25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd şerê navxweyî naxwazin

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 20’ê mijdarê de bi boneya aloziya di navbera hêzên kurd de, bi rêya diyalogê bê çareserkirin dest bi hevdîtinan kiribû. Şandeyê li başûrê Kurdistanê heta niha bi gelek saziyên civakî û sivîl, tevgerên jinan, partî, rewşenbîr, oldar û pêkhateyên li başûrê Kurdistanê re hevdîtinên berfireh kirin. Hefteya borî şandeyê encamên hevdîtinan bi raya giştî re parve kirin û  bi ‘erênî’ şîrove kirin.

Der barê hevdîtinên şandeyê û helwesta aliyan de, em bi endama KNK’ê Asya Abdullah re axivîn.

Asya Abdullah destnîşan kir ku wan wek şandeya KNK’ê di nav du hefteyan de bi aliyên siyasî û civakî re hevdîtin kirine û wiha got: “Ji bo nîqaşkirina aloziya heyî, ev merheleya yekem bû û em hewl didin zemîna diyalogê ava bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Ev qonaxa yekemîn erênî bû. Ji niha şûn de dê xebat bi şiklekî din di navbera KNK û Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê ya hevbeş de bi rêya komîteyan bên kirin. Ew ê ji bo pêşniyarên tên kirin komîsyoneke ji kes û hin aliyan pêk tê bê avakirin da ku aloziya heyî çareser bike. Dê hewldan bidomin ev qonaxa duyemîn e. Ji bo avakirina bingeha diyalogê û çareserkirina pirsgrêkan dê xebat bidomin.”

Helwest erênî ne

Asya Abdullah der barê helwestên kesên bi wan re hevdîtin kirine de, destnîşan kir ku ji bo şerekî navxweyî dernekeve piştgiriya herî xurt dane şandeya KNK’ê û ev tişt got: “Helwestên hemû aliyên hevdîtîn bi wan re hat kirin, erênî bûn û piştgiriyek xurt dan xebatên şandeyê. Di hevdîtinan de xala hevbeş a esasî ew bû ku li dijî şerekî navxweyî bûn. Divê kurd pirsgirêkên heyî xwe bi xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Xebata KNK’ê girîng hat dîtin.”

Başûr xwedî dîrokeke biêş e

Abdullah di axaftina xwe de diyar kir ku bi rêya şandeyê ferq kirine ku hem li Başûr hem jî li her deverên Kurdistanê û derveyî welat gel li dijî şer e û wiha pê de çû: “Îro tu kes ne alîgirê şerê di nav kurdan de ye. Ev serdemeke wisa ye ku têkoşîna kurdan berz dibe, destkeftiyên mezin hene û divê ev destkeftî bên parastin. Li gorî şert û mercên herêmê pewîst e em bi rengekî stratejîk nêzî guhertinan bibin da ku em wek gelê kurd bikaribin di van guhertinan de pirsgirêkên xwe bi rengekî aştiyane û demokratîk çareser bikin. Aliyên din îro metirsiya  dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Başûr heye û ligel vê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê de jî krîz heye. Li hember van rewşan hê zêdetir pêwîstiya me bi hevgirtin û xebatên hevbeş heye. Kurdên herî zêde şerê navxweyî jiyane û berdêlên giran dane dîsa gelê Başûr e. Lewre gelê li vir tu carî nebûye alîgirê şerekî navxweyî. Tişta me dît ev e. Îro civak rê nade şerekî navxweyî û ev yek jî helwesteke neteweyî ye. Hewce ye îro her du alî jî xwedî li helwesta gel û aliyên cuda derkevin û guh bidin dengê wan.”

Bila rêya diyalogê bê vekirin

Di daxuyaniya KNK’ê ya ji bo parvekirina encamên hevdîtinan de şandeyê diyarkiribû ku heta niha jî hevdîtin bi PDK’ê re nehatine kirin. Der barê vê mijarê de jî  Abdullah da zanîn ku hê jî helwesta PDK’ê nizanin û wiha domand: “Me xwest bi PDK’ê re jî hevdîtinê bikin lê hê jî bersiv nedane me. Encax ew dikarin bersiva pirsa ‘çima PDK’ê hevdîtin nekir’ bidin. Ya PKK’ê jî ji bo ku derfet çênebû em ligel wan hevdîtinan bikin, mesaja xwe şandin ji bo şandeyê û destnîşan kirin ku ew bi tu şêweyî ne ligel şerekî navxweyî ne. Ji bo pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bibin amade ne. Di dema pêş de jî ger derfet hebe helbet dê hewldanên me ji bo hevdîtinan bidomin. Em bi hêvî ne ku her kes bi berpirsiyarî tevbigere û deriyê diyalogê vekirî bihêle. Ger, PDK jî bêje em li dijî şer in wê demê hewce ye em bi diyalogê  pirsgirêkan çareser bikin.”

Berpirsiyariya neteweyî

Endama şandeya KNK’ê Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora şandeyê û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê hêviyên gel û aliyan yek bûn. Di vê mijarê de ez dikarim bêjim bandor erênî bû. Dema armanca gel, alî û şandeyê dibe yek wê demê girîngiya mijarê jî derdikeve holê. Hatina şandeyê her kesî wek berpirsiyareke neteweyî nirxand. Di pêşniyar û xwestekên kesên me bi wan re hevdîtin kirin de, daxwaz ew bû ku hê zêde li ser amadekariya konferansekê yan jî kongreyeke bi giştî bisekine û ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina destkeftiyên kurdan nêrîneke hevbeş êdî derkeve holê. Pewîst e li hemberî dagirkerî û xetereyên heyî helwesta kurdan yek be. Yanî êdî her kes di wê qeneatê de ye ku êdî hewce ye kurd xwedî nêrîn, siyaset û helwesteke hevbeş bin li hember xeterî û dagirkeriyên li ser axa Kurdistanê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê