20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan li 10 bajaran komplo şermezar kir: Komplo têk çû

Gelê kurd 23’yemîn salvegera komploya navdewletî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, li gelek navend û bajaran bi çalakiyên cur bi cur şermezar kir. Di daxuyanî, panel û çalakiyên hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku komploya navneteweyî bi têkoşînê hatiye pûçkirin. Gel di hemû çalakiyan de xwest tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.

Amed 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rezanê, di salvegera 23’yemîn a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê Cotemah 1998’an de pêk hat, sînevîzyonek pêşkêş kir. Sînevîzyon li avahiya partiyê hat pêşkêşkirin. Parlamenterên HDP’ê endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê, DBP û TJA beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, axivî û wiha got: “Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê pêvajoya komployê dewam bike. Ev komploya li dijî Ocalan hat meşandin, di heman demê de li dijî gelê kurde jî. Ger îro tecrîd giran nebûya, wê çareserkirina pirsgireka kurd di astek pir cuda da bûya. Ji bo ku pirsgirêka kurd were çareser kirin, divê Birêz Ocalan serbest bê berdan.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî, diyar kir ku têkoşîna kurdan bi sedsalana dewam dike û wiha axivî: “Ji bo ku gelê kurd bibe xwedî vîn û statu li dijî gelek zordestiyan têkoşiya. Xwestin bi komployê hebûn û destkeftiyên Kurdan tune bikin. Lê ev plana wan bi ser neket. Birêz Ocalan li tevahiya cîhanê kurd şiyar kirin. Kurd kirin xwedî vîn û înîsiyatîf. Rêya wekhevî û azadiyê ji bo wan vekir. Em ê jî, ji bo azadiya Birêz Ocalan her tiştî bikin.”

Edene

Rêxistina HDP ya Bajêr û AATUHAY-DER’ê jî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Daxuyaniya li avahiya partiyê li dar xistin. Gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di civîna daxuyaniyê de axivî û wiha got. “Çembera agir a hêzên navneteweyî û herêmî, bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê danîn, tevahiya Rojhilata Navîn bi êrişên DAIŞ’ê dorpêç kir. Ji ber ku Ocalan komplo vale derxist, vê carê dest bi polîtîkayên tecrîda girankirî kirin. Ger projeya Ocalan pêk bê, wê hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li dijî gelan, têk biçin.”

Colemêrg

Parlamenterê Colemêrgê Saît Dede, di 4’emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çelê de axivî û bal kişand ser komployê. Dede, rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de bibîr xist û komploya navneteweyî lanet kir.

Mêrsîn

Şaxên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Azadixwaz (OHD) yên Mêrsînê jî, bi heman armancê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panelek li dar xistin. Gelek aktîvîst û nûnerên, civak sivîl, partiyên siyasî û komeleyan beşdarî panelê bûn.

Endama Înîsiyastîfa Dayikên Aştiyê Nafiye Çoban di panelê de axivî û wiha bal kişand ser tecrîda li dijî Ocalan: “Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin.  Di serî de Birêz Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin.”

Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê Prz. Hoşyar Sariyildiz jî, diyar kir ku bi ser komploya li dijî Ocalan re 23 sal derbas bûn. Sariyildiz, da zanîn ku Birêz Ocalan bi peyamên xwe yên 23 sal in dide, gelan zindî hiştin û wiha got: “Kurd îro di saya Birêz Ocalan de xwe îfade dikin. Lê talokeya li ser Birêz Ocalan hîna bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê tecrîd dewam dike. Ji bo me ya girîng azadiya Ocalane.” Panel dûre bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Şirnex

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, daxuyanî da û komplo şermezar kir. Komê pankarta “Em komploya navneteweyî bi tûndî şermezar dikin” vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêvebirê HDP’ê yê Cizîrê Botan Em daxuyani xwend. Em, anî ziman ku komploya navnetweyî ku di 9’ê Cotmehê 1998’an de hat destpêkirin di şexsê Abdullah Ocalan de li gelê kurd û Rojhilta Navîn destpêka berxwedanê ye û wiha got: “Dijminatiya li dijî gelê kurd bû esasa polîtîkaya hindir û derve. 23 sal derbas bû. Şer her ku diçe berdewam dike. Pergala tecrîdê, li her qada jiyanê bandor kiriye. Tirkiye vegûheriye rejîma tecrît û qeyûmê. Ji bo pêşerojeke demokratîk gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê li berxwe didin. Tecrîdê bişkînin û dengê azadiyê bigihînin gel.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. Girse piştre derbasî eywana konferansê bû û derbarê 9’ê Cotmehê de sînevîzyona temaşe kirin. Bername bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Qamişlo

Bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişlo bi heman armancê daketin qadan.  Şêniyên Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Birak, Til Hemîs û Til Koçer daketin qadan û banga azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Girseyê sloganên “Azadî ji bo rêber Ocalan”, “Azadiya Ocalan azadiya me ye” û “Bi felsefeya rêber Ocalan em ê komployê têk bibin” berz kirin. Girse li pêşiya avahiya TEV-DEM’ê kom bû û daxuyanî da. Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û komplo şermezar kir.

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo jî bi xwepêşandanekê komploya navdewletî şermezar kir. Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû. Endamê Rêveberiya Meclisa Amûdê Sabir Mihemed diyar kir ku destpêkirina Şoreşa Rojava ji hemû komplogeran re bû bersiv.

Bi heman armancê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên kurd, ereb û suryan daketin qadan û komploya navneteweyî şermezar kir.

Çilaxa

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa komploya navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir. Bi wê armancê li pêşiya çerxerêya şehîd Masûm kom bûn û dest bi çalakiyê kir. Xwepêşandan li qada geracê daxuyanî da. Endama Rêveberiya Yekitiya Mamosteyan a Çilaxa Nezha Seyfudîn axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye dibistan û ji cîhanê re waneyên têkoşîn û berxwedana li hemberî dewletên modernîteya kapîtalîst pêşkêş dike.”

Til Birak

Li Til Birakê jî bi dehan şênî, rêveberiyên navçeyê û rûspî ji çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi xwepêşandanê kir û sloganên li dijî dagirkeriya tirk berz kirin. Xwepêşandan li çarxerêya Şehîdan rawestiya. Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xelîf axivî û berxwedana dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê jî tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandanê ji qada şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke ya navçeyê dewam kir. Xwepêşandêran siloganên ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dike, berz kirin.

Dêrik

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û îxaneta PDK`ê û hevkariya wê di êrişên li dijî gerîla de, bi sedan şêniyên Dêrikê û herêma Koçerat berê xwe da konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka, ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê vedabû.  Xwepêşandêran pankertên “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”, “Berxwedana Gerîla rûmeta me ye”, “Gerîla rûmeta Kurdistanê ye” rakirin. Girse li qadê kom bû û daxuyanî dan. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Ebdullah komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir û komplo wekî bêdengkirina dengê gelên azadîxwaz bi nav kir.

Endama rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê Şadiye Yûsiv jî wiha got: “23 sal derbas bûn, lê hîna jî komplo li dijî Kurdistanê tên sazkirin, hîna jî êrişên qirkirinê dewam dikin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, şêniyan berê xwe da konê xwepêşandanê da ku dest bi çalakiya konê xwepêşandanê bikin. Çalakiyê konê xwepêşandanê di roja 5`emîn de didome.