19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd li benda fermîbûna zimanê xwe ne

Sazî û dezgehên kurdan ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî gelek daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Kurdan xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê wan bên rakirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî

Ji sala 1999’an ve her sal 21’ê Sibatê li seranserê cîhanê weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Di sala 1952’an de komeke xwendekarên zanîngehê yên bangladeşî ji bo ku zimanê wan bibe zimanê fermî yê Pakistanê çalakî li dar xistin. Lê ev daxwaza rewa ya xwendekaran ji aliyê Pakistanê ve bi tundî hat bersivandin û gelek xwendekar hatin kuştin.

Saziya Perwerde, Zanyarî û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di sala 1999’an de, Ji bo bîranîna xwendekarên zanîngehê yên bangladeşî, 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand. Bi vê ragihandinê UNESCO’yê armanc kir ku bal bikişîne ser girîngiya zimanê dayikê. Bi heman armancê, her sal di vê rojê de li welatên cuda pîrozbahî tên lidarxistin û gelek bernameyên akadamîk û panel tên organîzekirin.

Ceza li kurdî birîn

Lê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewş berovajiyê cîhanê ye. Ji hêla dewletê ve ji bo zimanê tirkî bernameyên pîrozbahiyan tên lidarxistin û pesnê zimanê tirkî tê dayîn. Li gel vê rewşa zimanê tirkî, zimanê kurdî jî li saziyên dewletê qedexe ye. Her liv û tevgera ji bo kurdî ji hêla dewletê ve tê astengkirin û cezakirin. Ji hêla fermiyetê ve bi tu awayî zimanê kurdî nayê naskirin. Ji ber vê yekê kurd vê rojê li şûna pîrozkirinê, bi bername û çalakiyan pêşwazî dikin.

Di vê pêvajoya ku Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat pêşwazîkirin de, ji ber xebatên wan ên kurdî ceza li 90 kesî hat birîn. Di sala 2015’an de li Îzmîrê komekê ji bo daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî çalakî li dar xistibû û hatibûn binçavkirin. 18’ê sibatê danişîna van kesan hat dîtin û ji ber vê daxwaza wan 5 meh ceza li wan hat birîn.

Çalakî li dar xistin

Li gel van astengî û zehmetiyên ku ji hêla dewletê ve ji kurdan re tên derxistin jî kurd xebatên xwe yên ji bo kurdî didomînin. Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi peşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di nav hefteyê de daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidaristin. Ev daxuyanî û çalakiyan li bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Agirî, Erzirom, Îdir, Meletî, Dersim, Çewlik, Êlih, Dîlok, Edene, Mêrsîn, Hatay, Aydin, Stenbol û Îzmîrê pêk hatin.

Di çalakiyan de qala pirsgirêkên kurdan ên ji ber ziman hatin kirin. Dîsa zext û pêkûtî û astengî û qedexeyên dewletê yên li ser zimanê kurdî hatin bibîrxistin û ji dewletê hat xwestin ku astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

[tabs]
[tab title=”Meclisê di 21’ê sibatê de jî ziman red kirin” id=””]Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo balê bikişînin ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, pêşnûmapirs û pêşniyarpirs dan meclisê. Bi giştî 22 parlamenteran bi zimanê kurdî (Kirmanckî-Kurmancî), tirkî, erebî û suryanî, pêşnûmapirs û pêşniyarpirs dan serokatiya meclisê.

Parlamenteran di pêşnûmapirs û pêşniyarpirsên xwe de bal kişand ser zextên li ser kurdî tên ferzkirin û daxwaz kirin ku di serî de bi zimanê kurdî bi zimanên din ên gelên Tirkiyeyê perwerde bê dayîn. Lê serokatiya meclisê bi hinceta ku pêşnûmapirs û pêniyarpirs ne bi tirkî ne hemû red kirin û li parlamenteran vegerandin.

Parlamenterên ku pêşnûmapirs û pêniyarpirs dan navê wan wiha ne: Alîcan Onlu, Ayşe Surucu, Dersîm Dag, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ebrû Gunay, Erdal Aydemîr, Hasan Ozguneş, Hişyar Ozsoy, Huseyîn Kaçmaz, Îmam Taşçîer, Meral Daniş Beştaş, Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, Nûran Îmîr, Nûsrettin Maçîn, Omer Farûk Gergerlîoglû, Omer Ocalan, Pero Dundar, Remziye Tosûn, Şevîn Coşkûn, Tûma Çelîk û Tulay Hatîmogullari.[/tab]
[tab title=”Kurdî mîrasa bêhempa ye” id=””]Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û PEN’a Kurd bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî daxuyaniyên nivîskî weşandin û 21’ê sibatê li hemû cîhanê pîroz kirin.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya parastina zimanê kurdî û diyar kir ku mirovên zimanê xwe yê zikmakî wenda bikin dê her tiştê xwe bi hêsanî ji dest bidin. Di berdewamê de ji bo ku hesta neteweyî lawaz nebe KNK’ê bang li kurdan kir ku zimanê xwe yê dayikê û neteweyî bi hemû zaraveyên heyî ve biparêzîn û rojane di hemû waran de bi kar bînin.

KCD di daxuyaniya xwe de li ser girîngiya ziman û çanda kurdî rawestiya û KCD’ê diyar kir ku li dijî polîtîkayên bişaftinê divê li hemû qadên siyasî û civakî û tevahiya qadên jiyanê kurd bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin. PEN a Kurd jî rêxistinbûyîna ji bo parastina zimanê kurdî bi bîr xist û diyar kir ku zimanê kurdî mîrasa herî bêhempa ye ku kurd ji zarokê xwe re bihêlin.[/tab]
[/tabs]