19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên rojhilat li ber xwe didin

Kurdên rojhilat ên li bajarên Ûrmiye, Sîne, Kirmaşan, Îlam û Xorasanê dijîn, di bin desthilatdariya Îranê de bi êrîşên li dijî çand, ziman, nasname û hebûnê re rû bi rû ne. Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî van polîtîkayên desthilatdariya Îranê li ber xwe didin.

Çalakvanê sivîl Erşak Reûf Gonbedî têkildarî çalakî û xwepêşandanên li Îranê ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

Çalakvan Erşak Reûf Gonbedî destpêkê bi bîr xist ku dewleta Îranê li ser esasa mezheba şîî ye û wiha got: “Kurdên li parêzgehên Kirmaşan, Îlam, Xorasan û Xelxal û Reştê şîî ne û yên Ûrmiye û Sine sunî ne. Ji xwe zimanê ku li hemberî van du mezheban tê bikaranîn cuda ye. Di makezagona Îranê de perwerdeya zimanê xwecîhî ( zimanê zikmakî) destnîşan bûye. Lê di piratîkê de, ji xeynî zanîngeha Sine ew yek pêk nehatiye. Mafên bawerî, netewe û qewmên ku li Îranê wek kêmar dijîn jî li gorî makezagona vî welatî bi temamî nayên ditin û di gelek cihan de zext li wan têne kirin.”

Polîtîkayên xwe didomînin

Reûf Gonbedî li ser nêzikatiya desthilatdariyê anî ziman ku li parêzgeha Xorasanê ji berê heta niha armanc ewe ku zimanê kurdî were jibîrkirin û nasnameya kurdî li wir nemîne û wiha got: “Ji ber polîtîkayên wan niha piraniya gelê kurd li Xorasanê di malên xwe de jî bi kurdî naaxivin.”

Erşak Reûf Gonbedî diyar kir ku li parêzgehên Ûrmiye û Kurdistanê (Sine) hin caran peyker û tabloyên kurdî tên xirab kirin lê ew kiryar bi taybet li parêzgeha Ûrmiyeyê pêk tên û ev agahî da: “Di salên borî de li bajarê Ûrmiyeyê rakirina tabloyên kurdî û di dewsa wan de danîna tabloyên tirkî (azerî) zêde bûye. Rakirina peykerê Muhemed Ewraz yê li Nexedê jî şewitandina peykerê mamoste Hejar Mukriyanî yê li Mehabadê jî ji kiryarên li dijî ferheng û nasnameya kurdî  yên li vê parêzgehê hatine kirin in”

Piştî bertekan peyker hat paqijkirin

Reûf Gonbedî bal kişand ser nêzikatiyên li Ûrmiyeyê û wiha lê zêde kir: “Ji ber wê ku rayedarên parêzgehê piraniya wan azerî ne û desthilatdarî mudaxeleyên wan nake ev êrîş zêdetir çêdibin.”

Erşak Reûf Gonbedî, bal kişand ser bertekên kurdan ên li parêzgehên kurdan û wiha bi dawî kir: “Kurd li hember van êrîşan bertekên cuda nîşan didin. Çend roj beriya niha êrişên nijadperest li Nexedê pêş ketin. Bû sedema alozî di navbera kurd û azeriyan de. Li Mehabadê jî nerazîbûna gel li hemberî şewitandina peykerê mamoste Hejar çêbû. Dewlet li hember van nerazîbûna mecbur ma ku peyker paqiş bike. Li parêzgeha Kurdistan (Sine) di rojên borî de, tabloya kurdî ya zanîngeha Kurdistanê ku bi destê hin kesan ve hatibû rakirin, piştî bertekan dîsa hat daliqandin.”