Monday, September 27, 2021

Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

Xwînerên ezîz. Vê carê keştîya Alalû ew ê xwe li paytexta Hitîtan, li  Hattûşa/Hattûşaşa xopan dayne û em ê bi hev re li xizmên xwe yên Hattî-Hitîtî biqesidin.
Bê çawa şik ji kurdbûyina kurdekî  kelhor, goran, soran, kurmanc, zaza re tune ye. Şik û guman ji kurdbûyina yekî hîtîtî re jî tune ye. Ger hûn vê nivîsê û berdawamiya wê bixwînin, hûn ê jî jê re serwext bibin ku hîtîtî jî xas û hur kurdê reş ê mirî ye.
Belê, berê min li Hattûşayê ye, lê belê berî em daxilî paytext Hattûşayê bibin, werin em bi hev re  li ser devê riya xwe dagerin bajarê antîk yê Alacahoyukê. Qet xwe jê venegirin û xwe xerîb nehesibînin. Lewra niştecîhên Alacahoyukê jî xizmên me yên hattî ne. Ew jî bi eslê xwe kurdên xas in. Bi gotineke din; niha gelek ji me em hattî yên xas in. Kî çi dizane. Dibe ku yê vê nivîsê dinivîse, an jî tu xwînerê  niha vê nivîsê dixwîne jî dibe ku ji kok û reha hattîyên Alacahoyukê û Hattûşayê bin.
Alacahoyuk, bi qasî 35 kîlometreyan dikeve bakurê paytext Hattûşayê. Avakarên vî bajarê antîk yên yekemîn, hattî ne. Ev bajarê antîk, bi tirbên xwe yên bîrdarîyê, her wiha bi derîyê xwe yê bi sfenksî, navdar e. Her çiqas niha tirk ji vî bajarê dêrîn re dibêjin Alacahoyuk, lê navê xwe yê rastîn Arînna ye û ev nav ji hêla niştecih û avakarê wê yên pêşîn ve hatiye lêkirin. Ev navê Arînna, di heman demê de navê xwedawenda rojê ye.
Xwînerên ezîz. Binêrin em hîn di despêka lêkolîna xwe de, li bajarekî antîk rast tên û navê xwe xwerû bi kurdî ye. Arînna, di roja me de jî gelekî tê bikaranîn. Nexasim îro, em xelkên kurd, hîn û hîn jî vî navî li keçên xwe dikin. Heta kesên keçên wan gelekî li ber dilê wan şîrîn be, vî navî li keçên xwe dikin. Arînna an jî Arîn.
Gava ez di derîyê dîrokî yê bi sfenks re daxilî nava bajarê antîk dibim, hilma dem û dewranên dêrîn li ser çavê min dixîne. Bi hemû hest û hîsên xwe, meriv tê derdixîne ku meriv li nava xizmên xwe ye. Sura bayê wê atmosferê bi awayekî welê nazik xwe li meriv dipêçe, meriv dibêje ev ne ba ye; ev qumaşê hevîrmêş yê bi sabûn û gihayê bêhnxweş hatiye şûştin, veşûştin û xwe li ser bedena meriv, bi şîrgermî li ba dike.
Berê deriyê bisfenks li hêla rojhilat dinêrin. Li vî alî û li wî alîyê derî du heb sfenks hatine daçikandin. Gewdeyên sfenksan, gewdeyên şêran e. Lê serê wan di durfê serê jinan de ye. Kî çi dizane. Dibe ku ev sfenksên serî-jin, xwedawenda rojê Arînna bi xwe bin. Lewra riwayet ew e ku sfenksên jin, ji bo hefidandina bajêr li ber derî yê têketina nava bajêr hatine çikandin; daku bajarê xwe ji qeda ji bela û ji kesên bêyom biparêzin.
Li ser kêleka sfenks, teyrê duserî hatiye qewartin. Di nava her penceyekî teyr de, kîvroşkek tê dîtin. Dîsa li ser dîwarê li ber sfenksan, rolyefên hukumdar û yezdanên wan tê dîtin.
Berdewamiya dîwarê bi sfenksan ve, bi kevirên kujomijo, ango yên ne şehkirî hatiye lêkirin. Lê dîsa jî meriv dibêje qey bi lazerê hatine birîn û lêkirin. Wanî cilêt di ber re derbas nabe.
Tirbên heyî, yên keya û jinên navdar in. Di tirbên keyayan de mertal, şûr û tîrkevanên wan hatine dîtin. Her wiha di tirbên keyayên hattîyan de sembola rojê, bi tirkî jêre dibêjin “guneş kursu” hatiye dîtin. Ev sembola rojê ku li dora wê duwazdeh sembolên ji hev cuda, wekî pezkovî, teyr, dar û sembolên din pêvekirî tê dîtin.
Di tirbên jinan de jî xişir û tiştên wan yên xemlê hatine dîtin.
De me got, ev bajarên dêrîn yên hattiyan bûye. Ango berî hukumdarên hîtîtî werin, ev bajar hatiye avakirin. Loma jî dîroka van tirban, xwe dispêrin berîya 4 hezar- 4 hezar 500 sal beriya niha.
