24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-hîtîtî 11

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Serdema Hattûşîlî

…Hattûşîlî, ji çar zarokên Murşîlî yê 2’em, ê tewra piçûk bûye. Ev zarokê bi navê Hattûşîlî, ji dupelkîya xwe de wanî merezokî bûye, ango ji hêla tendirûstiya xwe ve lebikandî bûye. Hattûşîlî hîn zarok bûye, bavê wî Murşîlî yê 2’em, xewnekê bi kurê xwe dibîne. Yezdanê Bahozê yê Ezmanan, di kirasê xasekî xwedê de tê xewna wî û jêre dibêje, vî tifalî bavêje dergehê Xwedawend Îştarê. Dibe ku Xwedawend dilovanîya xwe lêbike. Nola dibêjin: belkî xwedê bike dezîkekî xav û wî neqetîne.

Bavê wî Murşîlî yê 2’em, bi şîrovekarên xewnan ên qesrê, herwiha bi Rîsipî yên endamên Cimeta Pankû yê dişêwire. Radibin Hattûşîlî yê tifal, didin li ber destê katibê û şêwirmendê qesrê, Matînnamûwa yê Rîsipî. Hattaşîlî, li ser destê vî pîrê şareza şîfa xêrê dibîne û wî dibe Perestegeha Îştar a li bajarê Şamûha yê. Hattûşîlî dibe feqî, ango keşîşekî sadiq ê Xwedawendê. Bi vî awayî Xwedawend Îştar jî, dibe Xwedawenda Hattûşîlî ya homandinê. Bajarê Şamûha yê, di navbera navçeya Tefike (Dîvrî) ya Sêwazê û Meletê de, li miqabilî çemê Ferêt e.

Hattûşîlî di bîranênên xwede dinivîse, dibêje: “Ez her tiştê xwe ji ciwankeyenik Xedawenda xwe ya homandinê, Îştar a dilovan deyndar im. Di her rewşên dijwar de, min ji Xwedawenda xwe ya dilpak lavakir, jixwe re li ber wê geriyam. We jî texsîr nekir; her gav û car hat hewara min. Lema jî ez wekî xizmetkarekî xwediya xwe yê sadiq, bi saya serê wê ji hemû tengasîyan xelas bûm. Di hemû serkeftinên xwe de, destê xwedîya min, ango destê Xwedawenda min a homandinê li pişta min bû.”

Em ji vê bîranîna Hattûşîlî têdigihêjin ku, ew bawermendekî qerrase yê li ber destê Xwedawenda xwe ya homandinê Îştarê bûye û heta dawiya jiyana xwe jê re sadiq maye.

Hattûşîlî, berî biçe şerran û piştî ji şerran vedigere, ew miqîm çûye perestegeheke Xwedawend îştarê, ji bo di şerrê xwe de biserbikeve, destûr jê xwestiye. Piştî di her şerrê xwe de biserketiye jî, çong ji Xwedawenda xwe ya homandinê re tewandiye, malavatiya wê kirîye, herwiha gorîyên(qurbanên) nezir kiriye jî, ji Xwedawenda xwe re pêşkêş kirîye.

Gava Hattûşîlî di şerrê Qadeşê de biserdikeve, li vegera paytext Hattûşayê, dîsa dixwaze here perestegeheke Xwedawend Îştarê û nezirkirinên xwe bîne cîh. Yekser berê xwe dide perestegeha Îştar ê ya li bajarê Lawazantîya(Elbîstana Gûrgûmê/Meraşê) Lawazantiya tam li ser nîvê riya Qadeş û Hattûşayê dikeve.

Kesekî bi navê Bentîşahrîp, keşîşê perestegeha Îştarê ye. Ev keşîş, bi eslê xwe Xorrî/Hûrrî ye. Di heman demê de mezinê herêma xwe ye jî. Keçek keşîş Bentîşahrîp heye, ew jî rahîbe ya Xwedawend Îştarê ye.

Hattûşîlî dibêje: “li vegerê gava ez çûm perstegeha bajarê Lewazantîyayê û min xwest ez ji Xwedawenda xwe Îştarê re pereste bibim, min keşîşeya/rahîbeya bi navê Pûdûxepa/Pûdûhepa li wir dît. Ew jî weke min, xizmetkara Xwedawend Îştarê bû. Xwedawenda min di xewnekê de navbênkarîya me kir û em li hev mahr bûn; bûn jin û mêr”

Hem Hattûşîlî yê mêrxas, hem jî keşîşe ango rahîbe Pûdûxepa, her du jî xizmetkarên Xwedawend Îştar ê bûne. Li hêla din jî dîyar e ku dilê wan jî ketinin hev. Lema jî mahrkirna wan, ta roja me ya niha, bûye pizika serê zimanan. Herdu jin û mêr ew çend li ber dilên hevdu delalî bûne, di nava demajoyê de Pûdûxepa dibe Keybanûya herî hêzdar ya Împeretorîya welatê Hattî-Hîtîtê. Heta hin kes vê rewşê wekî “hevserokatiya” dema niha pênase dikin ku bi rastî jî Keybanû Pûdûxepa dibe xwedîyê mohreke serbixwe ya Tawananatîyê. Ango Keybanû Pûdûxepa, gava mohra xwe li bin dukûmenteke fermî bida, ti kesî nikarîbûn ew ferman betal bikira.

