Monday, September 27, 2021

Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî 2

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

…Serê sibê zû, beriya roj hilê em radibin xurîniya xwe dikin û em berê xwe didin Hattûşaya efsanewî ya navgiran (nola dibêjin: nav ê giran e, war ê wêran e). Em di deriyê hêla rojava re, daxilî nava bajêr dibin. Pencê roj a nûhilatî jî ji hêla deriyê şêr ve davêje der. Tîrêjên rojê, mîna teriya teyrê tawis, li ser kavilê Hattûşayê belav dibe û me bi silava Xwedawenda rojê ya Arînayê di silavîne.
Paytext Hattûşa, li ber paleke bilind e û 4 km li rojhilatê navçeya Bogazkaleya Çorûmê dikeve. Her wiha li ser 40 hektar erdî hatiye avakirin. Sûra dora bajêr rapêçayî, 6-7 km dirêjahiya wê heye.
Paytext Hattûşa, ji du taxan pêk tê; taxa jêrîn û taxa jorîn. Li taxa jêr, perestegeh, sîloyên dexil, kevalxane/arşîv, avahiyên fermî yên rêvebiriyê û avahiyên jîngehî tê dîtin. Ev tax, di heman demê de cihê bazirgana, ango qada agora ye jî. Li vê taxê, hewzeke avê yê ji tahtekî yekpare kolayî heye. Gava kesên xerîb, yan jî bazirganên ji derve dihatin paytextê, ewil xwe di vê hewzê de pak û delal dişûştin vedişûştin, paşê derbasî nava gel dibûn. Dîsa li nêzî vê hewzê, kevirekî kesk yê giranît heye, ev kevirê hanê meriv metelmayî dihêle. Lewra pir xerîb dixuye. Heta hin kes dibêjin, ev kevirê fezayê ye. Ev kevirê hanê nola sabûnê hilû, ango dûz e.

Li taxa jor jî perestegeh, her wiha serayên keyayên hîtîtan û wekî din avahiyên cûr bi cûr tê dîtin. Gelemperî, avahiyên xwe li ser latên di serê kiriskirî avakirine. Li taxa jor, pênc deriyên têketina nava bajêr henin. Ev her pênc derî jî heta te bivê bi şox û şeng in. Navê wan deriyan ev in: Deriyê bişêr, deriyê bisfenks, deriyê di bin erdê de, deriyê bastîon û deriyê keya. Deriyê di bin erdê de, deriyê têketina nava çepken, ango tuneleke heye. Ev tunela hanê, ji bo bi dizî derketina derveyî bajêr e û ev deriyekî bixef e.
Jêrxaneya bajêr, ango binesazîya bajêr, bi hostahiyeke şarezayî hatiye avakirin. Hîn jî lûleyên kêzînê û lûleyên ava paqij tê dîtin.
Gava ez li nava kavilên paytext Hattûşayê digerim, ez wiha hîs dikim ku ez li gundekî, yan jî li  bajarekî welatê xwe yê wêrankirî digerim; ewqas meriv hestiyar û dilzîzî dibe. Xwedêyo, ev çi hesteke seyr e! Gelo ev tiştên ez wiha hîs dikim, ev dejavû ye? Gelo ez di nava giyanên xeybanî de me? Ango ev cîhaneke paralel e?
Her tişt ji min re pir nas tê. Ne di destê min de ye; ez jixweber li ber dîwarê bîrovgirtî yê perestegeha Xwedawenda rojan a Arîna û yezdan Teşûp, temen dibim. Di heman demê de, meriv xwe di huzûra xwedê de hîs dike.
Nola dibêje: “Dîtin û gotin nabin yek.” Di asoya min de Hattûşa vedigere serdema xwe ya bi şoxeşeng a zêrînî û ji nû ve ava dibe. Ez jî dibim mîna dewrêşekî xeybanî û li kolan û gêdûkên Hattûşayê digerim.

