spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd di hedefa artêşê de ne

Li Tirkiyeyê, bi salan e li dijî kurdan operasyonên siyasî û leşkerî tên kirin. Di van operasyonan de bi hezaran kurd bûn hedef; an hatine binçavkirin û girtin an jî hatine birîndarkirin û kuştin. Lê di demên de dawîn ji bilî operasyonên siyasî û leşkerî jî kurd dibin hedef. Ji ber nêrîn û hewldanên debara xwe ji hêla leşkeran ve tên qetilkirin.

Di nav hefteyê de li Îzmîr û Wanê bûyerên ku dilê kurdan dax kirin, qewimîn. Li îzmîrê ciwanê bi navê Osman Ozçalimli ku çûbû leşkeriya bi zorê ya dewletê, ji aliyê leşkerên ku bi wan re leşkerî dikir ve hat qetilkirin. Li gel ku Ozçalimli şeva hat kuştin, li bavê xwe geriyabû û gotibû ku gefên kuştinê lê tên xwarin jî fermandarê artêşê xwestin ser rastiya bûyerê bigirin.

Destûr neda ala tirk

Ji bo vê yekê jî rayedarên dewletê xwestin ku nîşan bidin Ozçalimli krîza dil derbas kiriye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Tevî vê daxuyaniya ji rastiyê dûr, der barê kuştina Ozçalimli de daxuyaniyeke din jî ji hêla rayedarên dewletê ve hat dayîn. Di vê daxuyaniyê de jî hat angaştkirin ku Ozçalimli xwe di avahiya lê maye de avêtiye û dawî li jiyana xwe aniye.

Malbat Ozçalimli ji van daxuyaniyan bawer nekir û bertek nîşanî van daxuyaniyan de. Bavê Ozçalimli Ahmet Oçalimli, diyar kir ku tevî hişyarkirina wî jî kurê wî ji hêla leşkeran ve hatiye kuştin û daxuyanî û raporên ku ji hêla rayedarên dewletê ve bên dayîn bawer nake. Ji ber vê yekê jî dema veşartina kurê xwe destûr neda ku kurê wî bi ala tirk bê veşartin.

Giliya kujeran kirin

Dayik û bavê Osman Ozçalimli, Naciye Ozçalimli û Ahmet Ozçalimli der barê kuştina kurê xwe de serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê dan û giliya rayedarên leşkerî yên ku destê wan di kuştina kurê wan de heye kirin. HDP’ê bi bûyerê re mijûl bû û bi pêşniyazpirsekê kuştina Ozçalimli bir rojeva meclisê daxwaz kir ku ser bûyerê neyê girtin û faîlên bûyerê bên cezakirin.

Zilma li hemberî kurdan ku bi destê dewletê pêk tê, elbet bi qetilkirina Ozçalimli bi sînor nîne. Li navçeyên Elbak û Ebexê yên Wanê jî 3 şivan û bazirganekî bûn hedefa leşkeran. Li gorî leşkeran hewldanên kurdan ên ji bo debarê sûc in. Divê kurd ne şivanî bikin û ne jî li ser sînorên ku xaka wan dabeş kirine bazirganiyê bikin!

Walîtî derewandin

Leşkerên ku bi vê zîhnetiyetê tevdigerin û berê xwe didin Kurdistanê, li navçeya Elbakê derketin kontrola bazirganên li ser sînor û 3 şivanên li ber pez, bi awayekî hovane derp kirin û dest û piyê wan şikandin. Leşkeran ji bo vê hovîtiya xwe angaşt kir ku her sê şivanan piştgirî daye bazirganan û ji ber vê yekê ev sosret anîne serê wan.

Li navçeya Ebexê jî leşkeran bazirganên ku li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de danûstandinê dikin, gulebaran kirin. Di vê gulebarana leşkeran de bazirganê bi navê Îbrahîm Baykara ku bavê 6 zarokan bû canê xwe ji dest da. Walîtiya Wanê kuştina Baykara berevajî kir û angaşt kir ku ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye kuştin. Lê malbata Baykara walîtiya Wanê derewand.