Rojnameya Heftane

Kurdayetî di Helbesta Melayê Cizîrî de

Gava zarok bûm, qesîdebêj û xezelxwan dibûn mêvanê me û jê helbest dixwendin. Min digot qey ew helbest ayet in. Ji kana Kurdî werdibûn. Îca feqe û alimên civatê bi cizba diketin, hin kes soba sor didan ber dilê xwe, hin ji wan serê xwe li dîwaran dixistin.

Helbestên Melayê Cizîrî kirin ku jiyana sor bidim ber dilê xwe û serê xwe li dîwarê hicrika seydayî bixim heya bibe xirxirk!

Her dibêjim, “Wêje ji cîhanê mezintir e, Melayê Cizîrî jî ji wêjeyê mezintir e!” Gava nêzîkî Dîwanê dibî, oqyanûsek diçelqile.

Te dît suhbetek helbestkî ya Cizîrî û Feqiyê Teyran heye. Di hin metnên Bakurî de dibêjinê “danberhev” an jî “munazarat.” Arif Zêrevan ku çapeka rind a Dîwana Melê amade kiriye dibêje “hevdubêj.” 50 sal berê Abdulreqîb Yûsuf di Dîwana Kurmancî da gotiye “berekan.”

Mela û Feqî bêyî dilê hev bihêlin û gotinên xwe li hev siwar bikin, olaneka hevpar tînin zimên. Ber bi dawiya berekanê ve pesnê hev didin. Feqî dibêje: “Di zumreya mîhrdaran / Tu roj î, ez hê tav im.” Mela dibêje: “Senexwanê Feqeh im / Evroke li Cizîrê.”

Ez jî dibêjim: “Ger siya Melayî hebit / Me bi rozê çi hacet?”

Em dikarin hemû wêjeya Kurdî ya piştî Cizîrî, wek siya Melê bibînin. Kesek nîne di helbesta Kurdî de ku silavek nedabê. Heke em siya wî bin û yekî weke wî ji Cizîrê rabûbe, divê em behsa du xalên girîng bikin: 1) Cizîra Botan bajarekî ewqas pêşketî bû ku helbestkarekî ewqas mezin welidand. 2) Divê beriya Melê û di serdema wî da bi dehan helbestkarên mezin rabûbin ku rojek wisa ji nav wan hil bibe.

Heke em siya Melê bin, naxwe helbestkêr hem bo roja xwe gotiye hem bo roja me. Divê em herdu rojan ji hev derxin. Ne çavê roja îro bo roja çûyî rastiyê dibîne, ne çavê roja çûyî roja îro dibîne.

Bo çi dibêjim? Di wêjeya klasîk de klîşe (mezmûn) hene. Simbol in û wateya xwe cuda ne. Wek mînak Teter postevan e, Tirk maşûq e, Hindî xal e, nêrgiz çav e, tîr bijang e.

Heke ev peyv simbol bin û qest ji wan sewirandina eşq û maşûqê/î be, ya Mela dike dareka bilind a em li binî çi ye?

Îca werinê.

Helbesta klasîk pala xwe daye Nû-Platonîzmê ku di her warî de îdeayek heye. Wek mînak, ideaya çiyê “Kuhê Bêsitûn” e. Gava helbestkar behsa çiyê bike, divê navê çiyayê Bêsitûnê hilde. Lê çiya bo Melê, Qendîl e ku dibêje: “Tu narê firqetê zanî / Dikarim ez tehemmul kim / Diyarê kohê Qendîl im / Meger fîl im di eşqê da” (42).

Helbet bajar û welat jî simbolîk in, lê Mela Kurdistanê jî dike simbol: “Tenha ne Kurdistan didin / Şîraz û Yeng û Wan didin / Her yek li ser çehvan didin / Ji Espehan têtin xerac” (76). Dîsa dibêje: “Bi tebilxaneyê şahî were text / Ko tu îro şehê Kurdistan î” (243).

Gava behsa Dîcleyê tête kirin, dibêje: “Da binasî xeterên rê tu nebî xafil-i jê / Dicle ye lê di pir in bir birê pêl û ber û merx” (88). Wek tê zanîn simbola feyz û coşê di helbesta klasîk de Nîl e. Lê Mela wiha dibêje: “Feyza me şubhê Nîl e em Dicle û Ferat in” (113).

Di helbesta klasîk de tekye meyxane ye, mirîd zarokên agirperestan in, mirşîd jî pîrê Zerduştiyan e. Lê li nik Melê, Laleş dibe simbol: “Dilgeşte min ji dêrê naçim kenîşteyê qet / Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş” (112).

Qralek dixwaze bihuştek li cîhanê çêbike li Hîcaz an jî Suriya îroyîn. Jê re dibêjin “Baxê Îrem”, yanê baxçê bihuştê. Lê binêrin Mela çi dibêje: “Gulê baxê Iremê Bohtan im / Şebçiraxê şebê Kurdistan im” (272). Ecêb e.

Mela ecêb e. Dizane çi bandora helbesta xwe heye ku dibêje: “Sed Çîn di xwe da girtiye zulfa te bi çîn / Şi‘ra me û heq lew çû heta Maçînê” (251).

Me ti gazin tune, Kurdî daye me, em şad in li bin siya Melayî.

Çend Nîşe: 1. “Senexwan” meddah û pesndar e. 2. Mebest ji “roz”ê “roj” e ku di Dîwanê de Mela dibêje “roz.” 3. Jimara rûpelan ji çapa Hewlêrê didim: 2007, Amd. Arif Zêrevan, Dezgey Aras.