Ez bi zarokên vê paytexta efsanewî re lîstika ço-pelê, veşartokê û hêlingokê dilîzim. Bi xortikên wê re çirrê, sêqûçê û holîyê(golfa kurda) dilizim. Bi evîndarên wê re, ji kulîlkên çolê sertacgulekê çêdikim. Ji destê  jinên vê paytextê yên nanpêj, nan û xwarinên bi çêj dixwim. Li meclisa porsipî û rûsipîyên wê ya bi navê Meclîsa Pankûşê rûdinêm, li pend û şîretên wan guhdarî dikim. Li dîwana sazbend û dengbêjên wê, li ber qebeqeba dengê wan ê biraz, mîna şeraba di kewara qurmê dara mazî de danisilî be, wanî mest û sekan dibim. Her wiha bi şervanên wan re, hespê xwe dibezînim. Radikim cirîd û tiragê. Û li meqamê keyayên wê yên zîrek, ew çend jî şareza diqesidim; li wan merde-mêran diqesidim û piştê ji wan werdigirim. Xwe bi xwe ji xwe re dibêjim: “Ê de hema qaqibixo ji Rustemê Zal re jî!” Hasilîkelam, ez xwe ji malê dihesibînim; jixwe wanî ye jî. De fermo, xwendina xwe bikudîne! Heke we jî negot erê?

Di sedsala 19’an de, miletên Ewrûpayê di nava keftûlefta lêgerîna dîtina koka xwe de bûn. Meraq dikirin ka gelo koka zimanê wan di kûrahiya erda kîjan welatî de veşartî ye. Lema jî tu dereke ku wan xwe negihandê û nola gornebaşan venexepirand, nema. Digel lêgerîna koka xwe, hêjayiyên di bin erdê de veşartî jî, derdixistin û dibirin dikirin xemla muzexaneyên xwe yên bihişmet. Her wiha xwe digihandin razên cîhana dêrîn jî. Ev razên hanê, nola find û çirayê pêşeroja wan ronî dikirin.
Heta hingê, tenê navê hîtîtan di Ahîta Kevn û di nava nivîsên mîxî yên Misir, Babîl û Asûran de, derbas dibû. Lê cîhana zanistê a arkeolojiyê ji vê şaristaniyê re ne serwext bû.
Arkeologên Ewrûpayî, di destpêka sedsala 20’î de, bi hezaran kevalên kîl yên aydê hîtîtan, li paytext Hattûşayê dîtibûn. Kevalên hatibûn dîtin, ne tiştekî henekî bûn! Ew kevalên arşîva dewletekê, heta yê arşîva Împaratorekê bûn. Di nava wan kevalan de, ew ê di cîhanê de kevala peymana yekemîn ya di navbera du Împaratoran de hatibû girêdan jî bihata dîtin. Navê xwe yê eyan; kevala Peymana Qadeşê bû. Lê kesekî vî zimanê bi nivîsa mîxî hatibû nivîsîn, nizanîbû ji hev derxista. Jihevnederxistina vî zimanê nepen, bûbû kuleke heftşaxê û xwe berdabû li ser dilên wan.
Di encama kolandinên arkeolojîyê de, digel wan kevalan, gelek berhemên niwaze yên din jî derdiket li ber ronahiya rojê. Berhemin ew çend niwaze bûn, meriv ji xwe re fedî dikir li wan bineriya.

