20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd li dijî tecrîdê li qadan e

8 meh in bi tu awayî agahî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din nayê girtin. Çalakî û têkoşîna kurd û dostên kurdan a li dijî tecrîdê hem li Ewropa û hem li Kurdistan û Tirkiyeyê mezin dibe.

Kurdên derveyî welat li Strasbourgê ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ya der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji aliyê Konseya Ewropa ve pêk bê, dest bi çalakiya nobedê ya 17 rojan bidome kir. Çalakgeran bang li saziyên Ewropa kirin ku zextan li Tirkiyeyê bikin, da ku biryara DMME’yê pêkbînin.

Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ya di sala 2014’an de der barê cezayê girtîgehê yê heta hetayî ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku Tirkiyeyê pêk neanî, piştî heft salan xiste rojeva xwe. Civîna li avahiya Konseya Ewropa ya li Strasbourgê 30’yê Mijdarê destpê kir û di 2’ê kanûnê de bi dawî bû.

Salek dem da Tirkiyeyê

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de ji Tirkiyeyê xwest ku derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heta Îlona 2022’an agahiyekê bide. Însiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” jî di çarçoveya pêngava “Dem dema Azadiyê” de, bi dirûşmeya ”Wê azadî bi serbikeve, ji bo Ocalan bikeve tevgerê” li ber avahiya konseyê dest bi çalakiya nobedê ya 17 rojan bidome kir.

Kurdistanî ji saetên sibehê ve li ber avahiya Konseya Ewropa kom bûn û konê çalakiyê vedan. Di roja ewil de koma ji 100 kesan ku ji Siwîstreyê hatibûn çalakiyê dewr girt. Pankartên wekî, ”Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Îmraliyê girtiye, agahî jê nayê girtin” û bi 9 zimanan dirûşma, ”Wê azadî serbikeve” hatin vekirin. Çalakger posterên mezin ên Ocalan û nivîsên banga, ”Bikeve tevgerê” li saziyên Ewropa kirin, daliqandin.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk ên bi zimanê kurdî û tirkî daxuyanî xwendin. Di daxuyanî de xwestin bêdadiya li Îmraliyê bi dawî bibe û bang li Konseya Ewropayê kirin ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bîne.

Çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê berdewam dike. Çalakî dê her roj ji aliyê Kurdistaniyên li welatekî Ewropayê ve bê dewir girtin û di 17’ê Kanûnê de bi dawî bibe.

KCDK-E’yê banga tevlêbûnê kir

KCDK-E’yê ji bo berterafkirina saziyên Ewropî bang li hemû kesên dilxwazên azadî û demokrasiyê kir ku tevlî çalakiyê bibin. KCDK-E’yê bi bîr xist Însîyatîva Ji Ocalan re Azadî ji bo ku CPT biryarên xwe yên sala 2020’an pratîk bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne di navbera 1-17’ê kanûnê de çalakî daye destpêkirin û dê her roj di navbera saet 10:00-15:00’an de bidome.

HDP ket tevgerê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê adarê heta niha 8 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Disa agahî ji Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Parlamenterên HDP’ê ji bo biçin Îmraliyê serdana Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan kirin.

Hewldanên parêzeran

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 22’ê Mijdarê de bi daxwaza “Bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina lezgîn bikin” û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdanê de gotin “Ev 8 meh in agahî ji Ocalan û 3 muwekîlên me yên din nayê girtin. Der barê jiyan û tenduristiya wan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên weke şewbê de tu agahî tune. Parêzeran ji dadgehê xwestin ku “rewşa negirtina agahiyan bi dawî bibe” û bi muwekîlên xwe re têkiliya fîzîkî deynin. Lê Serlêdana parêzeran red kirin. Bi redkirinê derket holê ku der barê Ocalan de du cezayên nû yên dîsîplînê hatiye dayîn. Dadgeha Înfazê hinceta redkirina serlêdanê birîna cezayê dîsîplînê nîşan da.  Dadgehê her wiha serlêdana daxwaza hevdîtina malbatan jî bi hinceta ku di 18’ê tebaxê de hevdîtina malbatê hatiye qedexekirin nîşan da.

Hewldanên malbatan

Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de dimînin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin. Malbatan piştî li meclisê daxuyanî da, serdana saziyên mafên mirovan ên wekî TÎHV, ÎHD û OHD kirin.