bibînin” hebû. Min jî di dilê xwe de digot: “Wele piştî ketina nava navçeyê ev dê me tevekan binçav bikin. Me xwe li gor wê amede kiribû. Lê tiştek neqewimî. Bi vî rengî me du xalên qontrolê derbas kirin.  Dema ku em hatin Navenda Çanda Amarayê hejmara me gihişt nêzî sê sed- çar sed ciwanan. Li baxçeyê navenda çandê, hin kesan wêne dikişandin, hin kes dilîstin, hinan jî pêlîstokên zarokan ji erebeyan dikişandin nav baxçe.

Hin kes ji me, ji bo bi qaymeqamê navçeyê re li ser destûrê nîqaş bikin ew ê biçûna ba wî. Ji me re hat gotin fotokopiyên nasnameyan hewce ne. Ji bo derbaskirina sînor. Me nasname berhev kirin û pişt re radestî wan kir û em li benda bersivê man. Wê demê, hat gotin ku dê daxuyaniyek were dayîn.  Her kes li ber çapameniyê kom bûn.  Al û pankart hatin vekirin.  Li ser zimanan dirûşmên berxwedana Kobanê hebûn. Me bi van dirûşman dest bi daxuyaniyê kir. Hevalê min, ku ez hertim tevî wî bûm, min dikişand da ku ez biçim cixareyan ji sûkê bînim. Min got piçek bisekine em ê biçin ka bira daxuyanî xilas bibe.  Min dît heval nasekine û çû. Ji serê sibê da cixarê nekişandibû û aciz dibû. Min got “Tu here ez ê niha li dû te werim.” Hevalê min ji min dûr ketibû.

Temamî deqeyek şûnde gazî min dikir. Digot “Were min cixare dît” Ji ber bandora ku ji sibehê ve bê cixare bûm, ez nikarim li hember vê pêşniyarê êdî bêdeng bimînim û ez ber bi wî ve meşiyam. Piştî ku min pênc-şeş gav avêtin, ew baxçe veguherî qada şer.  Cilên min di nav xwînê de bûn. Lê ew ne xwîna min bû. Tenê çingîniyek ji her du guhên min dihat.

Bêhna goştê mirovan pozê meriv qul dikir. Laşê mirovan bêhna barûdê li nav hev ketibû. Dema ku ez zivirîm, cihê ku ez deqeyekî berê li wir bûm, min dît ku Mamoste Erkan li ber min sekinîbû û me çend deqe berê sohbet dikir, di nava xwîn û xirarê de maye. Li kêleka Mamoste Erkan, Gokçe Çetin û Çagla Seven hebûn. Her du çavê wan girtî ji xwe ve çûbûn.  Ew wêney bûn sembola qetlîama Sirûcê. Û gelek dîmenên wek van xemgîn di nav wê baxçê da asê mabûn…

Dîwarên navenda çandê bi têlên têldirkê ve hatibûn dorpêçkirin.

Em reviyan lê cihê revê jî tune bû. Me xwe li nav van têldirkan xist. Wek şûr pişta min tev xêz kiribû. Gumlekê min pirtî pirtî bû û pişta min di nav xwînê de mabû. Paşê em birin malekê.

Ez ketibûm şokê. Hemû kes digiriyan.  Ez û hevalê xwe Rober, ku ez tevî wî bûm, mehek berê di teqîna 5’ê Hezîranê ya Amedê de jî bi hev re bûn. Û em wê rojê jî birîndar bûbûn. Ji ber vê yekê şoka me mîna hevalên me yên din demkurt bû. Kesekî em birin ber xaniyekî li tenişta navenda çandê.  Her kesî laşê hevûdu kontrol dikir. Ka xwîn heye yan jî perçeyek heye.  Mala ku em çûnê, mala malbatekê bû ku ji şerê Kobanê penaber bûbûn. Em hinekî sekinîn, dema ku ez bi ser hişê xwe ve hatim, diya malê got “Law law em ji Kobanê reviyan hatin vir, ma şer hate vir jî. Em ê îcar bi ku de herin.” Van gotinên xwe got û dest bi girînê kir. Ew mîna bombeya duyemîn di min de teqiya. Ji nişka ve krîzeke giriyê bi min girt. Gava hêstirên min diherikîn, hişê min hêdî hêdî di hat serê min. Ev çi tofan bû li serê me rakiribûn van bêbavan!

Qetlîamekê, wehşetekê anîn serê me. Ev şeş sal in tu gavek di doza Sirûcê da nehatiye avêtin. Lê em zanin kujer kî ne. Kujer polîs û leşkerên ku ne ji bo alîkariyê, ji bo mudaxelekirina ên sax mabûn hatibûn ser me, bi xwe bûn, me fêm kir kujer kî ne. Wextê li şûna kujeran derdest bikin hevalên me girtin, me fêm kir kujer kî ne. Wextê bi hovîtî, bi rûyên me de keniyan, me fêm kir kujer kî ne. Ê ku Kobanê wêran kir û wek gotinên dayika ji Kobanê jî got ‘’Em ji wan reviyan ma hatin vir jî…’’ Yadê porkurê ma ji vir dihatin wir. Me kujera di wan gotinan de nas kir.

Îro 6’emîn salvegera komkujiya Sirûcê ye, rojeke wek îro, 33 mirovan can da, li bajarê RİHAyê, li navçeya Sirûcê. Lê îro ez û wekî her hevalên wan ên din dibêjin: “Ew ê xeyalên wan nîvco nemîne û em nahêlin jî.” Mehek berê ez û hevalê xwe Loren Elva me xeyala Aydan Ezgî Şalci pêk anî. Bi navê “Gökkuşağından Ezgiye Mektuplar” kitêbek amade kir. 33 mirov 33 xeyal. Bi vê sedemê em ê dîsa bibêjin xeyalek jî ew ê nîvco nemîne.