Saturday, Mijdar 27, 2021

Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

…Keya Mûwatallî li gel artêşeke dêwasa ya 21 mîregên bi Civaka Pankû yê ve girêdayî, xwe berdide welatê jêr û dajo li ser Misira pozbilind a xwedanê pîramîdên bihişmet. Ev her 21 mîreg, ango hozên bi împeretorîya Hîtîtê ve girêdayî, mirov dikare nola NATO’ya niha pênase bike. Jixwe ev tifaqên wanî, ji sedî sed ji ber tifaqên kurdên cîhana dêrîn yê Hattî-Hîtîtê hatine sazkirin. Eger em tifaqa yekîtiya van hozên aryayî, yên di pêşengiya Hattî-Hîtîtîyan de, li gorî roja me ya niha formile bikin, bê çawa li hemberî Misirê hatibû avakirin: yekitî ango tifaqa NATO’yê jî, bi pêşengiya Amerîka, li hemberî Sowyet-Rûsya yê hatiye avakirin. Qerekterê van ber du hêlan jî pirr dişêbin hevdu. Lewra qerekterê Hattî-Hîtît li gel 21 mîregiyên, ango hozên aryayî, her wiha qerekterê Amerika ligel yekitiya hevpeymaniya NATO’yê, qerekterekî li ser hîmê demoqrasiyê û parastina mafê mirovan e. Li hêla din jî, qerekterê Misir û Sowyet-Rûsyayê jî, qerekterekî dîstopîk û antîdemoqratîk in.

Artêşa Hîtîtê û 21 mîregiyên hevpeyman ên hozên aryayî, ji 35 hezar leşker, sê hezar û 500 hespên bi erebokên cengê pêkdihat. Ev her 21 mîregên, ango hozên endamê Cimeta/Meclîsa Pankûyê ev in: Nahrîna (Ji herêma Hûrrî), Arzawa, Pîdasa, Dardanoî, Masa, Karkîsa, Lykîa, Vîlûsa, Aravana, Kaşga, Kizzûwanta, Kadi, Kargamêş, Halpa, Nûhaşşa, Kadeş, Ûgarît, Mûsanata, Kabsû, Înîsa û Hayaşa. Di vê hênê de Hattûşîlî yê mêrxas ê fermandarê yekîneyên bakûr ên taybet, ji wan yekîneyên siwarî yên hespên bi erebok jî, tê pîbarî birayê xwe Keya Mûwatallî radibe. Bi vî awayî împeretoriya Hîtîtê, bi tevahiya hêz û hozên xwe, li hemberî Ramses ê 2’em dibe yek dest.

Keya Mûwatallî, li herêmê tevna xwe ya sîxwuriyê jî xweş dihûne. Bi saya serê sîxwurên xwe yên şareza, dizane ka kîjan mişk dikeve kîjan qulukê. Saloxdanên digihêjin li ber destê Keya Muwatallî, hemû geşedan di zefta wî de ne. Lewra sîxwurên wî yên profesyonel, bi malûmatên çewt, artêşa Ramses ê 2’em dixalifîne û wan dixînin nava rehaweteke xav û gevler.

Heta yekîneyên Ramses ê 2’em, her du sîxwurên dawî girtibûn, wan didin peyivandin ku artêşa Hîtîtê ne li Helebê ye. Vaye li ber pozê wan e. Ango vaye hema li bakûrrojhilatê Qadeşê ye, hasil diçe bi Mûsilê re derdikeve. Artêşa Keya Mûwatallî û mêrxas Hattûşîlî, ji nişkan ve mîna bayê birûskê, rikêfî gurdana Ra û Amon dike. Her du tabûrên Ramses ê 2’em, nola mûyê li mûjenê bikeve, wanî wan ji hevdu vediçirrîne. Hespên bi erebokên cengê yên Hîtîtê, şerrekî kesnedîtî lidardixîne. Lewra, her erebokeke cengê ya Hîtîtê, sê heb cengawer hildigirt û hespên erebok dajotin jî, bi tertîbatê fermandarê navdar, Kîkkulî yê Hespzan/seyîs hatibûn perwerdekirin. Lema jî nola birûska ezmanan, neguncan bû serî bi wan re derketa.  Rimerima simên hespên Hîtîtê, deşta Qadeşê dikuta. Gava hespên gewî, yên bi qasî siwarên xwe cengawer radibûn i’rat, çargavî û tiragan, erd û ezman di bin simên wan de dilerizî. Toz û tebara ji ber simên wan radibû, gerrînekek li babîsoka cinan dixist û hildibû; ezmanê çikîsayî, veduguhezand ewrekî reşî-tahl ê ji wan taviyên biharê. Her sê cengawerên Hîtîtî yên di yek erebokê de; yek ji wan ajokarê hespan, yek ji wan tîravêj, yê dîtir jî rim û şûrkêş bû. Ev erbokên hespan, ango tanqên yekemîn yên serdema xwe bûn û babîloska mirinê di ser dujmun de digobeland.

