24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd bi hevgirtineke nû tevli hilbijartinên Iraqê dibin

Li bajarê Silêmaniyê ya başûrê kurdistanê di navbera partiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û tevgera Goran de peymanek hate imzekirin.  Ev peyman ji alî hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Bafil Telebanî û ji aliyê Goran ve jî sekreterê giştî yê tevgerê Omer Seyid Alî ev peyman imze kirin.

Li gorî çavdêrên siyasî dibe ku hevgirtin û peymaneke wiha mêzêna hêzê li başûrê Kurdistanê jî were guhertin. Li gorî rewşa niha 25 parlamenterên PDK’ê, 18 yên YNK , 4 ên Goranê û 3 parlamenterên hevgitina ku serokê Iraqê Berhem Salih pêşengiya wê dikir di parlementoya Iraqê de hene.

Dîsa li gorî çavdêrên siyasî dibe ku êdî di parlementoyê de hêza PDK û vê hevpeymana nû bibe wek hev û dibe ku kurd bikaribin wekî komeke hevbeş jî di parlementoyê de ava bikin.

Di vê mijarê de berpirsê nivîsgeha çapemeniya YNK’ê  Stran Abdulah ji malpera Sky news re axifî û wiha got: “Ev lihevkirin rawestgeheke pêşî ye, ev peyman li ser zemîneke dîrokî hatiye avakirin û ew wekî berdewamiya lihevkirin û peymana ku berê di navbera serok Celal Telebanî û Kordînatorê Tevgera Goranê Noşîrwan Mustefa de hatibû imzekirin”.

Wekî tê zanîn hilbijartinên parlamentoya Iraqê dê di cotmeha 2021’ê de pêk were.