20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd dê rê nedin fermanên nû

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ku diçe biratiya xwe û ya bi hikûmeta dewleta tirk re sexlemtir dike. Di gelek polîtîkayên dewleta tirk  ên ku dixwest kurdan ji Rojava, Bradost heta Behdînan, Zînê Wertê û Maxmûrê derîne û deskeftiyên wan tune bike de, PDK li kêleka Hikûmeta tirk de cî girt. Bi vê yekê ve girêdayî bi dehan caran li ser deskeftiyên Rojava yê kete nav bazarê. Niha jî ji bo deskeftiyên Şengalê kete nav bazarê.

Wek tê zanîn PDK’ê 3’ê Tebaxa 2014’an ji ber êrişên DAÎŞ’ê û di Cotmeha 2017’an de jî ji ber êrişên artêşa Iraqê û Haşdî Şabî hêzên xwe ji herêmê vekişandibû. Di 9’ê Cotmeha 2020’an roja salvegera komploya navnetewî de jî bi hikumeta navendî ya Iraqê re li ser Şengalê re peymaneke nû pêk anîn.

Ev peymana ku di navbera PDK û Serokwezîrê İraqê Mustafa Kazimî de hatî çêkirin ji aliyê Êzidiyan ve weke ‘Firotina Şengel û Êzidiyan’, ‘Dewama Fermanê’ hat pênasekirin. Ev Peyman ji bo ku bêyî Îradeya kurdên êzidî bû rastî nerazîbûnên mezin hat.

Piştî ku Mûstafa Kazimî yê alîgirê DYE’yê li Iraqê bû desthilatdar û Fûad Hisên ê PDK’î bû Wezîrê Karên Derve, gava destpêkê ya têkildarî plana li dijî Şengalê hate avêtin. Alîkarê Wezîrê Destpêkê yê ji Rojhilata Nêz Berpirsyar ê DYE’yê Joey Hood meha Tebaxê di brîfîngekê de axivî. ji Hewlêr, Bexda û Enqereyê xwest ku “di bin şêwirmendiya DYE”yê de bi hev re bixebitin. Bi vê daxwazê re bal dikişand ser piştgiriya derve ya ji bo vê planê.

Di encamê de jî PDK’ê û hikumeta navendî ya Iraqê di 9’ê Cotmehê de di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (YE) ya ji bo Iraqê Jeannîne Hennîs-Plasschaert li ser Şengalê peymanek çêkirin. Di peymanê de ligel nedîtina îradeya Êzidiyan, hate ragihandin ku di mijarên ewlekarî, îdarî û ji nû ve avakirinê de li hev kirine.

Dema ku mirov bala xwe didin ser detayên peymanê hingî dibînin ku mijarên ‘Pêşmerge wê venegerin Şengalê”, “Qeymeqamê PDK’î wê wezîfeyê bike” û “Hikumdariya berê ya PDK’ê wê dewam neke” derdikevin pêş. Di xaleke peymanê de tê gotin, “Li Şengalê û derdora wê dê dawî li hebûna PKK’ê û hêzên ser bi wê ve bê anîn, wê destûr neyê dayin ku hêzên ser bi PKK’ê ti roleke xwe hebe”. Ji vê xalê jî tê fêhmkirin ku nêta PDK’ê ji vegera li Şengalê bêhtir, dixwaze derbê li Êzidiyan bixe ku li herêmê bûye xwedî îrade.