Herdu gurdanên Ramses ê 2’em, nizanin ka ev çi bobelat bû bi serê wan de hat; gelo birûska ezmanan li wan xist, yaxwud ew xezeba bahozeke xeybanî bû li wan ket! Ramses ê 2’em, firtêfirtê xwe ji nava lepê artêşa Keya Mûwatallî û mêrxasê jêhatî fermandar Hattûşîlî xelas dike.

Ramses ê 2’em, radibe tavilê wezîrê xwe, li gel çend mihafizên din ber bi herdu gurdanên xwe yên din ên bi navê Ptah û Set ve dişîne.

Gotinek heye, dibêjin: çerxa felekê timî li gorî dilê mirov nagere. Vê carê artêşa Hîtîtê dibêje qey şer bi dawî bûye û bayê serkeftinê li serê wan dixîne. Wan serxweş dixin. Hin ji cengawerên artêşa Hîtîtê, cirrê şerabê bi bilqebilq di ser xwe de dikin. Hin govenda serkeftinê digerrînin, hin jî nola qirrik û qertelên laşxwur, dikumişînin ser kuştiyên Misiriyan û di ser talana artêşa têkçûyî de, qarixî dibin. Di vê rewşa artêşa Hîtîtê ya jihevdeketî de, dîtina dibînin, Ramses ê 2’em, mîna zîbeqê bi wan ve dizeliqe. Û careke din herdu artêş, nola du çiya, bi cilqînî li hev bikevin, wanî dîsa herdu artêş li hev dikevin û şer dest pê dike. Dibe şîrqînîya şûr û mertalan, gurpegurpa gurzên ser-gaboxe û hiwêzên bi niçik yên bi qelayê kildayî, dibe fire firra qîtikên rimên bi movik, di ser serê cengaweran re difirin. Mîna pivîniya mozqirtikê, wanî pivînî bi tîrên serîk bi bronz dikevin û di zirxên cengaweran de diseqin. Ji xwîna sorê yaqûtî, êdî hew devê şûr û şilfên çerxkirî, pozê kefikên/sertîrikên rimên, mîna birûskên ezmanan dibûrizin. Bivirên dudev yên seqakirî, êdî ji xwîna sorê soringî hew li ber tîrêjên rojê diteyisîn. Kumzirxên cengaweran ên bi porçik, tevî seriyên bi xwîn, nola qirrik û qertelên çolan radibin û dadiketin. Ji herdu aliyan xwîn, mîna mezrîbê diherike. Axa deşta Qadeşa xopan, bi xwîna cengawerên, dibe çiravek sorkurra soringî. Şîrpeşîrpa dengên çekan, borebora halanên cengawerên boke, hîrrehîra hespên birîndar, tev li keldixana xwîna germ û hûrên hespên dirandî dibin. Mija ewrekî mahşerî, nola pelûleke tîr ber bi kokevaniya ezmên ve hildibe. Heta li wan dibe êvar, herdu alî jî ji kasil de dikevin. Ti tiştekî avahî di hevdu de nehiştine; edetî hevdu pelkewatî kirine; bi gotineke din, malikê li hevdu divirritînin. Herdu artêş jî, derbên xedar dixwûn; xwe diguvêşin û vedikşin.

Dotira rojê. Çiqas qirrik qertel, çiqas wawîk û ajalên laşxwur ên deşta Qadeşê hebûn, tevdekan berkurk û zikên xwe ji goştên cengawerên kuştî, kiribûn tirpik.