Lê ev kêlika ku niha em têdene, hîn jî ne Hattûşîlî bûye Keyayê welêt, ne jî Pûdûxepa bûye Keybanû. Lewra piştî mirina Keya Mûwatallî, kurrê wî Mûrşîlî dikeve şûna bavê xwe. Diyar e di destpêkê de apê wî Hattûşîlî jî, keyatiya birazyê xwe dipejirîne. Bi vî awayî, keyayê teze, dimîne li bajarê Dattaşşa yê ku bavê wî Mûwatallî di pêvajoya şerrê Qadeşê de, ji xwe re kiribû paytext. Piştî mirina Mûwatallî, rolyefeke wî li miqabilî çemê Sîrkeliya Ceyhanê ya bi ser Edenê ve ye dikole. Keyayê teze Mûrşîlî dimîne li Dattaşşê. Apê wî Hattûşîlî yê mêrxas jî vedigere Hattûşayê, li ba seydayê xwe Matînnamûwa.

Hattûşîliyê ku birayê wî Keya Mûwatallî bi zorkê ew zeft dikir û bi awayekî biaqilane ew mutih dikir, ka em lêbinere bê ew ê çiwa bi biraziyê xwe, keyayê xeşîm re derbas bike.

Mûrşîlî yê 3’em (B.Z. 1282 – 1275), navê xwe yê din Ûrhî Teşûp e. Ûrhî Teşûp, navê xwe yê rastîn e. Gava Ûrhî Teşûp derdikeve li ser textê bavê xwe yê keyatî yê, navê bapîrê xwe Mûrşîlî li xwe dike. Bi vî navî, xwe wêrisê textê keyatîyê yê heq dibîne. Helbû, dukûmentên dîrokî dibêjin, Ûrhî Teşûp ne kurrê Mûwatallî yê heq e. Ango ew ji jineke ne di bin mehra Mûwatallî ye. Tevî vê yekê jî Ûrhî Teşûp derdikevi li ser textê keyatiyê. Herwiha xwe wiha pênase dike: ez Mûrşîlî kurrê Mûwatallî, kurrê Mûrşîlî, kurrê Şûppîlûlîûma.

Keya Mûrşîlî/Ûrhî Teşûp, hem ne kurrê Mûwatallî yê heq e, hem jî li hember apê xwe Hattûşîlî yê mêrxas, bêrêzî tevdigere. Mîna dibêje: tu dibêje qey mêşa girî li dora wî digeriya.

Jixwe apê wî Hattûşîlî yê netebitî, bi zorê di îyarê xwe de hildihat û li dû hincetekê bû ye. Hattûşîlî yê ku ti kes di ser pozê xwe re nedidît, dilê xwe bi biraziyê xwe yê fahş û di ser xwe re çûyî, naşewitîne. Hattûşîlî yê stûna Împeretoriyê bû, mîna ewrekî reş ê tahl, di ser Murşîlî ango Ûrhî Teşûp ê naşî de, dike gurre gurr. Wî dîl digre û sergumî giraveke nava deryayê dike. Hinek Hîtîtnas jî dibêjin, Ûrhî Teşûp reviyaye xwe avêtiye li pişt Misirê. Dibe ku ji giravê jî reviya be.

Bi vî awayî, Murşîlî, ango Ûrhî Teşûp, mîna mirîşka xwe keleşêr/dîk bihesibîne û bang bide, tavilê tê serjêkirin. Oxra wî dibe oxra tahlo.

