16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û dostên kurdan li Almanya daketin kolanan

Bi wesîleya salvegera 23’yemîn a Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek navendan girse daket kolanan û daxuyanî da.

Gel li gelek navendan ji bo 9’ê Cotmehê şermezar bikin daketin qadan û daxuyanî dan. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser twîttra daxuyanî da û wiha got: “Rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan damezrînerê fikirê jiyana azad a hevbeş e. Kilîda çareseriyê û pêkanîna aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn di destê wî de ye. Azadiya rêber Apo dê aştiyeke mayînde bi xwe re bîne.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Mexmûr

Gel li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kom bû û 9’ê Cotmehê komploya Navdewletî bi meşekî girseyî şermezar kir. Girse li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiya. Girsê di meşe de alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR, wêneyên Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên ku li ser “Sonda me ye”, “Em ê pergela Îmralî bişkînin” û “Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” rakirin. Girsê diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre Komploya 9’ê Cotmehê” û “Bimre xiyanet’ berz kir.

Meş bi diruşmeyên “Kesek nikare roja me tarî bike”, “Bimre xiyanet” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Hamburg

Gel li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, bi meşekê şermezar kir. Gel li semta Gansemarkt a Hambûrgê kom bû û meşiyan. Kurdên li bajar>ên Hambûrg, Kîel, Bremen û Oldenbûrgê tev li meşe bûn. Hevserokê FED-DEM’ê Latîf  Serhat diyar kir ku komplo çiqasî kûr be jî wê berxwedana li hemberî komployêjî wisa xurt be. Serhat got “Divê heyeteke CPT’ê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinekê bike.” Li ser navê NCDK’a Hambûrgê Emîne Riha jî diyar kir ku wê komploger têk biçin. Meşa ji bo şermezarkirina komployê li pêşiya avahiya Rote Florayê bi dawî bû.

Saarbrucken

Gelê kurd li bajarê Saarbruckenê yê Almanyayê jî komploya navneteweyî  şermezar kir. Kurd li pêşiya Eûropa Galerîayê kom bûn û deqîqeyekê rêz girtin.

Hannover

Bi sedan kurd di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de li bajarê Hannoverê meşiyan û 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Stockholm

Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn jî bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat meşek girseyî lidarxistin.

Heleb 

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.