spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên li utopyayê

Demek berê çapemeniya me jî ‘nûçeya’ yek ji rojnameya mezin û navdar a ewropî wekî ‘nûçe’ da û got “Kurd yekane gelê mezin ê bêdewlet e ku hatiye parçekirin.” Digel bertekan jî ez aciz bûm; ma ew jî nûçe bû! Ma tiştên wiha jî êdî nûçe ne? “Kurd bêdewlet in, qehreman in lê parçekirî û parçebûyî ne” yanî çi? Qey nû tê keşifkirin, xêr e ku timî eynî tişt wiha tê dubarekirin?

Ger ji bo xelqê (Ewropa) nû û nûçe be jî ji bo me ne wiha ye. Yan jî dema ku em didin jî lazim e em digel rexne yan jî kevintiya vê ‘tesbîtê’ bidin. Lewra em birçiyên qalkirinê ne. Bila hema hinek qala me bikin, me bikin nûçe çi dibe bila bibe? An jî em wiha bêjin li gorî neolîberalîzmê “reklama baş û nebaş tune ye, reklam reklam e!” Na heyra. Pêdiviya me bi reklaman jî nîn e. Lê dixwazim tiştekî ku pir dereng pê hesiyam (belkî bo we jî wisa be) binivîsim.

Thomas More (07.02.1478-1535) di pirtûka xwe ya navdar û dîrokî, utopyaya ku senteza tevî utopyayan e, behsa kurdan dike! Yanî li vî welatê xewn û xeyalan, li vî welatê utopyayê yê pak û ronak, kurd jî hene! Her wiha behsa gelekî jî dike dibêje “li çiyayan dijîn, bi zimanekî nêzî farisî diaxivin, tenê bacê didin farisan, cil û bergên wan, her tiştên wan xwerû ne” ev ne kurd bin, kî ne?

Mînak Barzanesên ku di zimanê nû de ji wan re Ademos dibêjin ango serokdewlet jî ji hêla çîna wan zanyaran ve tê hilbijartin!” “Bena, benza, berzan” hemî kurdî ne û wateya wan ‘bilind’ e. Her wiha herêma Barzan a li Başûr jî tê zanîn. Lê ev yek li xweşa wergêr neçûye û geh gotiye azerî ne, geh jî gotiye ermen in, lê em dizanin ku rastiya erdnîgarî, peyvsazî û domdarî delîlên herî mezin in.

Mînaka din jî ev e: “Ecêb e lê utopyayî bi dînan kêfxweş dibûn û ew jî kêfxweş dikirin. Ên ku bi dînan kêfxweşî dikirin na, lê yên ku ew (dîn) biçûk didîtin dihatin şermezarkirin.” Ji we re jî nas hat? Lewra kurd bi awayek, zanistî û dildarî nêzî ‘dînên xwe’ dibin (an jî dibûn) û wekî civakên kapîtalîst wan naşînin şêtxaneyan.

Hêvî dikim ku bîranînên her kesên rûgeş bi dînan re hebin. Dînên ku dikenin, dibêjin û şa dibin. An jî aqilmend û dînên ku di yekitiya civatê de gihîştine hev û ne serdestiyê, dilxweşiyê li hev parve dikin. Di zaroktiya min de dîneke navdar hebû. Navê wê Neîme bû, wekî ziyaretekê zindî bû. Hem madî hem manewî parçeyek ji hebûna derdora xwe bû.

Îcar ku em vegerin ser zaroktiya mînakan: Dê hin kes bêjin kurd li ku, utopyaya navdar li ku? Lewra kurdan layiqê cihên wiha nabînin lê waye nivîskarê dilovan dîtiye û nivîsandiye. Vê yekê, wek kurdekê ez kêfxweş kirim lê ji bo ku ewqas bi sansur û ji hêla kurdan ve bêkeşif maye jî li ber ketim. Li aliyê din, niha Rojava jî Utopyaya herî mezin e, loma ewqas rastî êrîşan tê. Utopya; ji yewnanî tê, Topos “cih” e,“u” daçeka neyîniyê ye “îa” jî nîşana erdnîgariyê ye yanî welatê cihê ku nîn e lê di wateya yewnanî de eutopîa dihat wateya ‘cihê xweş û bextewar”.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê