23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ew hêvî û hêza jiyanê ye

Celîlê Celîl

Zargotin ew zar û zimanê kurda yê zindî ye. Ew dîroka devkî ye li ber guhê hemû kurdan. Ew hunera kurdî ye. Dengê his, êş û azarê jiyana kurdan e. Ew hêvî û hêza jiyanê ye. Kurdbûn e. Ew reng û dengê walatê kurdan e: gaziya gelî, geboza, deşt û zeviya, çiya û baniyên Kurdistanê ye. Ew li ber çewên biyaniyan, cînaran, dost û dijminan remz û makkirina heyîn û xuyatiya kurdan e. Ew zengînî, dewlemendiya ruhê kurdan e, ku li dirêjaya dîrokê kesî nikarbûye bikûje, bişkêne, bifetisîne, jê bidize, zeft bike û gel jê bêpar bihêle. Hemû kurd divê haj ji vê zengîniyê hebin, pê bibin nas, pê serbilind bin, wekî karibin gelê xwe û walatê  xwe Kurdistanê çêtir nas bikin û wê biparêzin.