Hattûşîlî yê 3’em  (B.Z. 1275 – 1250) derdikeve li ser text keyatîyê. Hattûşîlî, gava textê birazyê xwe Ûrhî Teşûp werdigerîne û dikeve şûna wî. Derdikeve hemberî Cimeta Pankû yê û parêznameya xwe ya sîysî, pêşkêşî Rîsipî û Porsipî yên Cimetê dike. Jibo selimandina meşûryeta xwe, ji bavê xwe Mûrşîlî yê 2’em bigre, heta Hattûşîlî yê yekemîn, navê wan bilêv dike. Paşê jî li ser mohra xwe ya keyatiyê dikole, dibêje: “ez ezîzê li ber dilê Xwedawenda Rojê ya  bajarê Arînayê, Yezdanê Ezmanan yê bajarê Nêrîk ê û Xwedawend Îştar a bajarê Şamûha yê me”

Peymana Qadeşê

Şanzde sal di ser şerrê Qadeşê re derbas dibe. Hattûçîlî, li ser textê Împeretoriya Hîtîtê ye. Li ser textê Misrê jî, hîn Ramses ê 2’em dimîne. Hevjîna keya Hattûşîlî, Keybanûya zîrek Pûdûxepa ya Hûrrî ye. Ya Ramses jî, Nefertarî ya Mîtannî ye. Her dewlet jî, du heb zir-hêzên qerrase yên cîhanî ne. Êdî herdu zir-dewlet, di hevdu de hîs dibin û rojek tê, dixwazin di navbera xwe de aştiyeke mayînde girêbidin. Rayedarên herdu hêlan, B.Z di sala 1269an de lihevdu dikin û bi zimanê Akadî yê hingê navdewletî, peymanê wiha dinivîsîne: “Keyayê welatê Hîtîtê, Hattûşîlî yê gernas ê kurrê Mûrşîlî yê mezin, Hatûşîlî yê mêrxas ê nevîyê Şûppîlûlîûmayê mezin û Ramses ê kurrê Seth ê Fîrewnê Misrê…” û metna aştiya berdewam dike. Peyman, li ser çend xalên bingehîn tê girêdan. Herdu alî, heta te bivê, bi zimanekî nazik xîtabî hevdu dikin. Di peymanê de tê tekezkirin ku erda Qadeş-Amûrrû(sûrî) ji Hîtîtê re tê berdan. Her wiha li hev dikin ku ji niha pêve Herdu zir-dewlet, dê ji hevdu re alîkar bin. Xaleke balkêş ya peymanê jî ew ku, dibêjin: “heke revok û firarê dewletekê biçe dewleta din, dê ew mahkûm li welatê jê reviyayî werê radestkirin û dê bi awayekî adîlane werin darizandin”

Ev peymana yekemîn ya cîhanê ye ku di navbera du heb zir-dewletên cîhanî de hatîye girêdan. Niha qopîyek wê li New Yorkê, li pêş avahîya UNê çikandî ye. Qopîyeke din jî li muzexaneya arkeolojî yê, ya Stenbolê ye. Lê taybetiya vê peymanê ya aştîyê ew e ku, mohra Keybanû Pûdûxepa jî li pişt wê ye. Ev jî bi me dide selimandin ku welatê Hîtîtê bi destê mêr û jin, bi awayekî wekhev hatiye temsîlkirin. Ev yeka hanê, qerekterê civaka Kurdan ya eyan, dide selimandim ku di roja me ya îroj de jî, heman xweşbînî ya di navbera jin û mêr de, ji hêla cîhana pêşketî de tê begem kirin. Divê baş were zanîn, civaka kurdan ya cîhana dêrîn, civakeke dayiksalarî bûye. Di destpêkê de, Xwedawenda dayik hebûye. Jixwe Keybanû Pûdûxepa jî navê xwe ji navê Xwedawend ‘Xepat-Hepat; Hewa’yê stendiye. Her wiha bi xwe jî keşîşeya, ango rahîbeya Xwedawend Îştar bûye. Lema jî, mohra wê ya li ser peymana aştîyê ya Qadeşê, takêşê mohra  Keya Hattûşîlî bûye. Eve, ruhê xas û rewan yê cimeta miletê kurd e, ku yekûna cîhanê kirine hijmetkarê xwe.

Piştî ku Hîtît û Misir, di navbera xwe de aştîyeke mayînde girê didin, çend salên xweş yên di nava aramîyê de bi hev re derbas dikin. Nola dibêjin, dostanîya piştî dujmunatîyê, gelkî şîrîn e. Her du zir-dewlet êdî bi nameyên heta te bivê mirovane û xweşbextî, hevdu şerefyar dikin. Heta qîzên xwe didin hevdu û dibin zava, xwesu û xwezrûn hevdu.

Qederekî ev wext wanî xweş dajo. Lê nola dibêje, ev dinya ne milkê kesî ye. Em mirov, heyiyek fanî ye û herkes li benda roja xwe ye. Gava ew roj tê li xwediyê xwe diqeside, ne kêlikek kêm, ne jî kêlikek zêde. Tu keya be jî, tu şah û padîşah be jî, tu yê serî ji vê zagona xwedayî re bitewîne. Her wiha tu yê xêr û gunehê xwe hilgire û mîna Keya Hattûşîlî yê 3’em, koça xwe li pişta xwe bike û derkeve warê aşa; cîh û meskenê aramgeha heta hetayê…

(dê bidome)