spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û dostên kurdan êrîşên çekên kîmyewî  şermezar kirin

Li bajarên Graz, Lîmasol, Stockholm, Kîel, Heîlbornn û Freîbûrgê êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê û bêdengiuya welatên Ewropayê şermezar kirin.

Kurdan li bajarê Grazê yê Evûstûryayê êrişên kîmyewî yên ku Tirkiye li dijî başûrê Kurdistanê bi kar tîne şermezar kir. Kurdan li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî êrişên kîmyewî yên ku Tirkiye li dijî herêmê bikar tîne şermezar kir. Kurd û dostên kurdan li bajarê Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi banga KCDK-E’yê çekên kîmyewî û helwesta OPCW û hêzên navneteweyî şermezar kir. Kurd û dostên kurdan li li Norra Bantorgetê kom bûn û meşiyan. Kurdên li Gavle, Vesteras û Ûpsalayê jî tevlî meşê bûn. Çalakgeran ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên Tirkiyeyê kincên spî li xwe kirine û heta Parlementoya Swêdê ya li Myntorgetê meşiyan. Li qada mîtîngê Hevseroka NCDK’a Îskandînavyayê Nadya Salih axivî  û wiha got: “Gerîla sembola berxwedanê û rûmeta me ye lê îro bi çekên kîmyewî yên qetilkirin. Gerîla şerefa Kurdan diparêze. Em ji peymanên navneteweyî û mafên mirovan ên Ewropayê bawer nakin, ji ber ku bi çekên wan em tên kuştin.”

Kurdan li gelek bajarên Almanyayê jî çekên bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin

Bi banga Nav-Berlîn û Meclîsa Jinan a Dest-Danê gelê kurd û dostên wan li Brandenbûrger Torê li hev kom bûn û êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî şermezar kirin.

Kîel

Kurdên li Kîelê jî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û OPCW’ê şermezar kirin. Meş ji aliyê NCDK’ê li pêşiya Kîel Haûptbahnhofê hate destpêkirin. Di meşê de pankartên çekên kîmyewî teşhîr dikin hate vekirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê bi sedan caran çekên kîmyewî bi kar anîne û xwestin bila tu kes çavê xwe ji vî tiştî re negirin.”

Heîlbornn

Li qada Hafenmark a Heîlbronê jî wêneyên şehîdên ji ber çekên kîmyewî û pankartên li ser êrişa kîmyewî hatin hildan. Hevseroka NCDK’ê Gulistan Meşkîna di çalakiyê de axivî û got “Rejîma dîktator a AKP û MHP’ê di êrişên dawîn de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo ser têkçûna xwe bigire, bi çekên kîmyewî êrişan dike. Ji ber van êrişan bi dehan kesên sivîl birîndar bûne û xweza texrîb bûye. Mixabin ev tişt li ber çavê dewleta Tirk tê kirin. Bêdengiya wan tê wateya ku alîkariyê didin dewleta tirk.”

Freîbûrg

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî êrişên bi çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, bi meşekê hate şermezarkirin. Gelê kurd li Platz der alten Syngogê hatin ba hev û bi pankart û dovîzan dest bi meşê kirin. Piştî meşê mîtîng hate kirin û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî hatea rexnekirin.