19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujer serbest in, bêsûc girtî ne

Li Tirkiyeyê êdî her tişt berovajî bûye. Heqiyê û neheqiyê cih guhertiye. Rastî û şaşiyê cih guhertiye. Derew û rastiyan cih guhertiye. Edalet û bêedaletiyê cih guhertiye. Xerabî û qenciyê cih guhertiye. Hemû tiştên erênî bûne neyînî û hemû tiştên neyînî jî bûne erênî. Kesên herî zêde kedê didin xizan in. Kesên qet kedê nadin jî mirovên herî dewlemend in. Kesên doza mafên xwe yên azadiyê dikin, wekî kesên terorîst têne dîtin. Lê kesên tacîz, tecawizê dikin, mirovan dikujin û dewleta Tirkiyeyê dişelihînin jî wekî mirovên baş têne dîtin. Sedema vê yekê jî têkçûyîna pergala edalet û meclîsê ye. Têkçûyîna polîtîkaya Tirkiyeyê ye.

Kujer serbest in, lê nexweş girtî ne

Em vê rastiyê bi çend mînakan şênber bikin. Çawişê Pispor Mûsa Orhan ji ber tacîz, tecawiz û kuştina Îpek Er hat darizandin. Lê piştî demeke dirêj serbest hat darizandin. Musa Orhan herî dawî di 3’yê kanûnê de ji ber “êrîşa zayendî ya wesfdar” hat darizandin. Dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê lê birî û ji ber “halê baş” daxwaza girtina Orhan red kir. Her çendî dadgehê 10 sal ceza lê birî be jî niha tecawizkar û Çawişê Pispor Musa Orhan serbest digere. Li gorî dozger û dadgeran kesên wekî Musa Orhan ê bû sedema kuştina Îpek Er û Yakûp Şahîn ê ciwanê zanîngehê Kemal Kurkut qetil kir, ji bo ewlehiya civakê talûke ne. Ji ber vê yekê hemû çawişên pispor û polîs ên tev li sûcê kuştinê bûne serbest digerin.

Çima girtiyê 83 salî bernadin? 

Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 26 sal in girtiye û bi îdîaya kuştina Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Navçeya Licê ya Amedê Tûgeneral Bahtiyar Aydin tê sûcdarkirin, tevî nexweşî û temenê xwe yê mezin nayê berdan. Niha jî bi vîrûsa koronayê ket. Girtiyê nexweşê giran Ozkan, tevî hemû serlêdanan jî nayê berdan. Rayedarên dadgehê bi hinceta “Ji bo ewlehiya civakê talûke ye” girtiyên nexweş ên wekî Mehmet Emîn Ozkan, Siddik Guler û Abdulhalîm Kirtay di girtîgehê de dihêle. Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û 26 sal in girtî ye. Gelek nexweşiyên wî hene û niha bi şewba vîrûsa coronayê ketiye. Abdulhalîm Kirtay, 73 salî ye. 30 sal in girtiye û girtiyê nexweş e. Siddik Guler 81 saliye. 26 sal in girtiye. Wekî wan 604 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayên berdan. Her çendî malbat serlêdana rayedaran dikin û li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin jî dîsa girtiyên nexweş bi hinceta “ji bo civakê talûke ne” nayên berdan.

Lê nakokiya edaletê ya balkêş çawişê pispor Musa Orhan li gel 10 sal ceza lê tê birîn serbest e, lê Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 26 sal in girtî ye, hêj nayê berdan.