Yekşem, Gulan 16, 2021

Kulîlkên Mala Miriyan

Hesîb Yanliç

Helbestêêê! Ho helbestêêê.

Hinek gotin hene, bi yek peyvê, yek ristê, yek hevokê jiyana mirov serobino dikin. Mirov dixin nav fikaran. Mirov dibêje ku gotina jiyanê ya ez lê digeriyam ev bû. Êdî bila her kes bêdeng be, kesek tu gotinên din neke, ev ji bo hemû jiyana min ruhê min derûniya min bes e. Ev hevok ev riste, ev peyv a ku ez bi salan e lê digerim ev bû…

Helbestkara hêja Mîna Acer, di pirtûka xwe ya helbestê de bi ristekê dest pê kiriye. Dema min ew rist xwend û sekinîm, di cihê xwe de sar bûm, ruhê min tevizî. Carek, du car, sê car… Min li ser hev ew rist xwend. Peyv bi peyv li pê ketim, ka helbestkarê ev rist çawa daniye, çawa ewqas bandor li ser min kiriye, fikirîm. Di encamê de fikir, raman û ruhê min ji min re got, ‘helbest ev e’. Ev di berdêla pirtûkeke helbestê ye. Ne hewce ye di rûpelên din de tiştekî din binivîsîne. Gotin xilas helbest xilas…

‘ji bo wan jinên ji dêvla êşên xwe kitanên spî dixistin nava diranan’

Ev e, ya ku min behs kir ev e, ya ku ruhê min ji bedena min girt ev e. Bi rastî hinekî jî li ser fikirîm, çima ewqas li ser min ewqas bandor kir, ev rista helbestê? Min ji xwe re dilê xwe wisa xweş kir. Diya min kitanspî ye, gelo wê çiqas dev li êşên xwe kiriye, çend kitan di nav diranên xwe de cûtine, parçe parçe kirine!

Kulîlkên Mala Miriyan, ji sî û neh helbestan pêk tê. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Lîsê û bi edîtoriya Yildiz Çakar û Cemîl Denlî ve hatiye edîtekirin. Ji serî heta dawî karekî baş hatiye kirin û ji pirtûkê jî diyar e ku helbestkarê, edîtoran û weşanxaneyê gelekî serê xwe pê êşandine.

Dema pirtûkek tê weşandin, êdî dibe malê xwîneran. Ez ji ber wê êdî di xwe de dibînim ku çend tiştan li ser pirtûka helbestan bêjim.

Di helbesta yekemîn de (ji ber helbest gelek dirêj e, ez hemû nanivîsim):

 Li Der Rê

‘Wê rojê

Gavên te ber bi erebeyê ve nediçûn

Li vir qala oxirkirinekê dike, rêwitiyek heye, ya qal dike sax e û her çarînek an jî di destpêkirina helbestê de, qala rojekê dike heman roj heman kêlî tiştên ku di hiş û ruh de derbas dibin dibêje.

…Wê rojê

jinê guliyên xwe kurr kiribûn

Şîn digerandin…

Heman helbest, heman roj şîn û oxirkirin di nav hev de ye. Ez nizanim oxirkirinek e yan jî şînek e. Li serê min rûnenişt.

Dîsa di heman helbestê de;

...Kirasê reşgirêdanê li bejna me hatibû alandin*1

Di navbera çar welatan de

….dilê me konê şînê vedabû

û digot*2

keleha Mêrdînê wê ji te bixeyide

Axaftvanê helbestê yê zêmarê guheriye an ne zelal e. Di rista yekemîn de zêmargot diaxife. Di risteya duyemîn de, kî dibêje ne zelal e ez nizanim li vir kî dibêje…

Dîsa di heman helbestê de li gorî min lazim e ku gotin hevdu bigirin, li cihekî ‘Di navbera çar welatan de’ û li  …Morîkên te di navbera du welatan de qetiyayî’ çar welat li cihekî du welat. Li gorî min mantix xelet e û rastî dema min xwend ez lê vegeriyam min got gelo di rista ewil de jî gotiye du welat, na yek çar e yek du ye. Em dizanin ku qala Kurdistanê dike û  bi vê nîşanê gotinên xwe neqişandine. Gelo ev şaşiyeke edîtoriyê ye, yan bi zanebûn e, ez nizanim. Ket li helbestê xistiye.

Helbesta sêyemîn Bendewarî ye wek berdewama ‘Li der rê’ ye. Helbesta yekemîn ji jinekê re hatiye nivîsandin û ya sêyemîn jî wek romantîzmê hatiye taswîrkirin.

Min qut kirin ew keziyên li ber dilê

te şîrîn

Tahma xwe wenda kir kuçeyên Mêrdînê

Şerava suryaniyan

….

Li der rê min kir tesedeqa serê

nehatina te…

Heman helbest e ji kesên cuda re hatiye nivîsandin. Hema nîşaneyên ku di helbestê (Li der rê) de hene hemû di helbesta ‘Bendewarî’ de jî hene. Wek kuçeyên Mêrdînê-şerava suryanan-kezî …Dîsa helbesta derî, benikê zingarî û mifta dil jî heman helbest in, hema wek sê helbestan hatiye weşandin û binavkirin…

Xwezî helbestkar ji serî heta dawiyê bi navê helbestekê tenê û berdewama hev binivîsanda. Li gorî min gelek helbestên di pirtûkê de berdewama hev in. Ji bilî tiştên biçûk, li gorî min hemû helbestên, heman helbest in.

Helbestkarê, helbestên xwe bi piranî li ser nîşaneyên jintiyê nivîsandiye. Xizm-deq-kitan-bêbextî-evîn-hest-xeyal-hema li gorî min yek nîşane heye ku ew şîfreya helbestê ye; Guhar. Di gelek cihan de heye.

Dixwazim li ser bêbextiyê jî bêjim. Dibêje yê mêr e bêbext e. Helbestkarê ev bêbextî dîsa aniye pêşberî mêrê kurd û dixwaze wisa bêje; mêr e bêbext e.

Tu mêr venaxwe ji avê golên çavan

Dereweke jidandî ye

Heta perde di ser meha şîrînok re dibore

Hez kirin barê radike xewneke dinê

….

Got tu xwîn verişî

Ez gotinên zilamtiya xwe danakevim

….

Zimanê helbest û helbestkaran heye. Helbeskarê jî bi hostatî zimanê xwe di hemû helbestan de bi cih kiriye. Zimanê helbestê motîf, nîşan, reng û dengê helbestê ye. Dema mirov helbestek bênav bixwîne, pêwîst e ku mirov zanibe ew qelem û hostatiya kîjan helbestkarî ye. Ez êdî qelem û helbesta Mîna Acerê nas dikim, di nav hezar helbestî de be jî, ez dikarim bêjim ev helbest a helbestkar Mîna Acer e. Helbestkar ji pirtûkxaneya kurdî re di tahma helbesta klasîk de ye. Dîrok dê qedir û qiymetê bide van helbestan.

Nivîsa xwe, bi vê helbesta helbestkara hêja Mîna Acer bi dawî bikim.

Gazinc

hûn çawa dihêlin guharên jinekê ji

guh werin xwarê

Destên we çima kulîlkan dirêjî wê nakin.

Naveroka berêZûgotinok
Naveroka ya piştî vêWergera wêjeyê-1

spot_img
Naveroka berêZûgotinok
Naveroka ya piştî vêWergera wêjeyê-1