spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kujer li Enqereyê ne’

Kurdan û dostên kurdan sê jinên kurd ên dîplomat û siyasetmedar ku li Parîsê hatin kuştin, li gelek welatên Ewropa, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Mexmûr, Mêrsîn, Mereş, Wan û Sêrtê, bi çalakiyên cûda bibîr anîn û komkujî şermezar kirin.

Damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Bi minasebeta salvegera komkujiyê li gelek bajarên Kurdistanê û Ewropa çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Kurdan û dostên kurdan di bîranînan de Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin jî bibîr anîn û xwestin hesap ji kujeran bê pirsîn.

Mereş

Siyasetmedara kurd Fîdan Dogan ku bi Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez re hatibû qetilkirin li navçeya Elbistanê ya Mereşê li ser gora xwe hat bibîranîn. Ligel baranê û dorpêça polis û leşkeran jî li ser goristana Fîdan a li gundê Xopon merasîma bîranîne hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê, xizmên Dogan û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên her sê jinên siyasetmedar hatin hilgirtin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku îro ji bo wan rojek reş e û wiha got: “3 jinên siyasetmedara li nav dilê Ewropayê hatin kuştin. 9 sal derbas bûn lê hê jî faîlên rasteqîn nehatine dîtin û darizandin. Li silopiyayê 3 jinên siyasetmedar bi heman rêbazî hatin kuştin. Faîl heman kes in ne gelek dûr in Li Enqereyê ne.”

Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Fîdan Dogan û dûrişmên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

 Mêrsîn

Leyla Şaylemez jî li Mersînê li ser gora xwe ya li Goristana Guneykentê hat bibîranîn. Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên DBP’ê, TUAY-DER’ê, AYKAY-DER’ê, Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllar û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Jinên ku ji wesayîtên xwe pêya bûn bi dûrişmeya “Jin Jiyan Azadi” ber bi goristana Şaylemez ve meşiyan. Piştî rêzgirtinê destpêkê Dayika Aştiyê Meryem Erbey, axivî û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr xist û got: “Ev jîn bi awayekî neheq hatin kuştin. Em êdî ji komkujiyên jinan re dibêjin bes e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Girsê piştre qurnefîl danîn ser gorê û belav bûn. Jinan li Wan û Sêrtê jî bi heman rengî her sê jinên şoreşger bi bîr anîn.

Kantona Herêma Cizîrê

Kongra Star li herêma Cizîrê bi heman armancê rêzeçalakiyên cuda li dar xist. Kongra Star bi dirûşma “Bi ruhê Sakîne û Avesta em ê têkoşînê mezin bikin û faşîzmê têk bibin” li bajarê Hesekê semînerek li dar xist.

Kongra Star, bi heman mebestê li navçeya Şedadê bi tevlêbûna dehan endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û şêniyên navçeyê semîner pêk anî.

Bi heman mijarê, Kongra Star a bajarê Qamişlo û bi sedan şêniyên navçeyê li taxa Girkê Legê bi meşekê 3 jinên kurd bibîr anîn. Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û li naveresta navçeyê bi dawî bû. Meş bi dirûmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

Bi heman armancê li navçeya Til Birak, li navenda rojhilatê navçeyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de, rêvebereke Kongra Star Resul Hesen li ser dîroka jiyana her sê têkoşeran de axivî. Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

Li navçeya Amûdê jî her sê têkoşeran Sakîna, Leyla û Fîdan hatin bi bîr anîn. Navenda Horî ya Çand û Hunerê li navçeya Amûdê bi amadebûna şêniyên navçeyê çalakiyek ji bo bîranîna her sê şehîdan li dar xist. Piştre sînevîzyonek bi zimanê Erebî li ser dîroka jiyana şehîd Sakîna Cansiz hate pêşkêşkirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî” ye bi dawî bû.

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa jî bi meşekê 3 jinên kurd bi bîr anîn. Meş ji çerxerêya şehîd Mahsûm a naverasta navçeyê dest pê kir û di kolanên sûka navendê de dewam kir. Girsê di meşê de wêneyên her sê jinên kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan.

Bi heman wesîleyê Kongra Star a navçeya Tirbespiyê merasîmeke li hola Siyahî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li dar xist.

Paşê sînevîzyonek li ser têkoşîna her sê jinên têkoşer hate pêşanda. Merasîm bi diruşmeyên  “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Li Sydney ya Avûsturalyayê çalakî  

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê jî bi heman armancê çalakî hatin li darxistin. Çalakî bi pêşengiya Komuna Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) êvara Şemiyê li qada Town Hallê pêk hat. Kurd tevî dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin û bang li dewleta Fransayê hate kirin ku kujeran darizînin.

Mexmûr

Li wargeha penaberan a Mexmûrê jî bi heman armancê meşek girseyî hat li darxistin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî li dar xist. Bi pêşengiya Meclisa Îştar meş pêk hat. Meşê li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya ber deriyê salona Konferansê dewam kir. Di meşê de posterên jinên kurd Sara, Rojbîn û Ronahî û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin hilgirtin. Girseyê dîsa alên KCK, PKK û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan. Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bimre Îxanet’ û ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî’ hatin berzkirin.

Şêniyên wargehê li ber deriyê salona Konferansê ya wargehê rawestiyan û li wir daxuyanî dan. Li ser navê şêniyên wargehê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Filîz Bûdak daxuyanî da. Fîlîz Budak 3 jinên kurd bibîr anî û komkujî şermezar kir.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.