Ro li ber ava, ez ji Alacahoyukê vediqetim û berê xwe didim Hattûşaya paytexta hîtîtan. Di soringiya êvarê de, ez digihêjim Bogazkaleyê. Jixwe Bogazkale û Hattûşa bi hev ve ye. Nexşeya mezinahiya Hattûşayê, ji ya navçeya Bogazkaleyê bi gelekî mezintir e. Lema jî hotela turîstîk a navçeyê, gelekî hêsan tê dîtin. Digel konê min yê kampîngê li gel min e û cihê ji konên kampîngvanan re hatiye terxankirin jî heye, lê dîsa jî ez hez dikim wê şevê li hotelê razêm. Mexseda min ew e di der barê hîtîtan û Hattûşayê de, ez hinekî agahîyên di nava gelê herêmê de veşartî mane berhev bikim. Lewra ew agahî, ji dê û bavan derbasî kur û keçên wan bûye. Bi raya min ev agahiyên wanî, agahiyên parzûnkirî yên herî orjînal in.
Ji ber kêmbûna muşteriyan, gotin di cih de be, xwediyê hotelê li ber me li ser nenûkan direqise. Temenê xwediyê hotelê, derdora 60-65 salî ye. Ji çapana wî tê famkirin ku ew ji malbateke xuya ya wê navçeyê ye. Mêrik timî berê gotinê dadigerîne tîne li ser bavê xwe yê kal. Ez ji gotinên wî derdixînim ku bavê wî hîn li jiyanê ye û ew kalemêrekî xerîbdost e. Her ez dixwazim êdî rabim biçim odeya xwe ya razanê, lê xwediyê hotelê peyvê dirêj dike û bi hostahî min vediawiqîne.
Ez ê paşê pê bihesim ku bavê wî yê kal dê were hotelê li gel me û ew ê bixwaze hinekî bi me re bike galegal. Daku hinekî bêhna wî were li ber wî. Lê çima em, çima ne kes û kûsên wî, nas dostên wî?
Hîna ez li bersiva pirsa xwe digeriyam, min dît jîpek hat li ber me sekinî. Zilamekî kal lê bi dar û ber, ango yekî bejinbilind ji erebeyê peya bû. Guhên wî yên bel, bi zor di nava pirça sipî de dixuyan; hema ewqasî di nava pirçê de kifş dibûn. Lê bi eksê pirça kulx a guhê wî, serê wî tibabekî rût bû. Herwiha rî û simbêlê xwe jî kur kiribû.
Kalemêr, xwedî sekneke bi bandor bû. Me ji ber wî qam kir; em rabûn li ser xwe. Lawê wî em bi kalemêr dan naskirin. Gava destê xwe dirêjî destê min kir, bi zor kêsa min lêhat ku ez destê wî yên mîna melêveke darînî wanî gir, bijdînim û bihejînim.
Piştî xweşûbêşê em li hev rûniştin. Niha ez li ber dikevim bê çima kalemêr hevdîtina bi me re xwestibû. Lewra kalemêr, bi eslê xwe kurdekî Meletî ye. Kal û pîrên wî bi egerekê koçî vê derê kirine. Li ser gotina kalê Osman (bi vî awayî hûn ji navê wî re jî serwext dibin) çaxa kal pîrên wî ji Meletiyê koçî Bogazkaleyê dikin, ev der gundekî piçûk bûye. Lê niha jî navçeyeke berxweş e.
Kalemêr dibêje, ez damezrînerê vê navçeyê yê yekem im ku min ji gund derbasî statuya navçeyê kir û ez serokşaredarê wê yê yekemîn im.
Dibe ku haya kalemêr jê tu nebe. Lê bi rewşa xwe, her wiha bi helwesta xwe çiqas dişibe keyayê hîtîtan, Hattûşîliyê yekemîn.
Gelek Hîtîtolog yên bêlayen, hemfikir in ku keyayên Hîtîtan ji hozeke derdora navçeya Dîvrî ya Sêwazê ye û ev hozek ji wan hozên Xorrî/Horrî ye.
Tê gotin ku hukumdarekî ji vê hozê bi navê Anîta, B.Z di destpêka sedsala 17. de vedigere li ser paytexta hattîyan, bajarê Hat-û-şa yê, paytextê wêran dike. Paşê bi nifirên kesnedîtî, nifiran li Hattûşayê dibarîne. Paşê keya Anîta wiha dibêje:
“Şevekê ji nişkê ve min vegirt li ser Hattûşayê. Min bajar bi dar û berên wê hilweşand û da li ber pêta arê sor. Paşê jî min bizrê gihayê quruncokê lêbizar kir. Da ku kundê kor li şûna vî warî bixwîne û careke din ji tu kesî re nebe cih û mesken”
Lê digel vê nifira Anîta yê bapîrên keyayê hîtîtiyan jî neviyê wî Hatûşîlî, B.Z di sala 1650’î de tê paytexta wêrankirî ji nû ve ava dike û navê paytexta dêrîn li xwe dike; Hatûşîlî, tê wateya kesê ji Hatûşayê. Hatûşîlî, di heman demê de dibe keyayê binemala yekemîn yê hîtîtan.
De werin ji xwe re li vê lêrasthatinê binêrin. Piştî 3 hezar û 500 sal şûn ve, dîsa ji sêgoşeya Meletî, Dêrsim û Sêwazê malbateke kurd radibe dide rê û tê ji nû ve cih warên kal û pîrên xwe ava dike.
Kalê Osman, bi temenê xwe yê 83 salî fîncana qehwê li ser dest û ji min re tîne. Ji fediya re ez bi dev û rû diçim erdê. Bi dengekî nizm lê bi hêrseke mezin û ew çend jî bi berger, ez ji kalê Osman tika dikim ku min li ber şermê nexîne.
Ew jî bi dengekî bi qasî bejna xwe qebe û ew çend jî gur, di ser min de hiltê û dibêje: “Kuro lawo berxê min ma tu dibêjî çi! Nola dibêjin, bila kurd be, bila qe ji heriyê be. Ma ez xizmetê ji te re nekim, ez ê ji kê re bikim?”… (Dê bidome)