Berpirsên tîma kolandinê, li ber pirbûn û niwazeya berhemên dihatin dîtin, ketibûn tev. Nizanîbûn çi xweliyê li serê xwe bikin û çawa vê tevliheviyê ji hev veçirîne. Lê, ger benîademî li mirîşkê biritibîne, ew ê bi zorê hêkê jê derxîne! Wekî din gotineke pêşiyan yeka din jî heye, dibêjin: “Ger şivan bixwaze, dikare şîr ji nêrî bidoşe.”
Zimanzanê Çekyayî, yê bi navê Bedrich Hrozny jî wanî kir. Di sala 1915’an de ev hevoka bi zimanê hîtitî ji hevdu verşand:  “Nînnda-an ezzatenî watarra ekûtten.”
Wergera wê ya bi kurdiya îroj, wiha ye: “Nan bixwe, avê vexwe.”
Wergera vê hevokê, serdemeke nû vekir. Heke baskên lêkolînerên hingê hebûna, ew ê ji şahiyan bifiriyana. Lewra, hate kifşkirin ku ev zimanê hanê, zimanê Hînd-Ewrûpa yê herî kevn e ku pê hatiye nivîsandin. (Lê heke tu ji min bipirse, zimanê Hînd-Ewrûpî yê herî kevn pê hatiye nivîsandin, kevalê Kûrtî/Xorrî ye. Tenê min xwest ez vê çewtiyê bi bîra kesên miraqdar bixînim)
Wergerandina vê hevokê, di cîhana zimanzanan de bû dingiyan. Kelecan, coş û peroşeke kesnedîtî deng veda. Raza hezaran kevalên arşîvkirî, yek bi yek ji hev hatin verşandin û  veçirrandin. Konê tariyê yê 3 hezar 800 sal berê, ji ser vê şaristaniya qebqebe hat rakirin.
Ez dixwazim dîsa li hevoka “Nînnda-an ezzatenî watarra ekûtten” vegerim û hinekî li ser hûr bibim. Her wekî min li jor jî destnîşan kiriye, ev hevoka hanê bi nan dest pê dike û bi av-vexwarinê bi dawî dibe. Qalibê hevoksaziya vê hevokê, peyv bi peyv li gorî rastnivîsa kurdiya me ya îroj e ku em bi kar tînin e. Wekî din jî ya gelekî gelekî girîng, ev hevok bi peyveke bingehîn ya kurdî dest pê dike: NAN! Bavo, bavo, bavo! Ne tiştekî din jî, êdî NAN?! Ev peyveke ewçend girîng û pîroz e, di nava xwarin-vexwarina benîademiyan de, piştî şîrê dayikê, NAN pîroz û bimbarek e. Bi hîtîtî jî, bi somerî jî û bi kurdî jî, hevîrê li tenûrê dikeve, yaxud li ser sêlê, an jî li ser kevirê sincirandî tê pijandin, navê xwe NAN e!
Ev make-peyva zêrîn, mîna zemqa debûşê zimanê somerî, hîtîtî û kurdî bi heve dizeliqîne. Ne tenê ev peyv, ez dixwazim çend peyvên din yên hîtîtî û kurdî bidim li ber hev: bi hîtîtî, pae/bi kurdî, pê-ling. Mû/mi-ez. Ta/Tu. Gestûg/Guh. Nû/Û. Tîa/Têyî(jibo hatinê). Gûd/Ga. Maş/Meş. Sûppî/Sipî(rengê sipî). Kûer/Kêr. Hastayî/Hestî. Sara/Serî. Mûrrî/Tirî. Paxhîrî/Agir. Şiwat/Şewat. Hink/Hinek. Harî/Here. Sale/Sal. Ebanî/Banî-jor. Harî/Here. Zarî/Zarok. Zik/Zik. Tiûa/Tav-roj. Hûrdar/Şûrdar-şervan. Û gelek peyvên din…
Va ye ji we ve jî eyan e; ez naxwazim peyvên xwerû bi kurdî, dîsa bi ravekirineke kurdî rave bikim. Lewra ev dibe nola meriv ji bo rojê bi yekî bide hînkirin, meriv wêneyê rojê bixêzîne. Lê dîsa jî dilê meriv nekeve cî û meriv li binê wêneyê rojê bi nivîskî binivîse, bibêje: “Binerin ev roj e ha!”
Bi sedan peyvên hîtîtî û kurdî wekî hev henin. Lê min nexwest ez zêde dirêj bikim. Heta ev peyvên min li jorê danîn li ber hev, heman pey gelek ji wan bi zimanê somerî, xorrî-kûrrî û ûrartûyî jî tên heman wateyê.
Êêê. Tabî ev rastiya hanê, dagirkeran diqutifîne û zirav li wan diqetîne. Bila bikin zirrezir bilerizin û bibizdin! Lewra înkarker yên dikin nakin nikarin xwe bi şaristaniyeke paqij ve bizeliqîne, li hember esaleta miletê kurd, nola qemûşkê dicivin li ser hev; xwe bênirx, bê kok  û erzan dibînin. Ma ew ji vê esaleta me ya bihişmet netirsin, ew ê ji kêbitirsin gelo?
(Dê bidome)