25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd li bajarê Swîsreyê daketin qadan

Kurdên li bajarên Zurîh, Lûzern û Cenevreyê dijîn; li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê daketin qadan û bang li saziyên berpirsiyar kirin ku erka xwe pêk bînin.

Kurdistanî û dostên kurdan, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ku Tirkiye li dijî Kurdistaniyan bikar tîne, li bajarên Zurîh, Lûzern û Cenevre yên Swîsreyê daketin qadan û çalakiyên girseyî li dar xistin.

Zûrîh

Girseya ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Zurîh û Meclîsa Jinan a Bêrîtan li ber Sefaretxaneya Tirk kom bûn û mîtîng lidar xistin. Li vir ji bo şervanên kurd ên bi gazên jehrî û çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hate girtin. Hevserokê CDK-Zurîh Hikmet Aslan diyar kir ku bêdengiya saziyên navneteweyî û OPCW’ê ya li ber bikaranîna çekên kîmyewî û vê hovîtiyê qebûl nakin.

Hevserokê CDK-Zurîh Yuksel Dogan jî diyar kir ku wê rûyê rast ê Tirkiyeyê di platforma navneteweyî de tim tehşîr bikin.

Luzern

Li Lûzernê jî kurdan bi heman armancê çalakiyek li dar xist. Li Vogelîgarte gel pankarta “Dewleta Tirk bi salan e bi kîmyesalê êrîşî gelê Kurd û Kurdistanê dike” hildan û mîtîng li dar xistin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd Ercan Guşeş axivî û diyar kir ku OPCW, NY’ê û saziyên din li ber bikaranîna çekên kîmyewî bêdengin û got: “Ev sazî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên van êrîşên qirker ên dikevin çarçoveya sûcên mirovahiyê de. Di serî de divê OPCW û NY û saziyên navneteweyî tavilê bi erka xwe rabin.”

Cenevre

Kurdistanî û dostên xwe li Cenevreyê li pêşiya postexaneya Montblac bi dirûşman meşiyan. Girseyê bê navber dirûşmên ku balê dikişîne ser bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê berz kirin. Girseyê li Qada Plaînpalaîsê mîtîng li dar xistin. Parlemetera Netewî ya Ensenble a Gaûche a Swîsreyê Stefanîw Prezîose û Parlemeterê Kantona Ceneveryê Jean Batoû piştevaniya kurdan kirin. Li vir axaftin hatin kirin û helwesta Tirkiye û bêdengiya hêzên navdewletî hat şermezarkirin. Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên piştevaniya enternasyonalîst bi dawî bû.

Ji bo çalakiyên ku îro bi roj bêne lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin. Bername rojê wiha ye:

Solothurn

Cih: Kreuzackerplatz

Saet: 14.00

St Gallen

Cih : Kornhausplatz

Saet:15.00

Basel

Cih: Pêşiya Bahnhof SBB

Saet: 15.00