Ax, ji xwîna mirovan têr bûbû. Edetî ax, xwîn vedirşiya. Ev herêm, bûbû hola cenga cîhanê ya yekemîn. Wer tê bawerkirin û di kitêbên pîroz de jî derbas dibe. Dibêjin di taliya dinê de, dê tercal rabe û cenga Armageddon a dawiya dinê jî, dê dîsa li vê herêmê bide destpêkirin. Her wiha ew ê Mehdî (hin kes dibêjin, di esasê xwe de Mehdî, kesayetiyekî Medî ye, ango ji xelkê Medyayî ye) rabe were û mirovahîyê ji nava lepê Tercal rizgar bike (Gava meriv li vî şerrê dawî yê li ser gelê kurd tê meşandin dinere, xofeke welî xwe li meriv radipêçe. Meriv xwe bi xwe ji xwe dipirse, dibêje gelo dibe ku evên museletî ser miletê me bûnin, tercal bi xwe bin?)

Şerrê Qadeşê ew şerr e, dê heta hetayê bê qalkirin.

Gava Ramses ê 2’em vedigere Misrê, bi awayekî pirole li ser dîwarê perestegehên Ramasseûm, Karnak, Lûxor û Abydos, serkeftina xwe dinivîse û bi berfirehî zirtê şerrê xwe yê li Qadeşê dide. Xwedê kir, Ramses ê 2’em, di derheqa sêwirandina dujmunê xwe de hesûdiyan nake û heta hespên bi erebok ên Hîtîtê, yên sê cengawer hilgir jî, her wiha li gel cil û berg û beşera rapêçandina şervanên Hîtîtê yên bi şûr û mertalan tevjidandî jî, li ser dîwarên perestehên navê wan li jor nivîsandî disêwirîne û ji bo dîrokê nemir dike.

Her çiqas Ramses ê 2’em, bi propogandeke pirole xwe serkftî dabe nîşan jî. Gelek Hîtîtîlog dibêjin, herdu alî tevket û tevrabû nin, ango ti hêl ne li ser, nejî li bin ketî ne. Lê di esasê xwe de, Hîtît digihêje mexseda xwe. Lewra Mîregiya Amûrrû ji destê Misirê derdixîne û Mîrê Amûrrû, Benteşîna dîl digrin û wî tînin paytext Hattûşayê.

Şerrê Qadeşê, sê hezar û 200 sal wanî yekalî tenê ji hêla çavkanîyên Misrê ve dihat zanîn. Çi gava şûnwarnasan li Hattûşayê dest bi kolandina arkeolojîk kir, hingê li kevalên qala şerrê Qadeşê dikir, rasthatin. Ev kevalên ji hêla katibên Cıvata Pankûyê ve hatibûn nivîsîn, bi rengekî mitewazî û bêyî pirolekirin, qala şerrê Qadeşê kirine. Ev sixleteka kurda ye. Ne kurdên cîhana dêrîn û ne jî kurdên niha, ti caran li xwe danenîne ku zirtên şerrkirina xwe bidin. Hîn û hîn jî, kesek li ba kurdan wesfê şerrê xwe bide, kurd bi çavê kesekî kuşek li wî dinerin.

Bi vî awayî, rika di navbera Hîtît û Misrê de, şanzde salên din jî dikudîne. Lê em ê ji niha û pêve, di derheqa Keya Mûwatallî de ti tiştekî din nebêjin. Lewra ev mirovê li hember birayê xwe Hattûşîlî dilpak, lê li hemberî dujmunê xwe jî ew çend kone û şareza, rojên jiyana xwe bi dawî dike. Nola dibêjin, gava ew roj tê, tu keya be jî, tu împeretor be jî, stêrka te li ezmanê şîn ê lacîwertî diçerrixe û dirje erdê; ne bîskek kêm, ne jî bîskek zêde. Û Keya Mûwatallî jî, derdikeve rêwîtiya xwe ya jiyana ebed.

(dê bidome)

Naveroka berêMêvan ji mêvan aciz e…
Naveroka ya piştî vêŞer jî heye, şer jî heye!