Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Kurd bi tenê hiştin

Dewleta tirk êdî bê hesab û bi çav soriyek mezin ve êrîşî kurda dike. Ev êrîşên bingeha xwe ji dijminantiyê digrin bi tû awayî pirsgirêka heyî çareser nake. Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de dewleta tirk ne di nav sînorê bakûrê Kurdistanê tenê de li her çarperçeyê Kurdistanê û derveyî welat bi awayekî pir qirêj êrîşî kurda dike. Ev êrîşên li ser kesên sivîl pêk tên di hikûqa navnetewî de sûce.

êrîşên li ser herêmên medya, Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi xwe re pêvajoyek nûh daye despêkirin. Bi van êrîşan ve derdikeve holê ku tekoşîna li himberî dagirkeriya dewleta tirk pêwîste li her çar perçeyê Kurdistanê bi awayî hevpar bê meşandin. Ji ber ev êrîşên li ser axa Kurdistanê pêşdiken cûdahiyê naxe navbera perça û yekser kurda hedef gidre, wê demê pêwîste li gor van êrîşan berxwedanî û tekoşînek hêja bê meşandin.

Em ji bîr nekin ku ev êrîşên di pêşengiya faşîzma AKP-MHP de pêşdikevin ne ji xwe ne. Destûra van êrîşan ji hêla hin hêzên navnetewî ve hatiye dayîn. Ger dewleta tirk destûr wernegirtibe ne gengaze ku bikaribe wisa bi hesabî êrîşan pêş bixe. Di van êrîşqn de qasî dewleta tirk hêzên navnetewî jî tewambarin.

Li gor peymanên navnetewî bombebarankina kesên sivîl ango cihên sivîl sûcê mirovahiyê ye. Lê Roxmî hemû kes dizane ku li wargeha penaberan a Mexmûrê bi temamî kesên sivîl jiyan dikin û ev kes ji ber zil û zordaya dewleta tirk koç kirine jî li himbetî van êrîşan sê maemûna dilîzin. Mixabin bi vê nêzîkayê ve nirxê jiyana kurda ji bo wan çiye baş tê famkirin. Qaşo wargeha Mexmûr di bin berpirsyaya Netewen Yekbûyî de ye. Ger berpirsyarî û parastin ev be wê demê ev çi hale.

Erîşê li ser Mexmûrê û Rojava pêş dikevin êrîşên siyasî ne. Tu eleqeya van êrîşan bi hebûnekî leşkerî ve nîne. Dewleta tirk bi van êrîşan ve dixwqze di qada navnetewî de hebûna kurda tine bike. Ji bo bigihêje vê armanca xwe jî di nav listikek pir qirêj û kirêt de ye.

Dewleta tirk dijminê gelê kurd e. Bi dehsalaye axa Kurdistanê dagir kiriye û li ser vê axê tehemilî hebûna kurda nake. Lewma di her firsetê de bi çavsoriyek mezin ve êrîşî kurda dike. Di van êrîşan de û di dijminantiya tirkan de mijara ku nayê famkin ango nayê qebûl kirin hevkariya PDK’ê ye. PDK çiqas xulamtiyê ji celladê re bike jî wê ti carî neve hevalê cellat. Ger rojekê ew jî têleve ber destê cellat, wê cellat nebêje “ev hevalê min e” û wê cellat karê xwe bike. Yanî çi bibe bila bibe tu carî kes nabe hevalê cellat. Tişta îro PDK dike jî eve. Dixwaze hevaltiyê bi celladê birayê xwe re bike û xwe xelas bike. Lê ev ji bo wê nabe xelasî. Ji nilekî din ve ev dibe xilamtî.

Ji ber PDK di vê astê de bi dewleta tirk ve hatiyê girêda ne gengaze ku bikaribe li himberî van êrîşên li ser gelê başûrê Kurdistanê pêş dikevin jî bibe xwedî helwest. Kesên xwedî îrade û di rihê wan de tekoşîn heye dikarin li himberî zilm û zordayê helwestê xwe raber bikin. Kesên xilam yên mina PDK’ê jî encax li himerî wan bejna xwe bitewînin.

Hemû êrîş bi hev ve girêdayîne. Yek armanca van êrîşa heye ew jî şikandina îradeya tekoşîna Kurdistana azad e. Ger li himberî van êrîşa gelê kurd bi îdeyek meizin ve tekoşîna xwe ya berxwedanê mezin bike wê demê dê ev êrîş negihêjin armanca xwe. Em ji bîr nekin ku faîlê van êrîşa ne tenê dewleta tirk e. Ew hêzên di Lozanê de Kurdistan perçe kirin niha ji bo gelê Kurd negihêje armanca xwe di nav tifaqê de ne.

Lewma li himberî van êrîşan gelê kurd bi tenê dimîne. Bi vî rengî ve dixwazin kurda terbiye bikin. Ji ber vê yekê sozên hêzên navnetewî didin kurd jî hemû demkî û ne cidî ne.