Sunday, September 19, 2021

Kujerên 21 kesan li ku ne?

Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya 9 rojan re 6 sal derbas bûn. Lê heta niha têkildarî dosyayên kesên di dorpêçê de hatin kuştin de tu gav nehatiye avêtin. Wezareta Karên Hundir di 4 û 12’ê îlona 2015’an de li navçeya Cizîrê 9 rojan derketina derve qedexe kir.  Di qedexeyan de polîs û eskeran 21 welatî kuştin. Di dosyayên 21 kesan de biryara “neşopandinê” û biryara “legerîna daîmî” hatin dayîn û taloq kirin. Malbatan ji bo hin dosyayên ku derbarê wan de biryara “neşopandinê” hatin dayîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Ji 21 dosyayan tenê di dosyayekê de lêpirsîn didome. Lê heta niha tu kes nehatine darizandin.

Dadgehê der barê dosyayên Gatban Bulbul (65), Mehmet Emîn Levent (26), Mehmet Saît Nayci (16), Osman Çagli (18), Ozgur Taşkin (18), Şahîn Açik (74), Mûhammet Tahîr Yaramiş (35 rojî), Haci Ata Borçîn (70) de biryara “neşopandinê” da. Parêzeran dosya birin AYM’ê û îttîraz kirin. Dadgehê der barê dosyayên Bunyamîn ÎrcÎ (14), Cemîle Çagirga (10), Eşref Erdîn (60), Maşallah Edîn (35), Mehmet Dokmen (70), Mehmet Erdogan (75), Meryem Sune (45), Selman Agar (10), Zeynep Taşkin (18) jî biryara “lêgerîna daîmî” da. Der darê aqûbeta dosyayên Îbrahîm Çîçek, Bahattîn Sevînîk û Sûphî Sarak de jî agahî nehatin bidesxistin. Lêpirsîna ku ji bo dosya Saît Çagdavûl hatibû destpêkirin didome.

Parêzer Huseyîn Tul ku li dosyayê kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan dinêre pêvajoya hiqûqî ya 6 salan ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can re nirxand.

Parêzerê dosyayan Huseyîn Tul destnîşan kir ku heta niha îfadeya tu gumanberî nehatiye girtin û wiha got: “Ji bo tespîtkirina gumanbaran tu lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Ji vê saetê û şûn de jî wê lêpirsîneke bibandor neyê kirin. Mixabin pratîka ku em dibînin vê nîşan dide. Ji ber nêzikbûna dewletê ya polîtîk a rewşên bi vî rengî lêpirsîneke baş nayê kirin. Di dosyayên ku biryara neşopandinê ji bo hatiye dayîn de dozger kesên jiyana xwe ji dest dane weke gumanbar dîtiye. Ji ber ku dozger wan weke “endamên rêxistinê” dîtiye û weke ku di şer de hatibin kuştin hesibandiye biryara neşopandinê daye. Me ev yek îttîraz kir. Lê mixabin îttrîrazê me jî hatin redkirin.”

Tul bibîr xist ku piştî îttîrazên wan hatine redkirin wan dosya birin AYM’ê û serlêdanên takesî kirine û wiha lê zêde kir: “Pêvajoya dosyayan a li AYM’ê didome. Heke em ji vir jî encam negirin em ê dosyayan bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Di dosyayên ku derbarê wan de biryara lêgerîna daîmî hatiye dayîn de berpirsyariya miduriyeta polisan heye ku lêkolîna salê bike. Di 6 salan de bi lêkolînê gumanbar nehatine tespîtkirin. Ji ber ku ji bo tespîtê tu lêkolîn nehatine kirin em ne bawerin ku ji niha şûn ve jî gumanbar bên dîtin.”

Tul, da zanîn ku di lêpirsînê de delîlên heyî jî ji holê rakirine û wiha bi dawî  kir: “Di dosyayê de tu kesên gumanbar tune ye. Em hevî dikin ku kesên tawanbar bên cezakirin.”