20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan li gelek qadan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kir

Kurdan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li gelek navendan pîroz kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, li Amedê axivî û got: “Rihê yekitiyê yê li Kobanê derket holê divê em winda nekin.”

Bi deh hezaran kurd û dostên kurdan li Amed, Wan, Colemêrg, Mersîn, Edeneyê û Kobanê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi meş û mîtîngan pîroz kirin. Di pîrozkirinan de hat destnîşankirin ku agirê Şoreşa Rojava yê li Kobanê hatiye vêxistin ji bo gelan bûye hêvî.

Amed

Komeleya Çandê ya Dîcleyê, ji bo 1 ‘ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li navçeya Sûrê li avahiya komeleyê çalakî li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û gelek kes amade bûn. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, bi nîşandana sînevîzyona berxwedana Kobanê dewam kir. Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk, li çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê û wiha got: “Hemû dewletan li komkujiya ku bi destê DAIŞ’ê hat kirin teşame kir. Kurdan DAIŞ têk bir. Li Kobanê rihê yekîtiya neteweyî derketiye holê. Divê em vî rihî îro zindî bihêlin.”

Çalakî bi pêşkêşkirina muzîkê bi dawî bû.

Wan

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, bi boneya 1 ‘ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya xwe çalakî li dar xist. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede, Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar, Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes di çalakiyê de amade bûn.

Piştî axaftinan dokûmantera “Nû jîn” a Veysî Altay hat nîşandan. Çalakî bi helbestên ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ve hatin xwendin bi dawî bû.

Edene

Di Edenê jî li avahiya HDP’ê ya Bajar çalakî hat lidarxistin. Endamên Meclisa HDP’ê, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Mehmet Karakış û Gulseren Tûral amade bûn. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

Şirnex

Li bajarokê Tilqebîn ê girêdahiya navçeya Sîlopya ya Şirnexê jî rêxistina HDP’ê bi minesebeta Salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê şahî li ber avahiya xwe ya Tilqebînê li dar xist. Parlementera HDP’ê rêxistinên HDP’ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û bi dehan kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta ” Kobanê Azadiye, em bi berxwedanê serketin em ê bi berxwedanê biserkevin” hat daliqandin.  Piştî axaftinan govend hat girtin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Kobanê” bi dawî bû.

Mêrsîn-Colemêrg

Rêxistinên HDP’ê bi heman armancî li Mersîn û Colemêrg û navçeya Geverê jî çalakî li dar xist.

Kobanê

Bi sedan şêniyên Kobanê tevî şandeyeke bajarê Reqayê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daketin qadan. Bi sedan şênî li Qada Jina Azad kom bûn û bi dirûşma “Bi ruhê 1`ê Mijdarê emê berxwedan û têkoşîna li hemberî dagirkerî û hovîtiyê berdewam bikin”, meşiyan. Beriya meşê, şandeyeke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Rîhab El-Nafi daxuyanî xwend û got: “Dema vîna gelan bû yek, ev roj wek roja piştevaniya Kobanê hat diyarkirin. Gel îsbat kir ku bi saya vîna û berxwedana ciwanên herêmên cuda yên Sûriyê di nava YPG û YPJ`ê de û bi desteka şervanan entersyonalîst ji hemû warên cîhanê, serî ji kesekî re natewîne.”

Piştî daxuyaniyê meşvan ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd meşiyan û sloganên li ser girîniya vê rojê ji bo gelên herêmê berz kirin. Di meşê de wêneyên şervanên jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin.

Li Qada Şehîd Egîd, meş veguherî mitîngê. Heveserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û ev roj li şehîdan û li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Zêb jî 1`ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê li tevahî gelê Kobanê pîroz kir û got: “Ji vê derê, serkeftin li pey hev pêk hatin, ji Reqayê heta Tebqa û Baxozê cihê herî dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê. Wekî gelê Sûriyê, li hemberî dijiminên mirovahî em yek in.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Felek Yûsif jî di mitîngê de axivî û diyar kir ku 1`ê Mijdarê roja berdewamkirina berxwedanê û Şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha lê zêde kir: “Şoreşa ku bi şoreşa jinê hatî nasîn, heta roja îro bi berxwedan û têkoşîna jinan dewam dike.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, hunermend Muradê Hemzo stranên erebî û kurdî pêşkêş kirin.